=KTML_Bold=Guharên Mêrên Kurd=KTML_End=
#Necat Zivingî#
Kurd, parzemîneke nekeşifkirî ne. Mirov çiqas lê digere, rastî ecêbên nû tê. Carinan jî mîna masîyê bi deryayê nizane, gelek tişt di jîyana me de ne, lê haya me ji wan tune ye. Mirov encex bi baldarîyeke taybet lê hay dibe.
Demek berê di civatekê de Kurdekî navsere di heqê Kurdan de gotinên eletewş dikirin û digot “Ma ne ez Kurd im, helbet vê civakê nas dikim”. Gelek caran ya mirovan dixapîne û di xew re dibe jixwe ev e. Min jê re got, “Ev beden jî yê te ye, lê tu nas nakî. Weke doktorekî nikarî nas bikî”.
Lê na! Ev nivîs wê babeteke giran û kûr nede ber xwe! Em ê behsa guharên mêrên Kurd bikin. Erê, îro guhar wek xişr û aksesûara jinan tê zanîn. Heta gelek caran bi çavekî ne baş li mêrên bi guhar tê nihêrtin. Lê mijara guhar, zanîneke xweş bi guhê me vedike: Dîroka mirovahîyê ne ji do û îro, ji deh hezar salan pêk tê. Mirov jî ne ez û tu, bi milyaran cudahî ne. Rol û kevneşopîyên mirovan diguherin. Her wiha nasnameyên bingehîn yên wek jinîtî û mêrîtîyê jî. Nexwe divê mirov ecele neke, bisekine û bihizire gelek caran.
Dewsa guharê herî kevn li Alpên Îtalyayê ye. Di guhê mûmyayê bi navê Otzî de guhar heye. Pênc hezar û sêsed sal berê ye. Fîravunê Misrê Tûtankhamûn, sê hezar sal berya îro jîyaye. Ji bermayîyên gora wî dîyar e guhar di guhê wî de ye. Di çanda Babîlî û Asyayîyan de jî guhar ne wek xişrekî jinan, wek yê mêran derdikeve hemberî me. Mêrên Persîyan, Romayîyan û Yûnanîyan jî guhar bi guhê xwe vekirine.
Li Ewrûpayê di çerxa navîn de zêde li guharan rast nayê hatin. Piştî sedsala 15an, bi ronesansê re guhar dibin moda. Di sedsala 17an de bûye kult û perestîşa nexş û nîgaran. Resamê Holandî Johannes Vermeer tabloya xwe ya navdar “Keça guhar dur” çêkirîye û xwestîye jineke ciwan ku ne ji arîstokrasîyê ye bike xwedî statû.
Guhar bi gelek wateyên cuda hatine bikaranîn. Di serdema keşfên coxrafyayî de hinek deryageran wek nîşaneya derbaskirina Ekvatorê guhar xistine guhê xwe. Bektaşîyan wek nîşaneya teslîmîyetê, guhar bi guhê xwe yê rastê vekirine. Derwêşên Qelenderî û Heyderî jî guharên bi navê “mengûş” bi guhê xwe vekirine. Mem û Zîn ku wek atlaseke folklora Kurdî ye di hinek risteyan de behsa guharan dike, lê ne bi taybet ji bo mêran: “Serxweş ke li gerdenê guharan / Sersem ke cunûn û dîn û haran”.
Ev tev li alîyekî, Kurdên ku îro wek civakeke mihafezekar têne dîtin, bi guharên xwe têne zanîn. Mirov çiqas lê dikole ferq dike ku ev “mihafezekarî” tenê xwezîyek e. Xwezîya serdestan! Guhar jî yek ji eşkerevanên vê “xwezî”yê ye.
Guharên mêrên Kurd, pênc sed sal berya niha, di sedsala 16an de pêşwazîya me dikin. Şerefxanê Bidlîsî wê sedsalê yekem dîroka Kurdan bi navê Şerefname nivîsîye û tê de cih daye 20 tabloyên nexş û nîgaran. Ji ber di zaroktîya xwe de perwerdehîya wêneçêkirinê dîtîye, dîyar e wênesazê van mînyatûran Şerefxan bi xwe ye. Di van tabloyan de “Dîmenek ji nêçîrê li Hekarîyê”, “Dagirkirina Kela Dizê”, “Dibistaneke nexweşxaneyê û bijîşkîyê li Amêdî”, “Cizîra Botan û Mem û Zîn”, “Meclisa Mîrê Botan”, “Kela Heskîfê”, “Avahîsazî li Hîzanê”, “Dorpêça kela Bidlîsê ji alîyê Akkoyunîyan”, “Meclisa Şerefxanê Bidlîsî” û çend babetên din hene. Di van tabloyan de mirov, sirûşt, dever û ajal hatine resimandin. Her wiha Tirkên Osmanî, Ewrûpî û Persî jî di tabloyan de hene. Ev tablo ji alîyê çanda Kurdan û gelên din ve gelek paceyan li ber me vedikin. Ji van tabloyan dîyar e ku mêrên Kurd bi guhar in. Lê yên gelên din bê guhar in. Ev jî destnîşan dike ku di wan sedsalan de guhar taybetmendîyeke mêrên Kurd e. Jixwe Ewlîya Çelebî jî di sedsala 17an de li Mîrektîya Hekarîyê gerîyaye û wiha behsa mêrên Hekarîyê kiriye: “Pirên mêrên Hekarîyê guhar bi guhê xwe vedikin”.
Rojhilatnasê Ingilîz James Sîlk Buckingham jî di sala 1816an de li hinek bajarên Kurdistanê yên wek Urfa, Amed, Mêrdîn û Mûsilê gerîyaye û di gernameya xwe de li ser civaka Mêrdînê wiha nivîsîye: “Hinek jin xizme dixin pozê xwe, hemî mêrên ciwan jî guhar bi guhê xwe vedikin, bi taybet guhê rastê”.
Evdireqîb Yûsif di pirtûka xwe ya bi navê “Hunerê Tabloyên Şerefnamê” de bi dû guharên mêrên Kurd ketîye û di sala 1991ê de ji gelek pîremêrên Kurd, ku temenê wan li ser 80 û 90 salî ye, ev mijar pirsîye. Wan pîremêran gotine, mêrên Kurd berê guharên ji zîv û zêr bi guhê xwe vedikirin. Hinekan behsa guharên bi morîk kiriye, hinekan gotîye kurên tenê yên malbatên dewlemend heta zewacê guhar bi guhê xwe vedikir, piştî dizewicî dikaribûn derxin. Hinekan jî gotîye ji bo zarokên kur ji alîyê cinan ve neyên revandin û guhertin, guhar bi guhê wan vedikirin.
Piştî vê agahîyê gelek heyirî mam û min ji hevalekî re behs kir. Wê demê hevalekî din ku temenê wî di ser 50 salî re ye û ji devera Botan e, ji min re got ku hê jî dewsa qula guhar di guhê wî de heye. Dîyar e kevneşopîya guharên mêrên Kurd her çiqas gelek kêm bûbe jî neqedîyaye. Û kî dizane, çima weke m[1]