=KTML_Bold=Bayburt, Binali Selman û Pirseka #Nûredîn Zaza# =KTML_End=
Omer Faruk Baran
#Nûredîn Zaza# û Binali Selman di dawîya sedsala 20an re ji dinê bar kirine û çûne. Eserên ku wan li dû xwe hiştine, sedsala 21ê jî pirsan çêdikin netîce, mîna wê pirsa wî Zazayî: Bi meqamên Şirvanî, Xerzanî û Berzanî û dûr ji wan bi meqamê Turanî, “ev Selman çi kes e?”
***
Nivîskar Nûredîn Zaza di mektûbeka xwe de, ku sala 1971ê ji Hemreş Reşo re şandiye, behsa muzîsyen Binali Selman dike.
Di mektûbê de, Nûredîn Zaza dibêje ”Sêlikeke ji alîyê Emerîkanan li Tirkîyê dagirtî kete destê min. Tê de bi navê “stranên Tirkî” tiştên Kurdî hene. Bilûrvanek bi navê Binali Selman bi awakî pir hêja naxmeyên Kurdî li ney û bilûrê dixe.”
Û li dû, bi meraq û bi xeyalekê dewam dike Nûredîn Zaza: ”Ma hûn nikarin vî merivê ha li Tirkîyê peyda bikin, an wî bi xwe bînin Ewrupa? Hunermendek welê bikeve destê me, em ê folklora Kurdî li her derê bidine belavkirin.”
Mektûb çûne û hatine û Nûredîn Zaza saleka din, sala1972yan dîsa ji Hemreş Reşo re xeyala xwe nivîsîye: ”Ji min re 7 sêlikên Binali Selman hatin. Hemî dawil û zirne. Bilûr peyda nekirin. Ma ev Selman çi kes e? Gelo bi navê Kurdan em nikarin wî bînin Ewrupayê?”
”Ma ev Selman çi kes e?”.. Tarîxçî li ser vê pirsê dibêjin Binali Selman sala 1931ê li Bayburtê hatiye dinê. Bayburta li hêla Qeredeniza Tirkîyê, wan çaxan bi ser Erziromê ve bûye ku tenê bi vê malumatê tê dîtin ku Binali Selman li ser sînorê Kurdbûn û Tirkbûnê ye.
Xêncî Kurdbûn û Tirkbûnê, derdora Binali Selman lê mezin bûye, bayên Ereb û Ermenîyan, Laz û Gurcîyan jî lê ketine ku vê tesîr li vî muzîsyenî kiriye. Loma ye, ji Qersê heta Erzirom, Elezîz û Erzîncanê, heta Meletî û Meraşê, meqam û muzîkên kîjan miletî hebûne bi meyê û zirneyê ketine albûmên Binali Selman û ew pê bûye muzîsyenê repertuar-fireh û ustad hatiye hesibandin.
Binali Selman mekteb nexwendiye, xwendinîya wî tunebûye, lê ew di pifkirinê de, di lêxistina zirneyê de wer jêhatî bûye ku wî li konservatuaran, li unîversîteyên Stenbolê bê nota ders didaye. Muzîsyenê arabeska Tirkî Orhan Gencebey dibêje, ”Di muzîkê de berê rê û rota, dûra jî nota heye. Ê ku bê rota be nikane notayan lêxe” û dibêje ”Kekê me Binali Selman, rotaya wî pir û pir saxlem e..”
Bergên albûmên Miqamê Cimeata Kurda û Türk Dansları ve Müsik Esntrümanları
Di vê rê û rotayê de Kurdbûn û Tirkbûn li cem hev û li hember hev disekinin. Şor wer tê, Enstîtuya Kulturê ya Kurd û Almanan, sala 2021ê nav Miqamê Cimeata Kurda albûmek derxistiye. Albûm xwe dispêre muzîkên Beşa Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê û di kêm-malumatên albûmê de tê xanê ku muzîk ji Koma Kurdî hatine berhevkirin. Ji albûmê, muzîkek Miqama Fîqêye.. Hema bêje eynî muzîka mîna Miqama Fîqê, belkî jî eynî muzîk, sala 1971ê, wê sala Nûredîn Zaza ji Hemreş Reşo re behsa Binali Selman kiriye, ketiye albûma Dances and Musical Instruments of Turkey, Türk Dansları ve Müzik Enstrümanları; bi lêxistina Binali Selman, nav Berde Dance.
Nûredîn Zaza û Binali Selman di dawîya sedsala 20an re ji dinê bar kirine û çûne. Eserên ku wan li dû xwe hiştine, sedsala 21ê jî pirsan çêdikin netîce, mîna wê pirsa wî Zazayî: Bi meqamên Şirvanî, Xerzanî û Berzanî û dûr ji wan bi meqamê Turanî, “ev Selman çi kes e?”
Çavkanî
Amadekar: Mahûd Lewendî û Nedîm Baran, Nameyên Nûredîn Zaza, Weşanxaneyan Rûpelê, Îstanbul, 2019.
Dr. Can Doğan, Anadolu’nun Yanık Nefesi Binali Selman, Gece Kitaplığı, Ankara, 2020.[1]