SIFREYA HEFT ŞÎN
Lêkolîn û Nivîs: #Qendîl Şeyxbizînî#
Mijara hanê yek ji mijara herî şêlû ye di navbera Kurd û farsan de. Rewşa civakî, erdnîgarî û dîrokiya Kurd bi awayekê astengeke mezin bûye li hemberî rastiya Kurd weke ku heye. Neteweyên derdorên Kurdistanê, di dirêjahiya dîrokê û ta niha, tenê dagirkerê ax û mirovên Kurd nebûne, belku talankar, dizîkar, wêrankar
û jêrjorkarên çand, bawerî, dîrok, hûner, mûzîk, mîtolojî, ziman û hemû nirxên netewî yên Kurdî bûne jî. Weku me amaje da, ji ber gelek sedeman mirovên Kurd
qasî ku mijûlê man û neman yan jî jiyanên rojane bûne, ew qas mijûlê kesînê nebûne(li xwe xwedî derketinê nebûne). [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=510957&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin SIFREYA HEFT ŞÎN=KTML_Link_External_End=