=KTML_Bold=Dara Miradan=KTML_End=
Dara Miradan, dareke wisa ye ku mîna mîrasekî kevnar di bîrdanka kurdan de maye. Di folklor û çanda kurdan de gelek darên miradan gelekî li bajar û gundewaran tê dîtin. Ev dar jî bi xwe ye dara tûyê ye û li bajarê Kobaniyê bi taybet li ser kaşê Miştenûrê ye.
Di her welatekî yan herêmekê de gelek kevneşopî û cihên dîrokî hene û her deverek ji welat xwedî taybetmendiyek cuda ye. Her wiha, yek ji mezhebên nirx û sincên welat ên pîroz, çiyayên wê ne û bê guman ew şahidiya tevahî buyer, serpêhatî û serbihuriyên ku tê de diborin, dikin, dişopînin û cewhera wê rave û diyar dikin. Ji ber vê yekê Kobanê jî yek ji herêmên ku bi kaş an jî çiyayê xwe ve navdar û dewlemend e. Ew kaş bi navê Miştenûr tê nasîn, dîroka wê digihêje bi sedan salan ku şahidiya gelek çîrokên cuda-cuda kiriye û di her kêliyekê de jî destanên rûmetbûnê nivîsandiye.
Ev dara miradan ku li ser vî kaşî peyda dibe li gorî ku kal û extiyarên bajêr dibêjin ku dîroka vî darî vedigere salên 1979'an de. Esas ev dar tûyê nagire û tê gotin ku wiha ji xwe ber ev dar mezin bûye. Ev dar ji bo nivîskar, xelk û miletên herêmê xwedî cihekî girîng girtiye. Her kesê/a ku hêviyeke wan hebûya diçûn li ber wê darê paçikên xwe girê didan da ku hêviyên wan pêk were.
Li dorhêliya wê kaşî wî darî xwedî dîmeneke newaze dida, ne tenê bajarê kobaniyê sûretekî xweşik dida tevahî Deşa Sirûcê. Lewma çi gava ku ji xelkê qala vî darî bikî jê re dibe xwedî bîrdankeke kevnare. Lê mixabin di van salên dawiyê de ev dar ji aliyên komên nenas ve hate qutkirin û pê re dîmeneke gelekî xemgîn li gel xelkên herêmê çêkir.
Çavkanî: Hevpeyvîn bi xelkên herêmê re.
Têbînî: Wêne milkê giştî ye û di nava xelkê de berbelav e. [1]