=KTML_Bold=Piştî 8 salan çîroka 7 zarokên sêwî yên komkujiya Kobanî=KTML_End=
Omar Kalo
Bi sedema weşandina nivîsekê û hin wêne û agahiyan li ser çîroka 7 zarokên sêwî yên komkujiya 25-06-2015'an li Kobanî di malpera Tora Medyayî ya Rûdaw de, ji nû ve em gihiştin wan 7 zarokên ji malbatekê ku bav û dayik, kalik û pîrika wan li ber çavên wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin, û meta wan a keç jî hatibû birîndarkirin, piştî derbasbûna 8 salan ku di wê roja bi êş û dijwar de bibûn mêvanên mala min, ji nû ve ez gihiştin wan 7 zarokan û meta wan, û ez bi wan re axivîm û min zanî ku ew li kuderê ne û rewşa wan çawaye.
Malbata wan 7 zarokên sêwî û meta wan a keç, ji gundê Girik yê başûrê Kobanî ne, û evin navên wan, di pişt re jî çîroka wan:
Navê keçikê: Zozan Ehmed Şêxî ye.
Navên bav û dayika wê: Ehemd Ibrahîm Şêxî û Sebîha Îsa Elî ye.
Navên bira û jina birayê wê: Mihemed Ehmed Şêxî û Ferîda Ibrahîm Şêxî ye.
Navên her 7 zarokên birayê wê: Sîlva - Ehmed - Nisrîn - Rama - Mehmûd - Gulê - Elînda ne, ango 2 kur û 5 keç in, û ya herî bi çûk Elînda li pey xwe li mal hiştibûn.
Di berbangeke xapînok ya rojeke meha Rojiyê de, û piştî derbasbûna nêzîkî 2 demjimêr û nîvan ji bihîstina dengê teqe û teqînan di berbanga roja 25ê Hizêrana 2015an de li nav bajarê Kobanî, derdora demjimêr 07ê Sibehê, deriyê mala min bi lez û bez lêdiket, û di eynî demê de telîfona min jî lêket, min dît ku dostê min û rêvebirê Ragihandina Rêveberiya Xweser Mistefa Balî ye, dema min telîfon vekir, ji min re got bilez derî veke, ez bi lez û bez çûme derî û dema ku min deriyê mala xwe vekir, min dît ku ew û hevjîn û zarokên xwe ne, û keçeke birîndar û 6 zarokên din yên biçûk jî bi wan re di otombîlê de ne, min û Mistefa Balî me ew keça birîndar rakir û me anî li hindir mala me danî.
Piştî ku me hemû derbasî hindir malê kirin, Mistefa Balî ji min re got, ku dema ew û hevjîn û zarokên xwe ji taxa Mikelê li rojavayê bajarê Kobanî derdiketin, ji ber ku çekdarên DAIŞê ketibûn wê taxê û sivîl dikuştin, wan bi rê de dîtine ku ew keça birîndar û 6 zarokan ji ber çekdarên DAIŞê direvin, û ew li wan rawestiyane û bi xwe re rakirine û ji çekdarên DAIŞê û mirinê xelas kirine, û ji ber ku çekdar li nav bajarê Kobanî belav bibûn, rê li pêş wan girtî bûn, û wan nekariye wê keça birîndar bighînin nexweşxaneyê, loma wan berê xwe dabûn mala me, heta ku binêrin ka rewş çawa dibe û çi çare tên dîtin.
Zozan bi gulleyekê di lingê xwe de birîndar bibû, pir digriya û teng dibû, û her 6 zarokên biçûk û bê xew li dora wê kom bibûn, rewşa wê ya tenduristî ne metirsîdar bû, ji ber ku wê bi xwe birîna xwe girêdabû û xwîna wê rawestiyabû, hevjîna min destpêkê ava vexwarinê da wan, û ji bo aramkirina zarokan, sendewîşên xwarinê ji wan re çê kirin û hin tişt dane wan.
Piştî ku min ew keça birîndar û ew 6 zarokên biçûk dîtin û çîroka wan nas kir, ez gelekî êşiyam û tevlihev bûm, û ji bo ku em çareyekê ji rewşa wê keçê re bibînin û birîna wê derman bikin, me telîfonî nexweşxane û ambulansê kir, karmendên tenduristî li Kobanî ji me re gotin, ku ew nikarin xwe bighînin taxa me, ji ber ku çekdarên DAIŞê li ser rê xelkê dikujin, çare li pêş me neman, ji bilî xwe ragirtinê û bendewariyê.
Rewş û demeke pir dijwar bûn, di wê demê de, him divabû ez karê xwe yê medyayî bikim, ku wê demê nûçegîhanê Tora Medyayî ya Rûdaw li Kobanî bûm, û him jî divabû em parastina xwe û jin û zarokan bikin, û him jî rewşa wê keça birîndar û wan 6 zarokên pê re ji bo me istubariyek bû, ku divabû em çareyekê ji wan bibînin, min û mîvanên xwe me çek hilgirtin û me xwe amede kir, ku dema çekdarên DAIŞê êrîşî me bikin, emê berevaniyê ji ber xwe û jin û zarokan ve bikin.
