$Taxa Ereban (Kurdan)$
Bajarê #Kobanî# yê xwediyê du kanî yan jî taxên mezin in; yek ji wan re kaniya Ereban (Kurdan) û yan din jî Kaniya Mirşidê (Mirşid Pînar) e. Li vir em ê qala Kaniya Ereban (Kurdan) bikin. Ev kanî yan jî taxa mezin li rojhilatê bajarê Kobaniyê dikeve. Ji ber ku ev kanî xwedî av, şînkahî û hênikahiyeke pir mezin e, ji aliyê erebên derdorê yên cîran ve dihatin û pezên xwe li ber vê kaniya av didan û diçêrandin. Ji ber wê hinge ji aliyê xelkê herêmê nave Kaniya ereban lê hate kirin. Heta mirov dikare bi qasî gundekî jî nav lê bike. Ji xwe gava ku serxet û binxet hate çêkirin hemû gundê kurdan bi du parçeyan bûn. Ji ber ku li hêla Bakurê Kurdistanê de Kaniya Ereban heye.
Ji xwe tê gotin ku xwediyê stranan Memê Alan, Siyabend û Xecê ew dengbêjê bi nav û deng Mişo Bekebûr Berazî ji vê kaniyê ye. Di peyre piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê xelkê vê herêmê re nave kaniya Kurdan lê hate kirin, lewma xelkê herêmê niha bi vî navî lê dikin û bêhir ev kanî bi malbata mezin ya Mechanan ve tê naskirin.
Li dora vê kaniyê bi sedan darên fêkî û meyweyan hebûne. Her wiha bi sehan teyr û tilût jî dihatin dîtin. Lê mixabin di van salên dawiyê de ev kanî hate miçiqandin, ne tenê ev kanî, çi kaniyê ku li bajarê Kobaniyê û gundewarên wê hebûne hatin miçiqandin û ev bajar di nava hişkahiyeke metirsîdar de ma.
bi dora 440 gundên piçûk, ku piraniya wan kurdên sunî bûn. Ew di sala 1892-an de wekî bajarekî nûjen rabû, û di navbera 1911 û 1912'an de piştî damezrandina rêhesinê bû kombûnek girîng a infuse çêbû, ji ber ku jê re digotin Kobanî û piraniya eşîrên kurd bi çandinî û xwedîkirina sewalan radibûn.
Çavkanî: Hevpeyvîna bi zarbêjê Kobanî, Henîfê Ismet re.[1][2]