Danasîna Romana #Hinara Dawî ya Dinyayê# ya #Bextiyar Elî#
Faîk Ocal
Roman li ser bingeha serhildana Mela Mistefa Barzanî (1961-1975) hatiye ava kirin. Gava ku vebêjer (Muzaferê Subhdem) dikeve zindanê 22 salî bûye. Hingê vebêjerê me di sala 1940’î de ji dayîk bûye. 21 salan di zindanê de maye; di 1982’an de ji zindanê derketiye.
Di 11-03-1970’yî de, serokwezirê Iraqê daxwazên Kurdan dipejirîne, di navbera herdu aliyan de li ser otonomiya Kurdan peymanek çêdibe.
Di sala 1975’an de bi Peymana Cezayirê ve Kurd tên xapandin, dîsa dest bi şer dikin.
Di sala 1979’an de Barzanî li Amerîkayê diçe ser dilovaniya Xwedê. Ji wir şûnde di nav Kurdan de navê du partiyan pêş dikeve. Partiyên YNK û PDK, dest bi şerê birakujiyê dikin. Di eynî salê de (1979) Sedam bi derbeyeke leşkerî dibe desthilatdar, dê dest bi qirkirina Kurdan bike. Herdu partiyên Kurdan jî bi birakujiyê ve alîkariyê li Sedam dikin.
Di 16-03-1988’an de hêzên hewayî yên Sedam bombeyên kîmyewî û napalmê diavêjin bajarê Helebçe, bajarokên dor Helebçeyê. Pênc hezarî zêdetir Kurd tên kuştin.
Bihar û havîna 1988’an de Sedam heşt caran êrîşî Kurdan dike (Enfal). Di Enfalê de 180 hezarî zêdetir Kurd tên kuştin.
Vebêjer tu caran dest ji vegotinê bernade. Yanî bi çavdêriya îlahekî li bûyeran dinêre û vedibêje, xwîneran tim di meraqê de dihêle. Di cih de dest bi vegotinê dike, di cih de vedikişe û vegotinê dide karekterên din. Bi elastîkiyeteke balkêş a romannûs, xwîner bi rehetî xwe berî nav bûyeran dide. Mîna bibêjî ku di aveke guncav û rehet de avjeniyê bike; vegotin û herikandin wusa guncav in.
Vebêjer Muzaferê Subhdem e. Bavê Seryasên Subhdem. Muzaferê Subhdem bîst yek salan li zindaneke biyabanê de girtî dimîne. Zindaneke li çolistanê, zindaneke li sehrayê, zindaneke bêhna xîzê jê difûre. Muzeferê Subhdem, bi destên nexuyayî yên Yaqûbê Sinewber ji zindanê derdikeve, jixwe sedemê ketina wî ya zindanê jî ew bixwe bû. Piştre li pey Seryasên din dikeve. Gelo bi rastî çend Seryas hene? Yek, didu yan jî sisê? Çendîn ji wan xeyal in, çend rasteqîn in?
Di beşa duyemîn de vebêjer Muzaferê Subhdem behsa Mihemedê Dilşûşe dike. Çîroka Mihemedê Dilşûşe bi du Xwişkan ve (Lavlavka Spî û Şaderyaya Spî) tê girêdan. Bi çîroka herdu xwişkan “girêkeka efsûnî” tê avêtin. “Ew hinara ku di dawiya dawîn de bi awayekî din dikeve destê Xwişkên Spî.” (Rûpel; 26). Gelo ew hinar çawa dikeve destên herdu xwişkan?
Muzaferê Subhdem û Yaqûbê Sinewber di rêxisteneke siyasî de du heval in. Yaqûbê Sinewber serokê rêxistinê ye. Piştre Muzaferê Subhdem tê girtin û dikeve zindanê. Yaqûbê Sinewber navê Muzaferê Subhdem li her derê radike û navê wî diguherîne. Bi vî teherî roman dirûv û teşeyeke cuda digire.
Di beşa çaran de Mihemedê Dilşûşe aşiqê Lavlavka Spî ye, dixwaze bi wê re bizewice. Lê Lavlavka Spî daxwaza wî nepejirîne. Ji bo wê jî Dilşûşe dimire.
Di beşa pêncan de em bi her awayî, bi êş û janên xwe ve, bi guneh û poşmaniyên xwe ve, bi hêvî û xeyalên xwe ve Yaqûbê Sinewber dinasin.
Di beşa şeşan de bavê Mihemedê Dilşûşe; Silêmanê Mezin tê herdu xwişkan ziyaret dike, ji bo ku heftê carekê gora lawê wî ziyaret kin. Herdu xwişk jî pêşniyaza wî dipejirînin. Li ser gorê herdu xwişk û Seryasê Subhdem (yê Yekem) hevdu dinasin.
