=KTML_Bold=Enerjiya Rojava ber bi ku ve=KTML_End=
LUQMAN GULDIVÊ
Delta Crescent Energy (DCE) navê şîrketeke Teksasî ya neftê û enerjiyê ye. Gava mirov berê xwe didê, zêde agahiyên fermî li serê nîn in. Şirket nisbeten nû ye. Hesabê wê yê twitterê yê berî çend rojekî çalak bû, Çileyê îsal hatiye vekirin. Li ser hesêb şîrket ji bo xwe dibêje, Şirketeke Amerîkî ya ku li cihê cih li Bakur û Rojhilatê Sûrî kar dike ji bo destekirina hevgirên cihî da ku xizmeta şewrê bide û alîkar be di warê ji nû ve avakirina binesaziya heyatî de û ev jî bi enerjiyê dest pê dike.
Şîrket li gorî vî hesabî xwedî du navendan e. Yek jê li Teksasê ye, li bajarê Houstonê, navenda din jî li Rojava ye, li navçeya Rimêlanê.
Tweeta wê ya li jora hesêb daliqandî, pêr hatiye nivîsandin û dibêje, em li gorî destûra sala 2013'yan karê xwe dikin û ne li gorî destûreke taybet a rêveberiya Trump.
=KTML_Bold=Mehek berê ekîpmanên pêşî şandin=KTML_End=
Em gava hinekî lêdikolin, dibînin ku şirketê, karê xwe li Rojava meha nîsanê/avrêlê de bi xebatên pratîk daye destpêkirin. Li ser malpera wê ya fermî, vîdeoyek hatiye parvekirin û di 2 deqîqe û 20 saniyeyan de ew dibêje, Nîsana 2021'ê li gorî qanûnên îxracatê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ekîpmana pêşî ya ji Amerîkayê gihîşt [Rojava] û li zeviyên neftê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bicihkirin. Ji hema hema deh salan û vir ve, ev yekem car bû ku ekîpmanên DYA'yê li van zeviyan hatin bicihkirin. Şirîkên me yên cihî wê vê ekîpmanan bi enerjiya rojê dixebite, bi kar bînin da ku çavdêriyê bikin li nefta xav a di lûleyên wan re diherike. Ev ekîpman wê derfeta wan a hesibandina hilberîna niha û ya siberojê ya neftê gelekî xurt bike.
=KTML_Bold=Şirket dixwaze karê xwe dewam bike=KTML_End=
Şirket bi ihtîmam îşaret pê dike ku ew ê karê xwe yên li Rojava dewam bike û ji bo vê jî ew xwe dispêre qanûneke ji rêveberiya Obama. Yanî, şirket dibêje, ew ji destûra taybet a Trump a ku qanûnên Cesar li ser wê ferz nekirine, sûdê wernagire. Destpêka vê mehê Rêveberiya Biden ragihandibû ku ev destûr wê neyê dirêjkirin. Gelek aliyan digot, ji ber wê şirket divê di nava mehekê de ji Rojava derkeve.
Agahiyên li ser malpera şirketê, wekî ku yekser bersivê bidin vê agahiyê. Şirket biryardar xuya dike ji bo ku karê xwe li Rojava dewam bike.
=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser muxateb e=KTML_End=
Şirketê herî dawiyê wêneyekî tankeke petrolê ya ku DAIŞ'ê teqandibû weşandiye û gotiye, Plana me ew e ku em alîkariyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re bikin da ku binesaziya zirar lê bûye yên wekî vê, yên ku DAIŞ'ê teqandine, ji nû ve ava bike. Heger siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûrî biguhere û şirketên Amerîkî nikaribin li kêleka şirketên cihî veberhênanê bikin ji bo pîşesaziya enerjiyê temîr û nûava bikin, ma gelo em difikirin ku ew ê li alternatîfên din negerin?
Gelo ew bi vê yekê peyamê dide rêveberiya Biden, yan loman dike?
=KTML_Bold=Xwe disipêre qanûna rêveberiya Obama=KTML_End=
Em berê xwe bidin, ka şirket karê xwe yê li Rojava disipêre kîjan destûr û qanûnên DYA'yê: Daxuyaniya [elaqedarî] Sûrî ya li ser Siyaseta Destûrdayînê û Destûra Giştî ya [ji bo] Sûrî ya 11A ya ku 6'ê Kanûna/berfanbar 2013'yan fermî hatiye ragihandin. Ev daxuyaniya destûrnameyê ji aliyê Meqamê Kontrola Veberhênanên li Derve [-yê Amerîkayê] (OFAC) ve hatiye dayîn. Ew dibêje, di destûrdayîna veberhênên elaqedarî telekomînîkasyon, çandinî û neftê yên li Sûrî de DYE îmtiyazê dide muxalifan û hevgirên xwe.
Şirket jî dibêje, ew karê xwe li gorî vê qanûnê dimeşîne. Şirketê îlona/rezbera 2019'an ji bo li gorî vê qanûnê destûrê wergire miracaet kiriye û nîsana/avrêla 2020'an jî ev destûr wergirtiye. Tebaxa/Gelawêja par jî karkerên şirketê li Rimêlanê bi cih dibin. Buroya şirketê ya li Rimêlanê jî di mijdara/sermaweza 2020'an de tê vekirin.
=KTML_Bold=DAIŞ'ê zavayê damezrêner kuştiye=KTML_End=
Yek ji damezirênerên şirketê, sefîrê berê yê DYA'yê James P. Cain e. Cain ji 2005'an heta 2009'an sefîrê DYA'yê yê Danîmarkê bû. Zavayê wî di êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî balafirgeha Brukselê de adara 2016'an de miribû. Piştî vê, wî destek da xebatên alîkariya insanî yên wekî paqijkirina erdên Rojava ji mayînan.
Yanî, ya niha diyar ew e ku damezrînerê şirketê wê zû bi zû dev ji israra xwe ya dewamkirina karê xwe yê li Rojava û muxateb dîtina Rêveberiya Xweser bernede.
Yenî Ozgur Polîtîka
[1]