Navê pirtûkê: Roman
Navê nivîskar:#Çorê ARDA#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbol
Navê çapxaneyê: Belkî
Sala çapê: 2017
“Rojekê ez li ser mezelan digeriyam, min nêrî kitêbek li ser zikê mezelekî ye, min jî meraq kir û min rahiştê û min dest bi xwendinê kir, paşê min nêrî roman xweş xuya ye, min rahişt romana xwe û ez ber bi malê ve çûm,” got Têkçûyo.
“Himmmm! Lê bi rastî min jî eciband ev pirtûk, romaneke xweş û balkêş bû, em çend roj in tên li ser vî mezelî êdî ez jî pê nizanim, de ka em jî biçin an na?” got Narob.
“Temam, jixwe ez bi hemdê xwe ji ser vî mezelî aciz bûm, jixwe roman jî qediya,” got Têkçûyo.
Roman qediyaaaa!
“Nizanim, belkî…”
[1]