DAR DI NAVA BAWERÎ Û ÇANDA KURDÎ DE
Lêkolîn û nivîsandin: #Qendîl Şeyxbizînî#
DAR DI NAVA BAWERÎ Û ÇANDA KURDÎ DE
Lêkolîn û nivîsandin: #Qendîl Şeyxbizînî#
Dar di warê fikira Mîtrayiyê de:
Dar yek ji pîrozweriyên di baweriyên Kurdî de ye. Lê berî em werin ser vê mijarê, divê em vegerin paşxana wê û rîşe û koka wê.
Ji Zagros û Torosê ta berjêra wê anku Mezopotamyaya mezin, kevintirîn zagona xwezayî, mirovî û bawerî jidayik dibe ku ew jî bîrûbaweriya Mêhrî ye, Mêhrî, Mêhra, MêꝊra yan jî Mîtra ku suruşa wê ji ronahî û sembolîzeya Tavê tê, li ser bingeha her çar axşîg û elementên “As (asiman-hewa), Ar(agir), Ax(xak), Av(şilî)” ava û çêwar bûye. Ew çar tuxmên bingehîn jî tenê di tiştekî de şênber û şênberza ye ku ew jî “Dar”e. Dar ji axê aj dibe, bi avê mezin dibe, hewa dide-distîne û disoje. Ji songeha vê rol û pîrozweriyên ku di wê de heye, Dar di bawerî û çanda Kurdî de pîroz tê dîtin û xwedî qemeteke taybet e. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=510965&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin DAR DI NAVA BAWERÎ Û ÇANDA KURDÎ DE=KTML_Link_External_End=