Navê pirtûkê: Werîsê Sor
Navê nivîskar: Alan Ward
Navê wergêr: Adnan Çelik, Ergin Öpengin
Wergera ji ziman: Ingilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2021
Rûpel: 88
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Payiza 1960an ciwanekî îrlendî bi navê Alan Ward ku hêj 23 salî bû hate Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de (Diyarbakır Maarif Koleji) wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Hêj çar mehên xwe tijî nekirî ji karê xwe hat dûrxistin û izna wî ya îqametê hate betalkirin. Ev yek ne ji ber kêmasiya wî ya mamosteyî bû, lê ji lewma bû ku fêrî kurdî bûbû û bi xwendekaran re bi kurdî xeber dida. Ew ciwanê dilsoz û qedrzan vegeriya welatê xwe. Lê ewqas di bin bandora Diyarbekir û kurdan de mabû ku wî tu caran ew ji bîr nekirin. Salekê li ser wan çar mehên xwe yên li Diyarbekirê û hevalên xwe yên kurd hizirî û helbesteke dirêj nivîsî bi navê La Còrda Roja anku Werîsê Sor, û di sala 1964an de bi zimanê oksîtanî û frensî çap kir. Ev berhema di destê we de wergera vê helbestê ye, ku bi vê bangê dest pê dike:
Roja tu min darda dikî, birayê tirk
roja tu min darda dikî, ho turkmen
bila sor be werîsê min
sor wek çem
sor wek Dîcle li demsala baranan[1]