Nav: Huseyn
Nasnav: HUSEYNÊ KERÎM ALIYEV
Navê Bav: Kerîm
Sala jidayîkbûnê: 1897
Sala koçkirinê: 1972
Cihê jidayîkbûnê: gundê Qoturlu, herêma Kalbajar, Azerbaycan.
Cihê koçkirinê: Bakuy
$Jîyanname:$
Huseyn Kerîm oglu Aliyev (Huseynê Kerîm Aliyev). Jidayîkbûn: 1897, gundê Qoturlu, herêma Kalbajar, Azerbaycan. Mirin: 1972.
Xebatkarê Birûmet a zanistiyê, Doktorê Zanistên Bijîşkî, profesor.
Ji sala 1924'an endamê Partiya Komunistan bû. Huseynê Kerîm xwendekarê yek ji rayedar û otorîteya warê cerahî ya Sovyetê, Sergêy Petrovîch Fedorov e.
Piştî ku di sala 1926 an de li Lênîngradê Akademiya Bijîşkî ya Leşkerî qedand, dest bi mamostetî û xebatên zanistî kir. Sekreterê cîbicîkar (berpirsiyar) ê Buroya Navendî ya beşa zanyarên hemû Azerbaycanê bû (1929-1930).
$Erk û xebatên wî:$
Cîgirê Yekem ê Rektorê Beşa Zanistî û Perwerdehîyê ya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dewletê ya Azerbaycanê (1930). Namzet (1930) û Doktorê Zanistên Bijîşkî (1937). Profesorê nexweşiyên cerahî li Enstîtuya Bijîjkî ya Dewletê ya Azerbaycanê (1938). Cîgirê edîtorê (1932-1941), edîtorê sereke (1951) kovara bijîjkî ya Azerbaycanê. Serokê Beşa Cerahîya Giştî ya Enstîtuya Dewletê ya Azerbaycanê ji bo Pêşdebirina Doktoran (1938-1967).
Ji rojên ewil ên Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Huseynê Kerîm zanîna xwe ya mezin û ezmûna xwe ya dewlemend dide pêdivîyên enîyê. Ew hema hema li hemî nexweşxaneyên leşkerî yên li derdora Bakûyê şêwirmend û cerahê sereke bû. Ji bo enîyê gelek cerahên leşkerî û hemşîreyên emeliyatê perwerde kirin. Wî karekî mezin kir ji bo vedîtina rêbazên nû di zanistîya neştergerîyê û dermankirina birînan de, ku prosesa saxbûnê brîndaran bileztir bike.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn erk û karên wî:
Midûrê Beşa Nexweşxaneya Duyemîn Klînîka Cerahî ya Fakulteya Tibê bi navê N. Narîmanov (1967). Endamê Rêveberiya Civata Zanistî ya Cerahî ya Yekîtiya Sovyetê (1960-1969). Zêdetirî 20 salan, endamê Presidium (konsey) û cîgirê yekem ê serokê Civata Zanistî ya Cerahîya Azerbaycanê Sovêtê. Doktorê rûmetdar û xebatkarê zanistê yê birûmet ê Azerbaycanê (1942).
Wî 22 zanyar - Doktor û Namzetên Zanistên Bijîjkî perwerde kirin. Nivîskarê bi sedan gotarên zanistî ye.
Wî tevî karê zanistî û pedagojîk wek parlamenterê Meclisa Bakûyê xebatên civakî jî meşand.
Ew bi Ordena Stêrka Sor (13.02.1943), Ordena Ala Sor a Kedê (1963) û şeş madalya ve hatiye xelatkirin.
amadekirin: #HEJARÊ ŞAMIL#
[1]