Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn.
Nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA#, 07-05-2023
Kesên Şîzoîd xwe, qetiyabûyî, hategirtinbûyî, bêtêkilîbûyî, xwecihêbûyî an jî xwe biyanî hîskirin dibinîn, li cem wan her tişt şolî û îrrasyonel xuya dibin, xwe wiha hîs dikin. Xwe û însên yekbûyî û hevpar nabîne, li dijber heyatê sar û heyatê bêwateyîn dibînin. Dibêjin her tişt vala û bêwate ye.
Helbet Şîzoîd û Depresyon ne heman tiştin. Depresyon bêtir rewşeke li hember derveyîn ya rihî ye û li dijber rewşa derveyîn ne reflekseke tundî ye. Şîzoîd bêtir tevgerînên hundirîn e. Lê depresyon bêtir tevgerên derveyîn in. Kesên depresyonîst têkiliya wan bireserî re hene, lê kesên Şîzoîd bireseran red dikin. Libidoya kesên Şîzoîd li dijber derveyîn hatiye rakêşandin, hatiye kişandin wekî vala bûbin. Tevgerên wan yên azwerîn ên rihî di hundirê xwe de hatine rakirin, qutkirin. Mîna miriyan e. Bi saya xewn û fanteziyan di dinya xwe ya hundirîn de belkî em şopên livan di wan de bibînin. Bêtir di hestên nehîskirinê û ji dûr ve temaşekirin û raçavkirinê dijîn. Dema rewşa kesên Şîzoîd giran be, xwebûna hişmend, di navbera dinya derveyîn û a hundirîn de aliqî dimîne, û li hember her du dinyayan jî di têkiliyeke wekî ne ya rastîn de be. Lê carinan rewşên depresyonîst û ên şîzoîd tevlîhev dibin, carinan nîşanên depresîf û şîzoîd bi hev re çêdibin, lê belê rewşên rihî yên derbasdar in. Dema em li metna xwe dinêrin em têdigihêjin rewşa Şîzoîd û Depresîf naşibin hev, yek ji hêla hundirîn ve girêdayî ye, yên din jî têkiliya wan bi derveyîn ve girêdayî ye. Yanî her du rewş ne heman tişt in.
$Îcar dema em berhemên kurdî di bêjinga psîkoanalîzmê diborîne û dixwînin em têdigihîjin ku divê em têgehan di cih de bikarbînin, mînak di berheman de karekterên Şîzoîd û Depresîf ne heman karakter in.$ Divê em di wêjeyê de li têgehan miqate bin, mînak karakterên Depresîf û yên Şîzoîd karakterên berhemên modern û postmodern in. Ne karakterên klasîk û folklorîk in. Bi awayekî civakî van karakteran karekterên têkçûyîn e. Karakterên Şîzoîd bêtir karakterên dînîtiyê ne, karakterên berhemên wêjeyî ên post-modern in. Loma divê em berheman, karekteran, tevnesazî û rêzebûyerên berheman di vê çarçoveyê de binirxînin. Her çiqas karakterên Depresîf û Şîzoîd neşibinin hev jî, hêla wan a melankolîk û hestwarî carinan nêzî hev dibin. Lê belê dîsa jî di berhem û rexneyan de divê em li têgehan miqate bin, ango çawalêhato û çeqoberî mêze nekin.
Mirov çiqasî xwe dûrî têkiliyên derveyîn bixin ewqasî jî lîbîdoya wan a dinya hundirîn li dijber bireseran dê ewqasî xwedî fantazî û psîkotîk bin û dê tenê di hundirê dinya xwe de bijîn. Jixwe bi rastî wendakirina hemû biresaran tê wateya mirina ruhî. Helbet rastiya armanca xweajoyên lîbîdonal bireser e. Ne haz in, şexsa digerin, tehn(itki) ne hebûnên ruhî ne, bertekên xwebûnê(Ez) yên ku refleksên li hember bireseran e. Wekî me go, kesên Şîzoîd li dijber heyatê lîbîdoya wan jî hêla hundirîn ve çalak e, yanê hemû tevger jiyînên xwe di xwe de dijîn, çimkî jiyana wan a derveyîn di hundir de ye. Karakterên berhemên post-modern wiha ne, karekterên ceribînên berhemên post-modern biyanî ne, sar in, dijber heyatê sar, vemirî û cemidî ne. Di hundirê xwe û mejiyê xwe de dijîn, derveyîn di hundirê odeya serê wan de dijî, ango derve û hundir giş di odeya serê wan de ne... Karakterên bênavend û perçebûyî ne, derkarakter û dijkarakter in, karakterên him Depresîf û him jî Şîzoîd in karakterên psîkoanalîst in. Lîbîdoya wan sar û cemidî ne li dijber heyat û mirovan...