Me jê pirsî û me xwest em çîroka keça birîndar û wan 6 zarokan bizanibin, wê keçê ji me re got, ku mala wan li taxa Miktelê li rojhilatê Kobanî ye û got, dema ew di xwe de bûne, komek çekdarên DAIŞê di berbangê de êrîşî mala wan û xelkê taxa Miktelê kirine, û ji wan re gotine ku ew kafirin û rasterast gulle berdane wan, di encamê de, bav û dayik, bira û hevjîna birayê wê kuştine, ango 4 kes ji malbata wê şehîd kirine.
Zozanê, ew keça birîndar ji me re got jî ku piştî çekdarên DAIŞê ew jî gullebaran kirine, bi baweriya wan ku ew keç jî miriye, lê ew tenê birîndar bibû û xwe bê deng kiribû, ta ku hîn gulleyan bernedin wê, û piştî ku çekdar ji mala wan derketine, ew û 6 zarokên birayê xwe ji mal derketine, û xwe ji ber DAIŞê xelas kirine.
Dema ku xwestibûn ji mal birevin ji ber birîna xwe, wê keçê zarokeke temen biçûk ya birayê xwe yê ku hatî kuştin, ango xwîşka wan 6 zarokên bi wê re, li pey xwe di Bêşîgê de li mal hîştibûn, ku di pişt re Asayîşa Rêveberia Xweser ew zarok dîtibûn û biribûn naxweşxaneya Emel li bajarê Kobanî, herweha got, ku çekdaran gelek cîranên wan jî kuştine, wê demê em tev têgihiştibûn ku DAIŞ komkujiyê di mafê sivîlên Kobanî çê dike.
Ji sibehê heta piştî nîvroya wê rojê, ew keç gelekî digriya û ji ber êşa birîna xwe dinaliya, û ji bo ku ew dîmena kuştina bav û dayik û bira û hevjîna birayê xwe ji kesî re dûbare neke û zêdetir rewşa wê têk neçe, min telîfona wê ji dest girt, û dema ku xwediyên wê telîfon dikirin, min bersiv dida, û min bi xwediyên wê re pilan kir, ku çawa em wê bighînin nexweşxaneyê û derman bikin, piştî nîvro, kesek ji aliyê malbata wê ve bi otombîla xwe hat, ku wê û zarokan ji mala me bibe.
Piştî ku me ew keça birîndar rakir û bir li ber deriyê malê xiste otombîlê, min dît ku ew pêxwas û bê sol û pêlav e, û hinek xwîn li ser lingên wê diyar e, min ji wî kesê şofêrê otombîlê re got, ku tenê deqeyekê raweste û li benda min bimîne, ez bi lez çûm hindirê malê, û min cotek solên hevjîna xwe anîn û min bi destên xwe xistin lingên wê keçê, piştî wê guhdana min, diyar bû ku wê yekê gellekî bandor li keçikê kir, ew qêriya û giriya û ji min re got, ku ew vê helwesta min ji bîr nake heta ku li dunyayê zindî û sax be, hêsir bi çavên min jî ketin, û ew keç û 6 zarokên birayê wê birêketin, di pişt re min bihîst ku ew gihiştine nexweşxaneya Emel li Kobanî, û zaroka din Elînda dîtine, ya ku li pê xwe li mal hiştibûn, û Asayîşê ew dîtibû û biribûn nexweşxaneyê.
Rojeke bi giranî derbas bibû, û roja din jî ku çekdarên DAIŞê li 4 cihan li nav bajarê Kobanî ji aliyê YPGê ve hatibûn dorpêçkirin, û hinekî metirsiya wan ji ya roja yekem kêmtir bibû, berev êvara wê rojê 26-06-2015, Mistefa Balî û hevjîn û zarokên xwe jî ji mala me çûn cem malbata xwe, herweha mêvanên din ên ku hatibûn cem me û asê mabûn jî derketin, heta roja 27ê mehê, ku ew êrîşa bidwî hat, û temenekî nû ji min û malbatê û xelkê Kobanî re dest pê kir û hate nivîsandin.
Ew 7 zarok û meta wan, ji roja komkujiya Kobanî ve di 25-06-2015'an de û heta roja îro, ew li bajarê Sirûcê yê Bakurê Kurdistanê dijîn, ku derdora 15 KM nêzîkî sînorê Kobanî ye, meta wan 7 zarokan Zozan Ehmed Şêxî, hîn li gel zarokan e û wan xwedî dike, tenê zaroka herî biçûk Elînda li cem meteke xwe ye din û zavayê malbata wan e, ew jî li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe derbas dike, lê rewşa Zozanê û 7 zarokan ne pir başe, û ew dixwazin alîkariya wan ji bo derketina derve were kirin, da ku hinekî siberoja wan zarokan were dabînkirin.[1]