=KTML_Bold=EDEBIYAT AN WÊJE?=KTML_End=
Yaşar Eroglû
Têgeha ‘wêje’yê di beşeke berfireh a derdorê ziman, wêje û çanda kurdî de nayê bikaranîn û gelek wêjerist xwe ji vê têgihê dûr dixin. Reftareke ku neyê ferqkirin nîn e. Vê helwestê herî dawî di civata sohbet û îmzekirina pirtûkên niviskarekî de bala min kişand. Nivîskar bi israr heta dawiyê têgeha ‘edebiyat’ê bi kar anî. Piştî civatê ez fikirîm ku min ev pirs çima jê nepirsî. Mixabin ew mecal ji dest çû, lê min hewce dît ku dîsa jî ez vê yekê bi nivîsekê bînim zimên.
Ev reftareke psikolojik e yan tiştekî din e? Lê mijara nîqaşê ye.
Beşeke ne kêm ji bikaranîna vê têgehê bi zanîn xwe jê dûr dixin. Hinceta wan a mirov tê digihîje yan jî bi xwe jî tînin ziman heye. Li gorî vê reftarê têgeha ‘wêje’yê nikare dewsa ‘edebiyat’ê bigire, ew bi sedan salan e di wêjeya klasik a kurdî de hatiye bikaranîn û ya ku beramberî ‘lîteratûr’a latînî (îngilîzî, fransizî û zimanên din ên rojava) ye, ‘edebiyat’ e.
Belkî ji aliyekî ve mafdar bin lê pê re gelek têgehên nû yên ji kurmancî-soranî û zaravayên din ketine zimanê kurdî, dike nav nîqaşê. Helbet li gorî min nîqaşeke nerast e. Têgeheke herî zêde bê bîra mirov ‘çand’ e ku beramberî ‘kultur’ê tê bikaranîn. Dîsa ‘hevok’, ‘lêker’, ‘rêziman’ û gelek hêmayên ziman, wêje û çandê hene û di heyamên dawîn de nav hatine lêkirin. Di dewsa wan de divê têgehên erebî, farisî û latînî-rojavayî bên bikaranîn?
Bi min ev reftareke konzervatîf ango parastina mihefezekariyê ye. Ziman hêmayeke giyanewer e, li gorî her heyam û serdeman diguhere, hêmayên civakî yên zimên li gorî qada bikaranînê xwe diguherînin û peyv û têgehên nû tevî ferhenga kurdî dibin. Bikaranîna hinek peyv an têgehan qels dibe ya hinekên din jî weke pêdivî derdikeve pêş. Em nikarin ne xwe bi edebiyat, ‘sehf û nehf’a erebî ne ‘kultur’ an ‘îmformation’a latînî ve girêdayî bihêlin.
Lê divê ji bo gotinên min baş bên têgihîştin jî ez hinekî li ser bisekinim û mebesta xwe rave bikim.
‘Edebiyat’a ku beşek ji eleqedaran tercih dikin rayeka (kok) wê ji zimanê erebî edeb-terbiyeyê hatiye. Yanî terbiyekirin-edebkirina tiştekî yan jî hêmayekê. Dema ku em tînine ser mijara wêjeyê, tê wateya terbiyekirina gotinan.
Têgeha ‘wêje’ di zaravayê soranî de xwe rastrest digihîne gotinê. Gotin= wîtin (soranî), vatin (zazakî), wêj- wêje (soranî), vazê, vaje (zazakî). Jixwe di kurmancî de tenê weke peyv ‘bêje’ heye, bêj, dengbêj, stranbêj bigotinê re eleqedar e. Pê re em dikarin bi awayekî zelal bêjin têgeh an jî peyva ‘wêje’yê yekser gotin û eleqedariya gotinê bixwe ye. Yanî di morfoljiya wê de terbiye û tîmar tune ye.
Yanî wêje rasterast bigotinê re dikare bê nirxandin. Madem bi têgeha gotinê hatiye hildan dest hingê têgeha ku ‘edebiyat’ê îfade dike û bi awayekî gelemperî gotina nivîskî tîne ziman em ê nirxandineke wiha lê bar bikin û nabe kêmasî; têgeha ‘wêje’ ji nû ve pêkanîna gotinê ye. Yanî herî zêde nêzî wateya her kes li ser vê têgihê li hev dike ku, ‘wêje bi awayekî bedewkarî ji nû ve afirandina jiyanê ye’ dibe. Bedewkarî karê hostatiya gotinê ye, xweşkirina gotinê ye, di nav de yekser gotin heye. Weke ‘edebiyat’ê lidorgerîna gotinê nîn e, peyama wê rasterast gotin e. Helbet terbiyekirina gotinê jî tê de heye lê terbiyekirin bixwe nîn e. Ew jî têgeha ku ‘edebiyat’ îfade dike bixwe ye. ‘Wêje’ ji ‘edebiyat’ê xurtir wateya zanistî diderbirîne.
Lê beşek ji têkildadarên wêjeyê ji ber çi jê dûr dixin, çima gotina wêjeyê nakin xwemalî? Gelo wêje ji edebiyatê zêdetir me îfade nake? Eger di ferhenga kurdî de berginda edebiyatê tune be, pêkan e ku em têgeha ‘edebiyat’ê her tim bi kar bînin. Lê heye. Hingê ne rast e ku em vê yekê bispêrine zimên. Bila ferhenga kurdî di riya xwe de biherike û ji bo pêdiviyên nû ziman li gorî mîrateya kurdî xwe nû û berfireh bike.
