ŞERÊ QEREBAXÊ JI NÛ VE DESTPÊ KIR, NIHA DÊ ÇI BIBE?.
#HEJARÊ ŞAMIL#
Di 7ê tîrmeha 1923 an de Herêma Otonom ya Qerebaxê di nav sînorên Komara Azerbaycanê ya Sovêtê da hat damezrandin.
Sovêt di sala 1991ê de hilweşiya û Azerbaycanê wek komarên din ên Sovêtê serxwebûna xwe ragihand. Neteweyên Yekbûyî Komara Azerbaycanê - Qerebaxa Çiyayî jî di nav de - wek dewleteke serbixwe nas kir.
Heta sala 1994’an Qerebax û parêzgehên derdora wê bi alîkariya Rûsyayê bi temamî ji aliyê Ermenîstanê ve hatin dagirkirin.
Di payîza 2020 an de Komara Azerbaycanê, bi alîkariya Tirkiyê parêzgehên Azerbaycanê yên li derdora Qerebaxê, di nav wan de Qezayê Kurdistanê (Kurdistana Sor) a berê jî heye, paşda zivirand û li wir serdestiya xwe ya leşkerî û siyasî ava kir.
Serokê Ermenîstanê Paşînyan piştî têkçûna ermeniyan qebûl kir ku Qerebaxa Çîyayî axa Azerbaycanê ye.
$LÊ ŞER NEQEDYAYÊ$
Aliyê ermenî yê ku piştî hilweşîna Sovêtê serxwebûna Qerebaxê an jî yekbûna wê bi Ermenîstanê re parast, îro pîştî têkçûna dixwaze ku Qerebaxa Çîyayî wekî dema Sovyetê di statuyeke xweser de bimîne.
Ji aliyê din ve Azerbaycan, ermeniyên ku li Qerebaxa Çiyayî dijîn, dixwaze entegre Azerbaycanê bike. Daxuyaniyên aliyê Azerbaycanê di vî warî de ne.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovêtê, Bakûyê di nav sînorên Azerbaycanê de statuya xweseriya Qerebaxê parast. Îro rewş hatiye guhertin. Azerbaycan piştî serketina 2020'an statuya otonomiya Qerebaxê qebûl nake û hevcebûna entegrasyona Ermeniyan a Azerbaycanê destnîşan dike.
$NIHA DÊ ÇI BIBE?$
1. Gelo, wê nifûsa ermenîyên ku li Qerebaxê dijîn entegre bi Azerbaycanê bibin, pasaporta Azerbaycanê bistînin?
2. Yan jî statuya otonomiya Qerebaxa Çiyayî di nav sînorên Azerbaycanê de wek dema Sovyetê bimîne?
Ev girêk ne bi dîplomasiyê, bi hêza leşkerî wê çareser bibe. Îro hêz di aliyê Azerbaycanê de ye.
Daxwazên alîyên pevçûnê di şevekê de pêk nayên; nakokî, destwerdan û şerên herêmî (lokal) dê berdewam bin.
Lê rewşa eşkere ev e:
Ermeniyên li Nagorno-Qerebaxê (Qerebaxa Çiyayî) wê tu carî nikaribin vegerin ser statuya xweseriya berfireh a ku di serdema Sovyetê de hebûn.
$EV REWŞ JI BO KURDAN TÊ ÇI WATEYÊ?$
Di pêvajoya muzakere û çareseriyê ya kêşeya Qerebaxê de pevguhertina axa di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de her tim di rojevê de bûye. Li gorî vê plana ku jê re 'Plana Goble tê gotin (ku ji aliyê hikûmetên berê yên Tirkiyeyê ve jî hat destekkirin), beşek ji parêzgehên Laçîn û Kalbajar ên Azerbaycanê ji Ermenîstanê re tê dayîn û bî vî cureyî Ermenistan û Qerebaxê bi bejahî tên yekkirin.
Di berdêla wê de, beşek ji axa Ermenîstanê (Zengezûr) ku di navbera Azerbaycan û Komara Xweser a Nexçiwanê de ye, ji Azerbaycanê re tê dayîn û Azerbaycan ji hêla bejahî ve bi Nexçiwanê re tê yekkirin.
Bi vê rêbazê Komara Tirk ji aliyê bejahî ve bi 'cîhana Tirk' re bibe yek.
Ev plan ji aliyê stratejîk ve dijî berjewendîya kurdan bû. Û bi ya min ev plan dema ku Azerbaycanê li Qerebaxa Çiyayî serweriya tam ava kir, êdî ji holê rabe. Yekbûna axa Komara Tirk bi 'cîhana Tirk' re ji bo sedsala pêş me bimîne.
Li aliyê din planên 'Ermenîstana mezin' ên ermeniyên ku ji nîvê Bakurê Kurdistanê 'Ermenistana Rojavayî' binav dikin, bi wendakirina Qerebaxê re têk çû.
[1]