=KTML_Bold=Hewantabûn, Bêpêşerojîya Kedê û Çareserkerîya Eliezer Ben-Yehuda=KTML_End=
Welat Ramînazad
Ji bo Mam Berakat Ozmen
Di nivîsandina Kurdî de çend dîyardeyên, sedemên bingehîn hene ku bi nivîskarê xwe re motîvasyonek xurt û wek hesin çênake, pê re dilsarî û bêhêvîtî çê dike, ev jî nahêle ku nîvîskar xebata ji dil û can, bi şev û roj pêk bîne.
=KTML_Bold=Ev sedem çi ne?=KTML_End=
Li gor Freudê li binê her kiryarê takekes de zayendî, li gor Marxî jî ekonomî heye. Yanî sedem pere û dijcîns e. Çendînîya perê sînorên xwedîbûn û xwedînebûnê takekes dîyar dike. Pere, ji bo xwe gihandina dijcînsê amûrek e. Çendînîya pereyên mirov çiqas bê arezûkirinê (bên xwestin) dîyar dike. Ji ber wê kesên bêpere, feqîr nayên arezûkirin. Bi kurdî nivîsandin nîvîskarê xwe jixwe zengîn nake, konfor û luks ji wî-wê ra nayne, bi kurdî nivîsandinê nîvîskar nikare kirêya xanî jî bide. Nivîsandina bi kurdî ji bo nivîskarê xwe prestîj, statû, rêzdarî, îmtîyazê jî nayne. Ji hêla zayendîyê ve jî kurdî nivîsîn, nabe sedem ku tu gelek zêde bê arezûkirinê. Du sedemên pêşîn ev in.
Sedema sêyem jî wek îşkence, binçavkirin, girtin, kuştin gelek tehdîd û gefên dewlatên barbar ên kolonyalîst li ser nivîskarê kurd hene. Ew fikir her di binhişê nîvîskarê kurd de ye; tiştên ku tu dinivîsînî dibe ku piştî çend salan bibin belaya serê te.
Dema ku em li dinyaya kurdî dinêrîn, Wek nîvîskar, gelek kurdînûs li hemberê wan dîyardeyan têk çûn, dev ji kurdî berdan, yên ku têkneçûn, bi vîyanek pola li ber xwe dane û serketine jî hene lê li gor têkçûyan gelek hindik in. Ji ber wan sedeman di kurdî de ev dîyarde çê bûye: Di dinyaya kurdî de dîyardeyek heye; tu dibînî ji nişkave nivîskarek nû derketîye lê piştî wextek kurt tu dinêrî ew nivîskar ji nişka ve jî ji holê wenda bûye.
Ji wan sê sedeman, dîyardeyan xiraptir, xeternaktir, xofnaktir, tirsnaktir sedemeka çarem heye ku, herî zêde jî gelek nivîskar û kurdînûs ji ber vê sedemê têk diçin û nikarin li ber xwe bidin. Ev dîyarde û sedem, bêpêşerojbûn bêdahatûbûna kurdî ye. Çimkî ku şert û merc neguherin, li gor vê konjonktorê, piştî pêncî salan li Bakur rêjeya kurdîzanan dê bikeve binê mîlyonekê û her biçe ew rêje jî kêmtir bibe. Herî zêde jî motîvasyon, hêvî, xwastin û arezû, bawerîya min sedema çarem, dîyardeya bêpêşerojbûna kurdî min qels, teral û melankolîk dike. Ev tirs û şayîş nahêle ku ez bi dil û can bixebitim.
Çend sal e ez hem ligel xwe di nav pêvçûn û şerekî de me hem jî pirsek di hişê min de heye ku mejîyê min dixwe, qe aramî û hizûr û rehetî nade min. Ew jî ev e: Ez temam emrê xwe bidim nivîsandin û afirandina zimanê xwe lê dema ku ez hatim heftî salîya xwe û bibînim, zimanê ku min emrê xwe pê dayê, bûye zimanê tenê çend hezar kesan, bûye zimanê kêmnetewî. Wî çaxê ez ji xwe ra bibêjim min emrê xwe, jîyana xwe ji bo hîçêk xerç kirîye, ti kes û ti tişt xwedî keda min dernekeve, hemû keda min pûç bûye û ez serneketime.
Bi bêpêşerojîya re sê dîyardeyên din derdikevin holê. Yek, xwedîderneketin, bêxwedîmayîn, bêpêşarojîya kedê, Du beredayîbûn û biserneketina kedê û tekçûn. Dema ku mirov kedek ji bo tiştek bide dixwaze keda wî/wê bêxwedî nemîne, tiştek, kesek xwedî li keda wî/wê derbikeve, naxwaze keda wî beredayî û hîç bibe, dixwaze pêşeroja keda wî hebe.
Bi nivîskarên kurd yên ku emrê xwe daye kurdî re, travmayek heye. Ez vê travmayê wek travmaya xwedîderneketin û nebûna pêşeroja kedê pênase dikim.
