$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Huseyîn Kesercî
Nasnav: Şervan Dirêj
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Şadiye-Seracettîn
Dem û cihê şehadetê: 23-08-2020 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
ŞERVAN DIRÊJ
Hevrêyê me Şervan li gundê Axçira yê navçeya Adilcewaz a Bedlîsê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên exlaqî yên civakî ji dayik bû. Hevrêyê me bi van nirxan mezin bû, jiyaneke xwe ya sade û dilnizm hebû. Hevrêyê me ku bi hişmendiyeke xurt a welatparêziyê mezin bû, polîtîka û zextên dijmin yekser dît û li hemberî vê yekê kete nava berxwedan û lêgerînê. Ji ber ku ji malbat û derdora wî ya nêz tevlîbûn li nava partiya me PKK'ê çûbû û şehadet hebû, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me Şervan Tevgera Azadiyê ya Kurisdtanê nas bike. Hevrêyê me Şervan li nava malbateke ji 8 zarokan weke zarokê herî mezin hay ji wezîfeya xwe hebû û alîkarî da malbata xwe. Ji bo karibe alîkariya madî bide malbata xwe li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de xebitî, li metrpolan nakokiyên wî zêde bûn û hêrsa wî ya li dijî sîstemê jî mezin bû. Li dijî taybetmendiya sîstema modernîteya kapîtalîst ku gelan dieciqîne û keda wan didize kete nava lêgerînê. Di vê pêvajoyê de gihîşt wê baweriyê ku bi beşdariya li nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikare bersivê ji lêgerîna xwe re peyda bike. di heman demê de ji bo hêjayî şehadeta xizmên xwe bibe di sala 2012'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me bi 7 hevrêyên xwe re ji qada Çatak a Wanê bi rêxistinkirî tevlî nava refên gerîla bûn. Navê pismamê xwe hevrê Şervan Delîl (Mûrat Kesercî) ku sala 2004’an li qada Mûşê di şerê li dijî dijmin de şehîd bû, li xwe kir û meşa xwe ya bê hempa li çiyayên azadiyê domand. Hevrêyê me ji kêliya tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve, bi kelecan û meraqa xwe derdiket pêş. Li qada ku lê tevlî gerîla bûyî, perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn qedand û li qada Botanê bi rengekî aktîf tevlî xebatan bûye. Hevrêyê me bi giranî li qada Katoyê xebat meşand û li vir bû xwedî pratîkek serkeftî. Li çiyayên azad ku weke şervanê azadiyê têkoşînê lê dimeşîne, bilez tecrube qezenc kiriye û di gelek çalakiyên li qadê hatin kirin de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî aniye cih. Piştî pratîka xwe ya kurt, lê tejî tejî ku li qadên Bakur meşand, sala 2013’an derbazî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di Akademiyên Şehîd Mahîr de li ser gerîlatiya profesyonel perwerde dît, bi biryardarî xwe ji bo pêvajoya heyî amade kiriye û bûye mîlîtanekî Apoyî yê pispor. Hevrêyê me Şervan ku li Akademiyên Şehîd Mahîr dibe gerîlayekî pispor, li vir qasî du dewreyan mîna xwe hevrêyên xwe jî perwrede dikir û ji bo ku ew jî bibin mîlîtanek Apoyî û Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bû xwedî ked û hewldan. Di vê wateyê de zaniye ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî bîne cih. Hevrêyê me ku di jiyanê de bû xwedî jiyanekî taze û dilnizm, xwe weke fedayiyekî Partiya me nirxandiye û di vê wateyê de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî pêk aniye. Hevrêyê me Şervan di vê pêvajoya perwerdeyê de weke leşkerî gihişt pisporiyê û di hêman û jiyana gerîlatiya profesyonel de xwe gihand astekî diyar. Hevrêyê me Şervan piştî pratîka serkeftî ya li nava qadê raber kirî, pêşniyar kiriye ku derbazî Bakurê Kurdistanê bibe û têkoşîna xwe li vê qadê bigihîne lûtkeyê. Hevrêyê me Şervan xwest li Bakurê Kurdistanê careke din têkoşînê bimeşîne ku ji wir tevlî nava refên gerîla bûbû û destpêkên herî girîng lê jiya bûn. Ev xwesteka hevrêyê me Şervan hat qebûlkirin. Ji bo ku xwe di warê îdeolojîk de pêş bixe, li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerde dît û weke mîlîtanekî Apoyî hîn zêdetir bi wezîfe û berpirsyariyên xwe hesiya. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de hewl dida ku bilez tiştên fêr bûyî derbazî jiyanê bike. Nêzîkatiyekî rexnekirin û rexnedayînê raber kiriye û bi vî rengî xwe amade kiriye. Weke nûnerekî tevlîbûna bê şert û merc û bê hempa, bûye xwedî seknekî ku di nava hevrêyên xwe de mînak dihat nîşakirin. Bûye xwedî kesayetekî ku di jiyanê de bêdeng, lê di dilê wî de bahoz hebûn. Li gel hestên wî yên kûr ên li hemberî hevrêyên xwe û tarzê têkoşîna wî ya bê hempa; hêrsa xwe ya li hemberî qirker û dagirkeran her tim di cih û demê xwe de aniye ziman.[1]