Nav:Ferhat Keskîn
Nasnav: Ferhadê Feqî
Dîroka jidayîkbûnê:1967
Cihê jidayîkbûnê: Çewlig
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Derhêner Ferhat Keskin, bi navê xwe yê kurdî weke “Ferhadê Feqî” jî tê nasîn, di sala 1967an de li Çewligê ji dayik dibe. Piştî xwendina dibîstana seretayî, berê Stenbol, piştî du salan jî, koçî Elmanya dike, diçe cem malbata xwe. Li wir perwerdehiya diqedîne, dûre dest bi karmendîtiyê dike. Dev ji karmendiyê berdide, di nav komên cuda yên Almanî de dest bi lîstikvaniya şanoyê dike.
Di sala 1992an de, li bajarê Kolonê, tev hevalên xwe koma “Teatira Botan” saz dike, li wir wek derhêneriya şanoya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê dike û pişt re lîstika Herold Pînter a bi navê “Zimanê Çîyan” derdixe.
Ji 1992an heta 2006an, weke lîstikvanê şanogeriya Almanan di “Theater an der Ruhr” de cî digre, di heman demê de, di rêveberiya derhêneriya “Roberto Cîûllî” karên xwe yên hunerî didomîne.
Di 2006an de li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî” dîsa heman şano li Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” di 2012an û di 2008an de li Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar ne Heye ne Tune ye” derdixe ser sehnê.
Ferhat Keskin, li Elmanya ji xêynî şanogerîyê, di fîlmên tv û Sînemayê da aktorî yê jî dike. [1]