Nav:Elî Merdan
Dîroka jidayîkbûnê:1904
Dîroka koçkirinê: 24-07-1981
Cihê jidayîkbûnê: Axa Tekyeya Şêx Elî ya Kerkûkê
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Hostayê meqamê, dengê muzîka kurdî Elî Merdan
Hunermendê navdar Elî Merdan roja 24-07-1981'ê de ji nav me bar kir. Merdanê ku dema mir 77 salî bû li dû xwe gelek stran hiştin.
Hunermend Elî Meerdan di sala 1904'an de li li Taxa Tekyeya Şêx Elî ya Kerkûkê hatibû dinê. Ew wekî mamostayê meqam û sitranên kurdî dihat nasîn.
Ew dema 8 salî bû malbata wî bar dike diçe gundê Leylan. Li wê derê Merdan tembûrvanekî navdar Xidir Baramî nas dike. Merdan li ber destê wî hîn dibe. Paşê ji bo hunerê diçe Bexdayê. Fêrî meraqa erebî û farisî dibe. Ji bilî kurdî bi erebî û farisî jî dizanî.
Di sala 1939'an de Radyoya Bexdayê bi keda wî ava bû. Di radyoyê de wî gelek stran strîn.
Elî Merdan di navbera salên 1904-1972’yan de bi sedan stran û meqam bi kurdî tomar kirin. Ew hostayê meqamên kurdî bû.
Bi sedan stran wî tomar kirine ku qala 900 hebî tê kirin. Hin berhemên wî yên ku navdar in ev in: Fatîma, Kiras Kuderê Awrîşim, Xom û Oda Kam, Kolan bi Kolan, Cana Besiyetî, Ew Parçam û Agirî Can, Şev û Roj Li Xeyal Li Ber Çavî, Mama Canî Mama û Şadeşil Bo Çî Wat Kird.
Li aliyê din gelek hunermendî jî wî sûde girtine. Hunermendên wekî Mihemed Salih Dilan, Mamlê, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq ji wan hunermendan in.[1]