Nav: Rehîmê Qazî
Dîroka jidayîkbûnê: 1925
Dîroka koçkirinê: 09-05-1991
Cihê jidayîkbûnê: Azerbêjan - Bokan
Cihê koçkirinê: Bokan
=KTML_Bold=Niviskarê 'Pêşmerge'yê Rehîme Qazî=KTML_End=
Dîrok: 09-05-2023 Beş: Serbest
Diyarname
Nivîskar Rehîmê Qazî di roja 09-05-1991'e canê xwe ji dest da. Rehîmê Qazî yê bi pirtûka xwe Pêşmerge tê nasîn kî ye?
Rehîmê Qazî di sala 1925’an de li gundê Gwêgeceliyê ya Mukruyanî hatiye dinê. Li Bakûyê, Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Kirov xwendiye.
Di sala 1954’an de teza doktorayê ya bi navê ‘Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed’ nivîsandiye. Demekê li heman zanîngehê dersên dîrokê dane. Bi navê “Kurdistan” rojnameyeke ku 14 salan dom kir derxistiye.
Di sala 1958’an de nivisandina yekem romana bi soranî “Pêşmerge” temam kiriye. Pêşmerge di sala 1959’an de li Êrîwanê, di sala 1961’ê de li Bexdayê û di sala 1963’yan de jî li Bakuyê çap bûye. Romana wî li Bakur jî çend caran hatiye çapkirin. Herî dawî ji aliyê Weşanxaneya Lîs ve roman hatiye çapkirin û 120 rûpel e.
Romana wî Pêşmerge li her parçeyên Kurdistanê tê zanîn. Ji hemû xebatên wî wêdetir bi vê pirtûkê ew li nav kurdan hatiye nasîn.
Di sala 1991’ê de dema hê 66 salî bû li Bakuyê dimire û gora wî li Bakuyê ye.
Di roja salvegera mirina wî de em wî bi hurmet bibîr tînin.[1]