Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard) 3
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Hevgirtina zihnîyeta neteweyî bêyî xwendina berhemên hevbeş ne pêkan e. Ji nuha ve aşkere ye ku zihnîyeta siyasî û şêweya ponijandina ramyarî li nik daniştvanên beşên Kurdistanê bi hinek şêweyan ji hev cuda ne. Ev jî ne tiştekî seyr e, çimkî daniştvanên her beşekî, ne tenê di bin bandora perwerdeyî ya dewletekê de mane, lê her weha nikaribûne berhemên nivîskarên ji beşên din bixwînin.
Dikare bihêt gotin standarda nivîsandinê ya kurmanciya nûjen sal 1932 bi derketina HAWARê re dest pê kir. Hinek kurd navê “Kurdiya Hawarê” li şêweya nivîsandina kurmancî ya îroj dikin. Bala xwe bidin van çend rêzên ku hêja Hemreş Reşo pêş bêtir ji 40 salan di pêşgotina ji-nû-ve-çapkirina HAWARê de nivîsandine:
“Mîr Celadet roja 25-8-1930 de hate Şamê û roja 15-5-1932 de jî dest bi derxistina HAWAR'ê kir. Bi derketina “HAWAR”ê tîpên latînî jî di nav gelê Kurd de, cara yekan, belav bûn. Mîr Celadet di sala 1918 de dest bi pêkanîna “Elifbaya” kurdî a latînî kiriye û di kovara “Hawar” de, tev Rêzimana Kurdî, pêşde bir. Li nik “Hawar”ê kovara mehî “RONAHΔ jî derdêxist. Mîr Celadet tev kurdî zimanên E’rebî, farisî ,tirkî, yûnanî, firansî ,elmanî û înglIzî jî dizanîn û bi van zimanana jî gelek gotar û pirtûk derdêxistin.
“… Berî mirina xwe li gundê Hêcanê, nêzikî Şamê, [Celadet Bedirxan] xwe bi çandina pembo mijûl dikir. Di reşbeleka (namey) ku di 22-04-1951 de ji jina xwe re nivîsandibû: ‘Ez dixwazim berî mirina xwe, ku ne dûr e, tiştekî biçûk ji we re bihêlim. Ma ev ne hewce ye? Tiştê ku ez dixwazim, Xwedê bi destê min bigre.
“Bawer dikim ku ez bi pêwestiyên (wazîfe) xwe, ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê ji bo mala xwe jî tiştekî bikim.’
“Mîr Celadet sê mehan piştî vê reşbelekê, di demeke ku gelê wî hîn hewceyî wî bû, roja 15-07-1951 de li gurdê Hêcanê, ji bo avdana pembo, bû goriyê qezayeke bêbext û çû dilovaniya xwedê.”
Bêyî guman e her kurmancê bi zimanê xwe baş dizane û dikare bixwîne dê van rêzên pêş bi dehan sal hatine nivîsandin fêhm bike. Bi gotineke din, pêş 40-50 salan jî babetekî ji standarda kurmancî cîhê xwe girtibû. Bi dîtina min, di nav 35 salên derbas bûnî de nivîsa bi kurmancî gellekî ber bi pêş çû û hema-hema xwe gîhand standardbûna tevahî, çiqa haya hinekan jê nebe jî. Di heman demê de kurmanciya nivîskî dewlemendtir, zelaltir û rêk-û-pêktir bû. Tevî ku Kurd kêm behsa keda nivîskar û rewşenbîrên xwe yên zindî dikin û derbarê binavkirina wan de gellekî miqris in jî, nikare bihêt înkarkirin ku hinek kesên îroj hîn zindî ne roleke mezin di pêşvexistina standardkirina kurmanciya nuha heye de leyiztine. Xwe serbilind dibînim ku rola min bi xwe, û ya bi dehan nivîskarên din yên dema min di vê mijarê de ne yeke biçûk bû.
(Didomîne ...) [1]