Nav: Yakup
Nasnav: Yakup Aykaç
Navê Bav: Aykaç
Sala jidayîkbûnê: 1987
Cihê jidayîkbûnê: Wan
$Jîname:$
ji Wanê ye. Li Zanîngeha Marmarayê ji beşa Perwerdeya Matematîkê derçû (2010). Bernameya masterê bi teza “Dîwana Hezîn (Metin, Lêkolîn û Ferheng)” li Zanîngeha Bîngolê (2015); bernameya doktorayê jî bi teza “Kürt Mirliklerinde Edebî Patronaj (1514-1846)” [Patronaja Edebî di Mîrektiyên Kurdan de (1514-1846)] li Zanîngeha Dîcleyê (2020) qedand. Wekî lêkoler li Zanîngeha Mardin Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de xebitî (2014-2022). Ji sala 2023an pê de wek endamê perwerdeyê li Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê dişixule. Pirtûkên wî yên weşandî ev in:
• Mela Ebdulletîfê Berwarî, Dehdehê Evînê, Lorya, Wan 2020, (digel H. Taşkın).
• Mela Ehmedê Palo, Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran, (c. I-II), Nûbihar, Stenbol 2022, (digel M. Yıldırımçakar, V. Başçı, R. Palo).
• Mecme‘a Xezelyatêd Şu‘erayêd Kurmancan ji koleksiyona Aleksandre Jaba.
[1]