Tiştin, li gor rêzêyîn di ruh de wekî hafiza û bireserên hundirîn tê binavkirin û tên hundirîkirin. Bireserên baş berê berê bi awayekî ruhî tên hundirîkirin û tenê wekî bîranînên hafizayan tên veşartin, di kêliya dijîn de zewqê dide wan, van serpêhatiyan têrkirinê dide û ti pirsgirêkan dernaxînin, heta dibe palpişta geşedana xwebûna(Ezitiyeke) baş û di pêş de dema li dû xwe binêre, dê bi hazekê bê bîranîn. Lê li gor Melanie Klein,” bireserên baş” berê berê ji bilî “bîranîn bi ti awayî serpêhatiya hundirîn ne hewcedarîn e. Dema zarok ji pêsîrê tê veqetandin, an jî qutkirin an jî dema dê wekî cezayekê tevliviya, an jî dema dê nexweşkete, dê têkiliya zarok û pêsîrê jihev qut bike a wê çaxê zarok wekî hatibe astengkirin, hatibe terkkirin an jî wekî zilm û êrîş lê hatibe dijî. Loma dijber biresera pêsîrê neyîniyeke dê ava bibe, ango bireserên baş dê li ber çavên zarok veguherin bireserên nebaş, an jî wendakirina bireseran, Bion; Dibêje serpêhatiyên nebaş nayên daqurtandin û hundirîkirin ew ê wekî bireserên biyanî di ruh de bên veşartin û teyisandin. Bireserên ewil di serdemên jiyana me de pir bi bandor in. Li hember van bireseran hêla mirov a derhişîn dikeve dewrê û hemû tiştên li dijber biresêrên ewil wekî beşekê tên qeydkirin. Yanê giş li derhiş kom dibin. Dîsa em dibînin, wekî biresera ewil pêsîr bo zarokan di pêşerojê de ciyekî taybet digire, di avabûna kesayetan de pêsîr an jî biresara ewil bo avakakirina xwebûna zarokan taybetiyeke wê heye. Di pêşerojê de bo ku biresera ewil baş bêyî bîranîn divê têkiliya zarok û pêsîrê baş qediya be, an na dê di pêşerojê de ew pêsîr bibe sebebên gelek tiştan.. şîzoîdî û depresîfbûn jî bawerim jê yek sedem pêsîra dê ye...
“Psîkodînamîga hundirîn”
Li gor Freûd-Abrahan kesên wiha 5 xalên wan yên ewil girîng in. Di serdema oralê de Sîzofrenî, di serdema Devlêkirina-oralê de manîk-depresîf, di serdema zûtirîn a analê de paranoya, derengtirîn analê de bedgumanî(takinti,) fallîk an jî Genîtal de hîsterî serdest in. Dema em li serdemên ferûdî jî dinêrin em têdigihêjin, di her serdemê de pirsgirêkên cihê hene, helbet van pirsgirêkan di pêşerojê de dê xem û kul be, bo xwebûna mirov astengek e be. Helbet dema ku zarok van heyamên Freûdî xweş û baş derbas bike, wekî bîranîn dê tim haz û zewqkeke baş bide û xwebûneke rûniştî jî dê derkeve holê, her çiqas xwebûn ne pêkan be jî çimkî civak bo xwebûnê astengek e, kirasekî li bejna meriv naedile li meriv difesilîne, ev kirasê dînîtiyê ye, sersebeba rakêşandina dînîtiyê ye, dînîtî jî rastî bi xwe ye, civak kirasê li ser xwebûnê ye, xwebûn tazîbûn e, tazîbûn rastiyê û eşkerebûnê nîşan dide, rastî û tazîbûn wêrekiyê dixwaze, wêrekî jî xwebûnê dixwaze, xwebûn jî dînîtiyê dixwaze, xwebûn teoriya dînîtiyê ye. Bingeha dînîtiyê û teoriya dînîtiyê li ser asasê zarokatiyê, entelektûeliyê û psîkoanalîzmê hatiye qorkirin...
Sûdwergirtin:
Şîzoîd Gorungu Nesne İlişkileri ve Kendilik, Harry Guntrip, Metis.
[1]