Nav:Mistefa Aslan
Dîroka jidayîkbûnê:1962
Cihê jidayîkbûnê: Nisêbîn
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Mistefa Aslan, di sala 1962 an da ji dayik bû. Piştî dibistana seretayî ya li gundî wî kolej û lîse li Nisêbînê xelas kirin. Di sala 1982an da li Beşa Antropolojîyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgarî ya Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina lisansê kir û di sala 1986 an da qedand. Di heman beşê da, dest bi lisansa bilind kir û di meha sersala 1989 an da derçûna xwe stand. Di sala 1990 î da çû Fransayê, piştî hînbûna zimanê frensî di sala 1991 ê da li Beşa Antropolojîyê ya Zanîngeha Marsîlyayê (Marseille-III) dest bi xwendina doktorayê kir. Der barê şêxê kurdî neqşebendî da, ku ji alîyê civakê ve wekî bijîşkê gelêrî tê qebûlkirin û xweşkirina nexweşîyan jê tê xwestin, teza xwe ya doktorayê amade kir. Di meha adara 1998an da teza xwe parast û wekî doktor derçû.
Di sala 2009 an da li Beşa Civaknasîyê ya Zanîngeha Sêrtê wekî mamoste dest bi kar kir û heta meha tîrmeha 2013 an li wir mamostetî kir. Ji wê tarîxê û vir ve li Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê mamostetîyê dike. Bi zimanên din gelek pirtûk nivîsîne, bi kurdî bi hevkarîya hin akademîsyenan pirtû- ka bi navê, “Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî” amade kirîye.[1]