KONSTANTÎN SÎMONOV–(LI BENDA MIN BE)
(1915–1979)
Wergêra vê helbesta Konstantîn Sîmonov ya bi navê «Li benda min be», ku ewî li pêşanîya şerê cîhanêyî duemîn evîtîye li ser avîna xwe, ez bi xemgînî dîyarî wê ZERÎYA ÊZÎDÎ YA JI ŞENGALÊ dikim, ya ku îro di destê dijiminê hov da zare-zare…
LI BENDA MIN BE
Li benda min be û ezê bêm.
Her tenê tu li benda min be.
Bendawar be, gava baran bê
Û wê melûlîya te birevîne.
Bendawar be, gava bager be,
Germistan be gava,
Dema bendawar îdî tune be,
Ku bîr kirine duh va.
Bendawar be, ji warê dûr-derez,
Ku nameyên neyên îdî,
Bendawar be, gava bibe merez,
Ji bo çavên li rê qerimî.
Li benda min be û ezê bêm,
Nehêvşîne wê dilovanîyê,
Ji bo wan kesan, ku ezberî
Dizanibûn ku çîye xemxûrî.
Bila law û dê bawer bikin,
Ku ez îdî tune me belkî,
Bêtaqet bibin heval û hogir,
Kund vedin li dora kuçkê agir,
Vexwin şerva tal
Û bîr bînin ruhê şîrin...
Bendewar be. Lê tu lez nekeve
Û tevî wan wê şeravê venexwe.
Li benda min be û ezê bêm,
Lo ji eynata ehelên mirinê.
Kê hîvîya min nîbû, lê ew bila
Beje:–bextê wî çawa anî.
Lê ew nemerd, dexesên din,
Li serva naçin, ku çawa ji agir,
Bi bendewarîya xwe
Te ez parstim.
Ku ez çawa nemirim, tenê ez
Û tu dizanin,–
Ji ber bendewarîya nebînayî,
Ji ber ku tu hîvîya min mayî.
Wergêra ji rûsî ya Prîskê Mihoyî.
03.08.2015
P.S. Nivîsarnasî: helbestvanê rûsî navdar yê sedsala 20-î Konstantîn Sîmonov eva helbesta xwe dîyarî aktrîsa naskirî ya bi navê Valêntîna Sêrovê kirye. Dû ra Valêntîna dibe xanima wî.
Sala 1941-ê Konstantîn Sîmonov wek rojnamevanê rojnama «Krasnaya zvêzda» (Steyra sor) diçe li ber şêr. Ewî meha TEBAXÊ ev helbest li pêşanîya şêr nivîsye… Tiştekî sîmbolîke, ne?! Meha tebaxê, meha wêran, meha mêran, meha mêrxasan, meha cangorîyan, meha heyfhildanê!..
[1]