Mar di dîrok, efsane, çand, ziman û baweriya Kurdî de.
Lêkolîn û Nivîs: #Qendîl Şeyxbizînî#
Di çanda Kurdî de gelek sembol, pîrozwerî û raman hene ku ji Zagros, Toros û Mezopotamiya kevin re ji Kurd re maye. A rast em dikarin bibêjin dîroka zêdetirî 12 hezar salan li ser vê axê bûye amêta wê mîras, arkolojî, mîtolojî, çand, dîrok, çîrok, ziman, erdnîgarî, bawerî û fikirên ku niha bi hemûyan re bûye Kurd û weku ax jî Kurdsitan. Mar yek ji wan sembol, taybetmend û efsaneya Kurdî ye ku roleke mezin dibîne di mîtolojî, çand û zimanê Kurdî de. Mar ajaleke xişok e û goştxor e. 20 curên marî hene ku paj dibin ser 500 regez û 2400 curên mar.
[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=510970&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Mar di dîrok, efsane, çand, ziman û baweriya Kurdî de=KTML_Link_External_End=