Ka em li dinyaya kurdî binêrîn, xwedîderketin û pêşeroja kedê çawa ye? Di dinyaya kurdî de xwedîderketina li kedê di heman mekanê de ne bi domdarî û hertimî ye. Di perçeyekê de kedek bêxwedî dimîne, kesek, tiştek xwedî li kedê dernakeve, lê piştî çend salan, di perçeyekê din de xwedîderketina li vê kedê çêdibe. Em çend mînakan bidin.
Mînak yek, xebatên ku li Sovyetê, bi taybetî, kedek li Ermenîstanê di heftê salî de çêbûye, pîştî salên notî, tiştek, kesek xwedî li vê kedê derneket, bêxwedî mane. Çi di qada edebîyatê de, çi di qada berhevkarîya folklorê de, çi di qada weşangerîyê de, çi di qada rojnamegerî de, çi di qada muzîkê de keda wan bê xwedî man. Îro li ermenîstanê, zarokên nivîskaran xwedî li keda bavên xwe dernakevin. Ev çend salên dawîyê li Bakur, çend hewlên weşanxaneyên kurdî hene ku dixwazim xwedî li keda kurdên Ermenîstan û Sovyetê derbikevin. Di qada muzîkê de wek sazî Enstîtûya Kulturê ya Kurd û Alman du sal berî niha xwedî li arşîva Radyoya Erîvanê derdiket, arşîva radyoyê dîjîtalîze kir û li ser You Tube belav kir.
Mînaka duyem, piştî heftê salan li Ewropa û li Bakur hewldanên xwedîderketina li mîrata Kovara Hawar û Ronahî pêk hatin. Di heman hawî de piştî heftê, hêştê salan me hewla xwedîderketina li keda rewşenbîrên Kurd ên ku di destpêka sedsala bîstemîn de li Stenbolê jîyane da.
Di nav kurdan de mekanîzmaya xwedîderketina kedê berê piranî li ser şexsan çêdibû, çend salên dawî wek dezgeh li ser weşanxane û enstitûyan jî çê dibe. Mînak weşanxaneya Nûbiharê xwedî li keda Hesenê Şikoyî derket û ez ne xelet bim hemû berhemê wî çap kirin.
Jixwe dezgeh û sazîyên me yên netewî tunene ku bi rêk û pêk, bi plan û program, bi proje xwedî li kedan derbikevin. Problemek, qrîzek din, derdikeve holê ku dezgeh û sazîyên me yên netewî hebin jî, wê kî xwedî li keda wan derbikeve? Mînak, bîst sal paşê kî xwedî li keda Avesta, Nûbihar, Lîs, û weşanxaneyek din a kurdî derbikeve? Mînakek din, Mam Berekat Ozmen, wek şexsî, bi tena serê xwe arşîva Muzîka Kurdî amede kirîye. Bi vê keda wî mirov dikara muzaxaneya muzîka Kurdî veke. Temen dirêj be, lê Mam Berekat nêzikê mirinê ye. Gelo piştî mirina Mam Berekat Ozmen kî dê wedî li keda wî derbikeve?
Xwedîlêderketin û pêşeroja kedê, geştirkirin û berzkirin û pêştirbirin û dewamdarîya kedê ye.
Ji bo ked bê xwedî nemîne, xwedî li kedê bê derketin û pêşeroja kedê hebe, kedberedayî neçe, Eliezer Ben-Yehuda çareserîyê pêşkeşî me dike. Ka em binêrin Ben-Yehuda çi çareserî pêşkeşî me dike.
Bi navê “Meseleyeke Girîngî” (2022) li ser Eliezer Ben-Yehuda min kitêbek xwend. Mamoste Fexrîya Adsay wergerandîye û amade kirîye, weşanxaneya Avesta jî çap kirîye. Ji xêynî gotara Meseleyeke Girîng di pirtûkê de şeş gotarên din hene ku bi xebat, hewldan û jîyana Eliezer Ben-Yehuda ra têkildar in. Meseleyeke Girîng gotara Eliezer Ben-Yehuda bi xwe ye ku di sala 1879an de hatîye weşandin, di dema xwe de di nav cihûyan de olan vedaye, hêj jî li serê nîqaş dewam dikin.
Ben-Yehuda ev gotar di bîst û yek salîya xwe de nivîsîye, em tê de çareserkerî û înşakerîya wî dibînîn. Bi vê gotara çareserîya û înşakerîya mutleq pêşkeşî netewa cihûyan dike û nîşan dide ku man û nemanê hebûna civaka cihûyan bi çi çareserî û înşakerî ra girêdayîye.
