Navê pirtûkê: Li Ser Rêça Îbrahîm
Navê nivîskar: Elî Şerîetî
Navê wergêr: Murad Pola
Wergera ji ziman: Farisî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Hîvda
Sala çapê:2009
Rûpel: 112
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Di civaknasiyê de mijarek heye malê Dûrkheîm, Levî Burhl û civaknasên sedsala bîstan û Spengler e ku ew pêştatir û îsabetkirê wan gişkan e weha bawer dikin: Civaka mirovahiyê ji dîrokê mêj ve ji destpêkê heya îro guherîne, ku ji civaka îbtidaî heta bi civaka cotkar, civakên dînî yên dîrokî senetkar û heya civaka moderna îro guherîne.
Ev guherîna civakî li gel guherîneke rûhî û derûniyeke din, bi hevdu re bûye. Ev guherîna rûhî û derûniya din a ku mirov ji destpêkê heye îro hatiye û ketiye şeklekî din; ji vê pêkhatiye ku bi her roja bûhiriye ve îhyabûye û bi rengguhezîna her dewrê ve ez li hember emê bi zexm/hêztir bûye[1]