=KTML_Bold=Hew maye bibêjin bi kurdî hilmê jî nestînin!=KTML_End=
Rêdûr DÎJLE
Di vê sedsala 21’ê, heyama ragihandinê de, her diçe pergala dewleta Tirk bêhtir di argumanên bîrdoziya paradîgmaya rizandî ya sedsala 19-20’an de israr dike. Hê jî hewl dide wê çerxa xwe ya diranên wê zengargirtî ku êdî tu mifha rûn jî lê nabe, li gor beriya 100-200 salan bigerîne. Hê jî guh li pîvana bivênevêbûna dînamîkbûna sazûmaniya civakî nake. Hê jî di şexsê meseleya kurdî de hewl dide “serê xwedî bêyî xwedî kur bike.”
Hew maye bibêje, “gere hûn bi kurdî hilmê jî nestînin û nedin.” Nebêjin nabe. Dîrokê gelek delîlên vê yekê dane ber me: Fîkîna Apê Mûsa!
“Ez midûrê ‘Dîcle Talebe Yurdî’ bûm. Rojekê du polîs hatin Yurdê û ez girtim birim ‘Birinci Şube’yê. Çawa ez ketim hundir, sê-çar polîs li min civiyan, bi pehînan, bi şeqeman û bi daran bi min ketin. Ez şaş mam. ‘Lawo ma min çi kiriye?’ Mezinê wan got: ‘Hi kurê kere tu nizanî te çi kiriye?’ Min got: ‘Na!’ ‘Ma kero raydyoya we tune?’ Min got: ‘Heye.’ Got: ‘Xayin lawê xayinan ev qas plakên xweş ên bi tirkî hene, çima hûn di Yurdê de bi kurdî difîkînin?’ Sûcê min û sedema lêxistina min, bi kurmancî fîkandina min bû…”
Berî bi çend rojan ajansan û rojnameyan ragihand ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Jimare 3’yan, îdareya girtîgehê di hevdîtina bi rêya telefonê de, şertê “kesê ku pê re bê axaftin bi tirkî zanibe” danîne ber girtiyan. Yanî ger kesê pê re bê axaftin, bi tirkî nizanibe, kêliya ku bi kurdî biaxive dê telefon li ser çavên wan bê girtin. Girtî jî ji bo protestokirin û şermezarkirina vê pêkanîna qirêj hevdîtina bi telefonê red dikin û dibêjin, “êdî hûn nikarin serê xwedî bêyî xwedî kur bikin”:
Hîn jî
“Çivîk mafdar in ku neyên
Vî esmanê ji duxanê”*
Hîn jî
Lew, ji katjimêra qatên agresîfiya neteweperestî
Yekîneyên gomlekreş** î zirxîdar;
Hidûdbirçiyên antîemperyalîzma pasifîst in
Çi bikim, dem dij-min e
Dijmin bêjin e! di qirna bîst û yekê,
Salnameya dahatûyê de şer hîn jî kehanet e!
Hîn jî
Mafdar in
Hîn jî
Lew, hê jî serhildaneke dîdaktîk
Lê hêlekana zebaniyan
Hîn jî baz bi bablekanê dilîzin!
* Ji ber helbesta Berken Bereh a bi navê Bajar hatiye girtin.
**Yekîneyeke nîvleşkerî ye û di navbera salên 1919-1943’yan de di bin banê rêvebiriya Duceyê Partiya Faşîst a Neteweyî ya Îtalyayê, Mussolini de cih girtiye.
Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Me dîmen ji fîlmê Aydin Orak Mûsayê Bê Asa girt.[1]