$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Yilmaz Ûzûn
Nasnav: Tolhildan Tekman
Cihê ji dayikbûnê: Erzirom
Dayik û Bav: Sona – Îbrahîm
Cih û dîroka şehadetê:15-09-2020 / Xerzan
$Kurtejiyana şehîd:$
TOLHILDAN TEKMAN
Hevrêyê me Tolhildan ji navçeya Tekmanê ya Erziromê ye. Malbata wî malbateke welatparêz e. Bi kevneşopî û çanda xurt a Serhedê mezin bûye. Her ku mezin bûye hişmendiya wî di warê rastiya dijmin de zêde bûye û derfeta wî ku hînbûna qirkirin û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li dijî gelê me çêbûye. Di serî de Serhed li hemû Kurdistanê ku gel ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e û rû bi rûyê qetlîaman bûye û hêj jî êrîşên bi armanca qirkirinê berdewam in, hêrsa hevrê Tolhildan rabûye. Haya hevrê Tolhildan ji berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî van êrîşên bi armanca qirkirinê hebûye, her derbeke ku li dijmin hatiye xistin bûye moral jê re. Hevrê Tolhildan hay ji berpirsyariya xwe hebûye. Ji wê boneyê dest bi gera ji bo têkoşînê kiriye û di pêvajoyeke wiha de ku zexta dijmin gelek e, hevrê Tolhildan tevlî nava refên gerîla bûye.
Ji ber ku di şertên şer de li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûye zû bi zû hînê tiştên bingehîn ên gerîlatiyê bûye û dest bi pratîkê kiriye. Xebata perwerdehiyê û pratîk bi hev re kirine; her ku hîn bûye pratîk kiriye. Tim ketiye hewila xwebipêşvebirinê. Kesekê durist bûye û hemû hevrêyên wî yên di nava tîma gerîla hez jê kiriye û rêz ji bo wî girtiye. Hevrêyê me Tolhildan bi zanebûna pîroziya kedê bi fedakarî tevlî hemû xebatan bûye û bi erka xwe serdemê rabûye. Hevrêyê me Tolhildan zaniye ku êrîşên bi ser gelê me de û tecrîda li ser Rêbertiya me bi geşkirina têkoşînê pêkan e, wek şervanekê fedaî yê Rêbertiya me erka wî ye. Ji wê boneyê her kêliya jiyana xwe di ber têkoşînê de daye û bûye xwedanê têkoşîneke şoreşê ya bêyî sekin.[1]