Nav: Xecê
Nasnav: Xecê Şen
Navê Bav: Şen
Navê Dayîk: Fecîrye
Dîroka jidayîkbûnê: Sêrtê
Cihê jidayîkbûnê: #01-01-1980#
$Jîyanname$
ivîskar Xecê Şen, di sala 1980 an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992'yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Ew di zarokatîya xwe de helwesteke polîtîk datînê û naçe dibistanên serdestan naxwîne. Ew bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê dibe û zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanci, Soranî, Tirki dizane. Ew ji salên 1996'an û heta niha di gelek xebatên wekî komîsyona jinan a HADEPê, rojnameya Azadiya Welat, sazîya çand û hûnerê NÇM, Tevgera Jinan a DOKHê, Berdevkîya Giştî ya TZPKurdî, DBP, KJA de cih girtîye û niha jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad TJAyê ye. Ew nêzî 5 salan li girtîgehên Mêrdîn, Midyad, Riha, Enqere, Sîncan û Edene Karataşê dimîne. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Wê du xelatên li ser xebatên ziman û nivîskariya Kurdî wergirtiye. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî. Lîlan Be Dil-helbest. Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.
Li ser mijarên felsefeya ziman û wêjeyê, di wêjeyê de zayendiya civakî-zayenperestî û jineolojî û wêje weku rêze nivîs di Kovara Destarê Kurdî û rojnameya Ronahiyê de tên weşandin.
$Berhemên Xecê Şen$
Lîlan Be Dil, helbest, Weşanên J&J, 2017, Amed
Di Goristana Tarî de Stêrkên AzadIyê, hevpeyvîn, çapa 1emîn, Weşanên J&J, 2017, Amed
çapa 2yemîn, Weşanên J&J, 2018, Amed
Hûmîrta (Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî), Weşanên Aram 2021 Amed
[1]