$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Bekîr Kina
Nasnav: Bawer Botan
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dê û bav: Suphan - Haci
Dîrok û cihê şehadetê: 06-08-2023/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bawer ê ku ji ber zext û zordariya dewleta Tirk a qirker neçar ma ji Kurdistanê derbasî Stenbolê bibe û li metropolên Tirkiyeyê bi cih bibe û di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Tevî ku ji Kurdistanê dûr mezin bû jî, bi çand û hişmendiya welatparêziyê ya ku ji malbata xwe girtî mezin bû. Weke ciwanekî Kurd ku li metropolên dagirkeran jiya, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê zilma dijmin a li ser gelê me. Hevrê Bawer ku li hemberî hewldanên mêtingeriyê yên ji bo xistina ciwanên Kurd bi her cure rêyên qirêj, bi taybetî jî maddeyên hişber bêdeng nema, di temenê xwe yê ciwan de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û di wê baweriyê de bû ku divê bi têkoşînkirinê bersiv were dayîn. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna nava xebatên ciwanan gava yekem di nava refên têkoşînê de avêt, ji bo parastina ciwanên Kurd li hemberî polîtîkayên qirêj ên dagirkeran û hişyarkirina wan kedeke mezin da. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me hêrsa hevrêyê me Bawer xurtir kir û bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê ku temînata siberoja azad a gelê me ye xeta milîtantiyê nîşanî hemû ciwanên Kurd da.
Hevrêyê me Bawer ku sala 2019'an tevlî nava refên gerîla bû, bi hilbijartina 15'ê Tebaxê roja vejînê ya gelê me re destpêkeke mezin û watedar kir û li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) meşiya. Hevrê Bawer ku ji erdnîgariya bihuşt a Kurdistanê gelekî bandor bû û bi tevlîbûna nava refên gerîla hesreta xwe ya welat sivik kir, bi kesayeta xwe ya bi hêz, bi coş û kedkar hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû mabû bi lez derbas kir û bi jiyana gerîla ya pîroz re bû yek. Hevrêyê me Bawer ê ku xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kir û milîtantiyê esas girt, hem di warê leşkerî de hem jî di warê bîrdozî de bû milîtanekî ku ji şert û mercên dijwar ên serdemê re amade bû. Hevrêyê me yê ku bi îrade û biryardariyek mezin xwedî li erkên şoreşgerî derket, di demeke kurt de derket pêş û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me bi armanca tevlîbûneke xurt a xeta têkoşînê ya ku bi nirxên pîroz a şehîdên me hatine afirandin diparêze û bilind dike, her tim li ser vê bingehê rawestiyaye û ji bo pêkanîna vê lêhûrbûn esas girtiye. Hevrê Bawer ê ku timî tempoya tevlîbûnê zêde dikir, bi her hevrêyekî xwe re têkiliyeke xurt datîne, hevrêtiya PKK’ê ya pîroz xurtir dike, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re fêrbûna xwe dewlemend û kûr dikir. Tevlîbûn û şehadeta xizm û derdora wî bû bingeh ku hevrêyê me Bawer bi xurtî xeta şehîdan hembêz bike.
Hevrêyê me Bawer ê ku di demeke wiha de ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên înkar û îmhayê zêdekirine, tevlî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, di demeke kurt de bû milîtanek jêhatî û bû xwedî sekn û jiyanek milîtanî. Hevrêyê me Bawer ku di her erkek xwe de serkeftinê esas digirt, bû yek ji hevrêyên me ku ruhê serketinê di şexsê wî de şênber bû. Têkoşîna hevrêyê me Bawer ku mîrateyeke berxwedanê ya ti carî nayê jibîrkirin li dû xwe hişt, em ê weke hevrêyên wî bi teqezî heta serketinê bimeşînin.
[1]