$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Ahmed Silêman
Nasnav: Levent Qamişlo
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dê û bav: Ranîa - Yasîr
Dîrok û cihê şehadetê: 08-08-2022 / Garê
$Kurtejiyana şehîd:$
LEVENT QAMIŞLO
Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo pêşket; di warê civakî, siyasî û leşkerî de jî guhertin û veguhertinên girîng çêkir. Zihniyeta dewletparêz a ku rejîma BAAS’ê bi zext û tirsandinê serdest dike, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re cihê xwe ji zihniyeta demokratîk re hişt. Di pêvajoya şoreşgerî ya ku berdewam dike de, wê nifşek azadtir bifikire, hesasiyeta civakî pêş xistiye, li dijî feraseta şaş a azadiya pergala kapîtalîst têdikoşe û azadiya civakî esas digire, ava kiriye. Bi vê wesîleyê ciwanên Rojava li dijî êrîşên li dijî gelê me yên li her devera Kurdistanê, tevlî refên têkoşînê bûne û erka xwe ya pêşengtiyê bi cih anîne.
Hevrêyê me Levent di nava malbateke welatparêz de li bajarê Qamişlo yê ku pêşengiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, ji dayik bû. Her çiqas ji zarokatiya xwe ve ji ber welatparêziya malbata xwe navê Partiya me bihîstibe jî, bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re derfet dît ku me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Levent ê ku di nava şert û mercên şoreşê de mezin bû û kete nava pêvajoya ciwanan, bi xwe şahidê şerê dijwar ê salên dirêj bû. Dîtin û şahidiya berxwedana destanî ya li hemberî êrîşên rejîmê û çeteyan, şehadetên di vê berxwedanê de, hevrêyê me Levent gihandiye astekê. Dema ku dem hat, pê hesiya ku divê ew jî bibe bersiv ji daxwaza gelê me ya azadiyê re û wisa difikirî ku tenê bi vî awayî dikare bibe layiqê şehîdên me. Şerê ku li gelek herêman bi taybet li Reqayê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate meşandin û şehadetên ku di vî şerî de hatin jiyîn, hevrêyê me Levent gelekî bandor kir. Hevrêyê me Levent bi zanebûna ku şehadeta wan encex bi pêşengtiya têkoşîna wan dibe, bi merasîmeke şehadetê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Tevî ku di destpêkê de piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di fêrbûna çiya û jiyana gerîla de hin zehmetiyan kişand jî, bi saya mezinahiya armanca xwe û dilsoziya xwe ya bênavber a bi rastiya şehîdan re, bi îradeyek mezin van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me Levent ê ku li ser rê û rêbaza têkoşînê ya rast tevdigere, di demeke kurt de di kesayeta xwe de veguherînên girîng afirand û bû gerîlayekî jêhatî. Di îdeolojiya Rêbertiyê de bi perwerdehiya ku dît xwe pêş xist, ji bo xwe bigihîne kesayeta Modernîteya Demokratîk bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Hevrêyê me Levent ê ku di pêvajoya perwerdeyê de jîr û eleqeya wî ya bi teknîkê ji aliyê hevrêyên wî ve dihat dîtin, piştî perwerdeya xwe ya bi serkeftî bi dawî kir, derbasî beşa teknîkê ya li qada Garê bû. Hevrêyê me Levent ku nêzî 3 salan li vir xebat meşand, di warê afirandina binesaziya teknîkî ya qada xwe de kedeke girîng daye. Ji ber şêwazê xebata wî ya bi disîplîn û berdewamiya lêgerîna wî ya afirandina tiştên nû, ji aliyê hevrêyên xwe ve wek mînak hate girtin. Dîsa kûrahiya hevrêtiyê û hestên hevrêyên wî yên nêzî wî yan jî dûrî wî, di hevrêyê me Levent de asteke girîng a balkişandinê derxist holê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser destkeftiyên gelê me yên ji Rojava heta Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deveran pêk hatin û hem jî şehadetên hem ji nava gelê me û hem jî ji nava hevrêyên me, hevrêyê me Levent gelekî bandor kir. Hevrêyê me yê ku ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin û hilanîna tola şehîdên me xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû, fikirî ku divê di çarçoveya ji nû ve avakirina gerîla de xwe perwerde bike. Li ser vê bingehê hevrêyê me destpêkê perwerdeya çekên giran dît, piştre bi perwerdeya sabotajê di warê leşkerî de bû pispor. Hevrêyê me Levent ku xeyala wî ya herî mezin ew bû ku li kêleka hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şer bike û li ser vê yekê israr kir. Di vê wateyê de ne tenê ji aliyê leşkerî ve di aliyê bîrdozî de jî xwe kûr kiriye. Bi taybetî li hemberî polîtîkayên dijmin ên di çarçoveya şerê taybet de dihat pêşxistin, hesas bû û li ser vê bingehê hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me Levent ku bi dil û can bawer dike ku ti êrîşa dijmin nikare serketina gelê me asteng bike, bi vê giraniya xwe ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêz û moralê.[1]