Navê pirtûkê: Baxçeyê Heywanan
Navê nivîskar: Ghislain Zuccolo
Navê wergêr: Sacha Ilitch
Wergera ji ziman: Fransî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2010
Rûpel: 22
=KTML_Underline=Rave=KTML_End=
Zarokê ku vê kitêbê bixwîne ê kêm goşt bixwe
Qaz û werdek êdî ne li golan, dîk û mirîşk ne li hewşan, berx û karik, bizin û mî, beraz û ga ne li deşt û newal û zozanan diçêrin. Ev hemû heywanên ku berê şirîkê jiyana me bûn vêga ji ber çavê me dûr dijîn. Ew êdî di çewligên gelek mezin û xirab de bi êmên tije hormon tên xwedîkirin, tenê ji bo ku qelew bibin û zêde goşt bidin. Em wan tenê navkî nas dikin bê ku bizanibin çawa hatine xwedîkirin û çi hatiye serê wan, beriya ku wek goşt bên ser sifra me. Ew goştê ku dibê sebebê gelek nexweşiyan.
Zarokno, mezinno! Hûn dizanin ku firotina goşt her sal li Kurdistanê du qat zêde dibe?
Fermo bidin dû Qijik Lolîta, ew ê we li zindanên serdem bigerîne û çi tê serê heywanan ê nîşanî we bide.[1]