Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard) 2
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Ne şerm e ger standardkirina Kurmancî hîn negihîştibe qonaxa xwe ya dawîn. Rewşa gellek zimanên din jî berê weha bûye, ji wan Almanî, Înglizî, Yewnanî û Îtalî, bo nimûne. E’reban quran wek hacetê standardkirina E’rebî bi kar hanîne, Înglizan şêweya axaftina koma rewşxweş û rewşenbîr ya bajarê London kirine zimanê standard û Almanan încîla bi almanî hatî nivîsandin. Standardkirina zimanê îtalî, bo nimûne, li dû yekkirina herêmên îroj wek Îtalya dihên nasîn û dewletbûna wan di bin alekê de hatîye holê. Lê zimanê standard di nav roj û şevekê de xwe bi cîh nake. Xwendegeh, zanîngeh, berhemên nivîskaran, yên pisporên zimanan… û babetên din yên nivîsandinê hemî rola xwe di “standardkirina” zimanekî de dileyizin. Li welatên li jor hatinî binavkirin hîn îroj jî zaravayên herêmî zindî ne. Welatine din hene, ligel ku ji mêj ve serbixwe ne jî, hîn nikaribûne zimanekî nivîskî yê standard bi dest xin. Li Afrîkayê û Asyayê hîn îroj jî dewlet hene ku Înglizî, Fransî, yan zimanekî din wek zimanê nivîsandina standard bi kar dihînin. Ji bo Kurmancî zimanê standard pêş her tiştî ji bo nivîsandinê ye û şêweyeke ji standardê ev demek e di kar de ye, çiqa hinek cudatîyên bi sînor hebin jî. Ev gotara tu dixwînîye bi şêweya standard hatîye nivîsandin.
Standardkirina zimanekî ne jiholêrakirina zaravayan e (lehceyan), ne jî yekirina wan zaravan e. Mebest bi standardkirinê berbihevhanîna şêweya nivîsandinê ye, da ku hemî endamên gelekî bikaribin heman nivîsê bixwînin û ji naverokê têbigihên. Jiholêrakirina zaravayan (lehceyan) ne pêkan e. Sûriye sal 1946 bûye dewleteke serbixwe, bo nimûne, lê hîn jî di navbera şêweya axaftina xelkê Şamê û şêniyê bajarekî wek Dêr el Zorê de cudabûn heye. Lubnanîyek bêyî wergerandin ji fîlmeke tûnîsî fêhm nake, lê tûnisîyek û lubnanîyek dikarin rojnameyeke li Qahîreyê hatî çapkirin bixwînin û jê fêhm bikin, ger perwerdekirî bin, çimkî ji bo E’rebî yek zimanê standard yê nivîsandinê heye. Heta li Almanya be almanîya yekgirtî “Hochdeutsch” dawî nedaye bikarhanîna zaravayên herêmî.
(Didomîne …) [1]