=KTML_Bold=Bê ziman em kêm in=KTML_End=
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li navçeya Şirnexê Cizîrê, dest bi qeydên kursên serdema nû yên Kurdî kir. Qeydên ku 20'ê Hezîranê hatine dest pê kirin, wê heta 16'ê Tîrmehê bidomin. Hevserokê Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil diyar kir ku qeydên kursên wan ev meheke didome û got, ne tenê di qada ziman de di heman demê de, di qada çandê de jî kursên wan hene. Akil destnîşan kir ku weke komeleyê di vê dema bihurî de perwerdehiya sê polên asta yekemîn qedendine û got, “Perwerdehiya van qediyaye û di vê dawiya hefteyê de ezmûnên wan hene. Xwendekarên me yên ku bi ser bikevin jî em ê bawernameyên wan bidin. Niha di asta yekemîn de jî 14 xwendekarên me amade ne. Pola me ya asta duyemîn jî ji 15 xwendekaran pêk tê. Kursên me vê heftiyê dest pê dikin, lê qeydên me yên ji bo demsala havînê didomin. Ji bo amadekirina pola zarokan amadekariyên me hene. Dema ku amadekariyên me qediyan, em ê dest bi perwerdehiyê bikin.
=KTML_Bold=Ziman hişê neteweyî ye=KTML_End=
Akil bal bire ser giringiya ziman a li ser civakê û got, “Ji bo bipêşxistina ziman û xwedîderketina li çandê û ziman, hebûna komeleya Birca Belek a li vir ji Cizîrê re, ji ciwanan û ji civaka me re fersendek e. Ji ber wê, daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo kursên ziman, çand û hûner, werin saziya me. Heke em giringiyê nedin ziman, ev ê nîşan bide ku em giringiyê nadin hişmendiya neteweyî.
=KTML_Bold=Ziman qels be jiyan qels dibe=KTML_End=
Akil daxwaz kir ku her welatiyek di hêla ziman de bi berpirsyarî tevbigere û ji bo perwerdehiyê were komeleya wan û ev bang kir: “Xwendekarên ku tên li vir di qada çand û ziman de, bi wan re bawerî çêdibe. Di qadên din de jî serketî dibin. Ji ber wê, divê ku em bi vî esasî nêzî ziman bibin. Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin, em ê di gelek aliyên din de jî kêm bimînin. Bi vê minasebetê ez bang li jinan, ciwanan û zarokan dikim, werin saziya me.”[1]