Di beşa heftan de Muzaferê Subhdem, Îkramê Kêw hevdu dinasin. Girêkeke girêdayî lawê vebêjer, bi Seryasê Subhdem ve tê avêtin.
Di beşa heştan de vebêjer xwişk û birabûna Xwişkên Spî û lawê vebêjer Seryasê Yekem ji me re rave dike.
Di beşa nehan de vebêjer û Îkramê Kêw hevdu dinasin; dilgermiyeke balkêş çêdibe di navbera herduyan de. Piştre Îkramê Kêw, Muzaferê Subhdem dibe cem Xwişkên Spî.
Di beşa dehan de em “Profesorê Erebokan” Seryasê Subhdem dinasin. Bi peymaneke ecêb, çawa dibe yekane birayê Xwişkên Spî? Di kêliyekê de her tişt eşkere dibe û nehênî dibe. Herkes herkesî dinase; kes kesî nanase. Jixwe terza romanên “rastiyên efsûnkar” jî wusa ye?
Di beşa yanzdehan de Seryasê Subhdem, Mihemedê Dilşûşe û Nedîmê Şahzade hevdu dinasin û em fêrî çîroka hinara dawî ya dinyayê dibin. Di bin darê de cara yekem Seryasê Subhdem hinara şûşê ya di berîka xwe de derdixe û dide Mihemedê Dilşûşe.
Di beşa danzdehan de em bi nêrînên Adem Mercan û Jînoyê Mexmelî şahidê mirina Seryasê Yekem dibin. Bi mirina wî re Adem Mercan dibe komunîst û Jînoyê Mexmelî jî dibe Îslamîst.
Di beşa sêzdehan de haja Seryasê Yekemîn jê çêdibe ku Seryasekî din jî heye. Bi vegotina Mihemedê Dilşûşe, herdu Seryas (Seryasê Yekem, Seryasê Duyem) hevdu dinasin.
Di beşa çardehan de vebêjer Muzaferê Subhdem di derûniya xwe de bi herdu Seryasan re diaxive, rastiya wan dişopîne.
Di beşa panzdehan de vebêjer Seryasê Duyem di keleheke tarî de dibîne. Bi ragihandina Îdrîsê Hingivîn kaset di navbera bav û kurî de diçin û tên.
Di beşa şanzdehan de Seryasê Duyem di pênc kasetan de her diaxive, her tiştî vedibêje. Mijara sereke jî birakujî ye. Yanî bi leyîstokên dijmin, Kurd çawa hevdu dikujin?
Di beşa hevdehan de vebêjer, bi Seyîd Celalê Şems re diaxive û wan rastiyên çîrokên herdu Seryasan rave dike û cihê Seryasê Dawîn nişanî wî dide.
Di beşa hejdehan de Muzafer Subhdem, Seryasê Dawîn li nexweşxaneyekê dibîne û agir bi canê wî dikeve.
Di beşa nozdehan de Yaqûbê Sinewber derê sindoqa razan vedike.
Di beşa bîstan de xewna Xwişkên Spî rast derdikeve, Muzaferê Subhdem di deryayê de winda dibe.
Felsefeyeke romana Hinara Dawî Ya Dinyayê heye. Ew jî ev e: Azadî çi ye? Di rastiyê de yê/a azad kî ye? Roman bi her awayî têgeha azadiyê dinirxîne. Romannûs dixwaze ku em hemû asteng û pûtên di hundirê xwe de birûxînin û bi ruh û giyanê xwe ve, bi hest û daxwazên xwe ve, bi jiyan û xeyalên xwe ve azad bijîn.
Romana Hinara Dawî Ya Dinyayê romaneke ramanî û peyamî ye. Yanî roman dixwaze “peyamên gerdûnî” bide. Gelo dide? Erê, peyamên gerdûnî dide û ji bo wê jî Bextiyar Elî romannûsekî mezin e. Bi romanên xwe ve di romana klasîk a Kurdî de cihê xwe digire.
Tu kêmasiyên Bextiyar Elî ji Marquez nînin. Herduyan jî romanên xwe bi şêweyê “realîzma efsûnî (Magic Realism)” dihonin, dinivîsin. Di romanên xwe yên din de jî (wek Qesra Balindeyên Xemgîn, Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, Êvara Perwaneyê) bi eynî şêweyî nivîsiye û serkeftiye. Yanî rêzdar Bextiyar Elî bi efsûna jor û rastiya jêr, ahengeke muzîkal û pergaleke tekûz derxistiye holê.
Hinara Dawî Ya Dinyayê
Bextiyar Elî
Wêşanên Avesta
352 rûpel
Stenbol, 2017
[1]