Divê em hinekî li ser ‘edebiyat’ê hûr bibin. Dema ku min ji bo têgeha ‘wêje’yê lêkolîneke piçûk kir dostekî hêja yê soranînas got, “têgeha wêjeyê zêdetir di devoka soraniya Sinê û Erdelanê de heye, aliyên din ji bo ‘wêj’ê ‘lê’ tê bikaranîn”. Erdelan wargeheke wêjeya kurdî ye dibe ku ev têgeh ji wir hatibe. Yanî koka pêkhatina wê xurt e û navendeke wêjeya kurdî ye. Em li ‘edebiyat’ê dinêrin dîmenekî cudatir dedikeve pêş me.
Edebiyat ji peyva erebî edeb, terbiyeyê tê. Hin çavkanî koka wê heta Sumeran dibin. Li nîvgirava Erebistanê beriya Îslamê jî wêje hebû, nemaze jî helbest. Ebû Cehîl yek ji wan helbestristên berî Îslamê bû. Piştî ku pergala Îslamê serwer bû, seranser civak li gorî pergala nû hat dîzaynkirin. Ji pir hêlan ve civaka ereban bê ser û ber bû. Bi şerîeta Quranê ku ew jî metneke edebî ye û nivîsa erebî terbiye kiriye, civak bi riya wê ji nû ve dawetî rê, rêbaz û terbiyeya Îslam wehd dike, kir. Yanî edeb û terbiye tenê ji bo wêjeyê na, civak bixwe jî hêmayê-elemanê wê terbiyeyê bû. Em dikarin koka ‘edebiyat’ê bigihînin vê serdem û qewmîna olî, civakî, pergalî. Yanî bi riya Îslamê hewce bû ku civaka ereb a bêserûber ji nû ve bê terbiyekirin. Nivîsa erebî, civaka ereb û gotina erebî bi riya Îslamê hatiye terbiyekirin. Gava mirov fêr dibe ku ji bo bênîzamiya civat û meclîsa eshabeyan û beredayîbûna êvarên Mekeyê ayet û hedîs hatine; hingê edeb, edebiyat û terbiye ji ku hewce bûye û çawa veguheziye fêmbariya îro tê digihîje.
Edebiyata kokerebî serûveneke wiha derbas kiriye lê weke ku me li jor jî got ‘wêje’ya kurdî rasterast ji gotinê derdikeve û gotinê ji nû ve pêk tîne. Watexurt e, etîmolojiya wê tam li gorî wateya têgeha wê ye. Gelek xurt hev temam dikin.
Beşek ji rewşenbîrên kurd çima di vê têgeha ‘edebiyat’ê de israr dikin û edebiyatê tercîhî wêjeyê dikin?
Serdema ku rewşenbîriya kurdan li pêş nebû, rewşenbîriya civakên Rojhilata Navîn; zanist, tip, wêje û têkiliyên bi vî rengî gelemperî bi zimanê erebî û farîsî pêk dihatin. Civakên ne ereb û ne faris jî bi van zimanên serwer rewşenbîrî û gelek têkiliyên din pêk dianîn. Ji ber wê termînolojiya wan bi kar dianîn. Gelek asayî bû, çawa ku zimanê latînî li Ewropayê heman rol dilîst. Rewşenbîrî û wêjeya klasik a kurd jî jê sûd wergirt.
Roja îro zimanê kurdî her çi bê dewlet be jî hatiye gihîştiye qonaxekê. Di gelek qadan de termînolojiya xwe pêk aniye. Wêje jî ji wan qadan yek e. Di nav rewşenbîrên kurd de dilbijînek ji bo termînoljiya zimanên biyanî heye û di vî warî de kurdiya xwe bes nabînin.
Bi rastî arîşe ne ew e ku bila yekpare termînolojiya zimanên biyanî neyê bikaranîn. Arîşe besnedîtina termîlojiya kurdî ye. Rûyê wan tim li edebiyatê ye, wêje têgeheke çêkiriye û ji bo derbirînê têr û bes nayêdîtin. Termînolojiya ku têra derbirîna ziman neke, helbet wê ji zimanên biyanî, cîran û hwd alîkarî bê xwestin. Bila ji kerema xwe qasî ku têgeha ‘edebiyat’ê bi kar tînin, têgeha ‘wêje’yê bo sedeqeyê bi kar bînin bes e. Em li dijî ‘edebiyat’ ê nîn in. Li wê derê ‘gihayê hewşê tehl û tirş’ tê dîtin. Yek jî hewayeke termînolojiya biyanî heye ku hin rewşenbîrên kurd dema bi kar tînin bi kêfxweşiya wê sermest dibin.
Termînolojiya kurdî di gelek qadan de weke ‘wêje’yê têr û tije ye. Eger temînêoljiya me ya têr û tije hebe, lê em rûyê xwe lê venegerînin ew ne kêmasiya termînolojiyê ye, ev eyba rewşenbîra ne ku lê venagerin. Bikaranîna ‘edebiyat’ê ne şerm e lê bikarneanîna ‘wêje’yê şerm e.[1]