ZIRYABÊ KURDÎ
Vekolîn û nivîsandin: #Qendîl Şeyxbizînî#
Hûnernas, Mûzîknas, Çandnas, Etiketnas, Estetîknas, Hûnermend, Ûdûlûd, Awazsaz, Şaîr, Mamosta, Modîlîst, Dîzayner, Gerdûnnas, Erdnîgarnas, Seqanas, Botanîk, Chêf, Îcatkar û Zana”yê Kurd Ziryabê Kurdî” navê wî El-hesen“ Alî Nef’î”ye, navê wî “Zêraw”e anku ava zêrê, avzêr, zêrav ku weha rave dikin nav bi esil “Zeryaw yan Ziryaw” bûbe ji ber ku wê demê zimanê Pehelwanî bo nivîsandinê hatiye bikaranîn, peyva “Û”yê û AW”ê weku “AB”ê hatibe nivîsandin bûbe “Ziryab”ê. Lê hinên din navê wî vedigerînin ser “Suhrab yan Zorab”ê. Ziryab di sala 789ê zayinî de li başûrê Kurdistanê, li bajeroka Şêxanê ya girêdayî bajarê
Nînova(Musil)ê yaw ê demê ji dayik bûye û di dawiya çaxa 7ê û destpêka çaxa 8ê de li bajarê Begdadê di dema dewleta Abbasî ya Îslamî de ku paytexta wê Begdad bûye jiyaye. Ziryab deh zarokên wî hebûn 8 kur û 2 keç bi navên “Abdulrehman, Abdulleh, Yehya, Cafer, Muhemed, Qasim, Ahmed, Hesen, Aliye û Hemdûne”yê, tiştê ku tê gotin, Ziryab bi hevjîna xwe re gelek dilovan û qenc bûye.
[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=510989&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin ZIRYABÊ KURDÎ=KTML_Link_External_End=