Di gotarê de çar problematîkên sereke hene. Yek, Ben-Yehuda xwedî li netewperwerîyê derdikeve, di dema wî de sosyalîzm ewqas geş bû ku ji herkesî nedihat eşkere xwedî li netewperweriyê derbikeve. Îro em dibînîn ku entellektuel û rewşenbîrên kurd çiqas li hemberê netewperwerî qels in, divê wek Yehuda tevbigerin, di gotara xwe de ew serarast dibêje ku divê em cihû netewperwer bibin. Du, ji ber ku edebîyata cihûyan, bi realîstane rolê xwe nalîze û nikara fonksîyonel be, bi tundî edebîyata cihûyan rexne dike; dibêje divê edebîyata me ji bo netewperwerî û vegera me ya ber bi Fîlîstînê ve bixebite. Sê, bi çend peyan bibe jî li ser rewşa zimanê îbranî disekine. Her çiqas di gotarê de bi zelalî negotibe jî dîsa bibêje em ê bi vegera li Fîlîstîne encax bikarin ji nû ve zimanê xwe vejînîn. Çar jî, li ser rewşa sosyopsîkolîjik a civaka cihûyên li Ewropa disekine, balê dikêşîne ser modernîzmê û dibêje edî ne mumkin e di modernîzmê de em bikaribin hebûna xwe biparêzin. Ji ber vê yekê jî wek çareserîya realîst vegera ber bi Fîlîstînê pêşkeş dike.
Di meselaya man û nemanê de, di xwedîlêderketin û pêşêroja kedê de Ben-Yehuda, mesele baş û rast fehm kirîye. Di vê gotarê de Ben-Yehuda dibêje ku, em li Ewropa çiqas xebatên mezin, raser bikin jî, ji nav me de nivîskarên pir mezin jî derbikevin, em çi xebatan dikin bila bikin, heke em venegerin li xaka xwe, li welatê xwe hemû ked û xebatên me beredayî diçe û dibin hîç û xwelî, betal, bêsûd, bêwec, bêmifa, bêkêrhatî. Em sernekevin, em ê têk biçin. Tu tişt nikarê me ji tunebûnê xelas bike ku em wenda nebin: “Wê hemû xebata me hewante be, ji ber ku wê bi ser nekeve. Em ê hewante pesnê xwe bidin ku ti tişt nikare me ji ser rûyê erdê winda bike. Hewante ye!” r. 45
Du sal piştî nivîsîna vê gotarê Ben-Yehuda di sala 1881ê de, di bîst û sê salî ya xwe de ew bi xwe vedigere Filistînê. Ew dest bi xebatên vejîna zimanê îbranî dike. Wê demê de nufusa cihûyan teqrîben 30 hezar e. Ben-Yehuda dest bi amadekirina Ferhenga Îbranî ya Modern û Kevn dike. Hemû jîyana xwe ji bo amedekirina vê ferhengê terxan dike. Lê ew di sala 1923an de dimire. Ferheng 1958an de bi temamî amade dibe. Deh sal piştî avabûna Israîlê ferheng temam dibe. Îro ji bo zimanê îbranî ev ferheng çavkanîyeke serekeye. Pêşî hevjîna wî û komeke cihû, paşê jî Dewleta Israîlê xwedî likeda wî derdikevin.
Ku Dewleta Israîlê ava nebûya, dê Keda Ben-Yehuda hewante bibûya. Dewlet, ne tenê xwedîlêderketina kedê ye. Ew di heman demê de wek hiquq, ewlehî, têndûristî xwedîlêderketina hemwelatîyên xwe ye.
Bêdewletbûn, bêxwedîbûn, xwedîlêdernektin e. Bidewletbûn jî bixwedîbûn, xwedîlêderketin e.
Çawa hewantenebûn û pêşaroja keda cihûyan bi vegera Filistînê û avabûna Dewleta Israîlê ra girêdayîbû; meseleya me ya xwedîlêderneketin û bêxwedîmayîna kedê, bêpêşerojiya kedê tam jî bidewletbûn û bêdewletbûna me ra girêdayî ye. Ku em xwe nekin xwedî dewletek, perwerdeya bi zimanê kurdî jî nikare me xelas bike. Ku em nebin xwedî dewletek, hemû kedên me, xebatên me bêxwedî bîmînin, ti kes û ti tişt xwedî li keda me dernakeve, pêşeroja keda me tune ye, hemû keda me hewante dibe û em ê bisernekevin.
“Dê hemû hewildanên me hewante be heta ku navendeke me ya neteweyî tunebe, navendeke ku bala hemû hêmanên bunyeya sîyasî ber bi xwe ve bikşîne.” r.45.
Ev tespîta Ben-Yehuda rewşa me kurdan ya xirabtir nîşan dide. A me çima xiraptir e? Yek, jixwe navendeke me ya netewî tuneye, a din jî em nabêjin ji ber netewperwerîya xwe em xebat û karên xwe dikin, ji ber vê keda me di behrekê de nagihijin hevdû, ji ber baranên keda me lehî ranebin.
Dewletbûn, xwedîbûna dahatûyek e û xwedîderketina kedê ye. Meseleya man û neman tam jî ev e. Divê rojeva me ev be, em li ser vê meseleyê nîqaş bikin, bifikirin û demildest dest bi avakirina çareserîyê bikin.[1]