$7 Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard)$
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Nimûneyên din yên li pêş standardkirinê dibin asteng:
- Lêkera siberojê: Di kurmancî de “ê” şûna xwe wek أداة المستقبل (siberoj = dahatû- dema li pêşiya me) girtiye. – Ez “siberojê” bi kar dihînim, çimkî di Soranî de “paşeroj” wateya dema par, dema derbas bûyî, dide. Lê ji bo peyvên ku tîpa herî dawîn di wan de dengî be “ê” dibe “dê.” Nimûne:
Ez ê roja duşemê biçim mala hevalê xwe. - Mizgîn ê sibe were.
Tu dê roja duşemê biçî mala hevalê xwe. - Fato dê sibe were.
Li hinek herêmên Kurmancan her dem “dê” dihêt bikarhanîn. Li herêmine din formên din hene, wek “wê” bo nimûne, lê “ê” û “dê” ji bo standardkirinê baş in.
Hacetê siberojê jî di kurmancî de, wek gellek zimanên din, bi serê xwe dihêt nivîsandin. Nivîsandina wê ji peyvê veqetiyayî hem ragîhandina mebestê, hem jî zimên hêsantir dike: Ez ê roja duşemê li wir bim, NE: Ezê roja duşemê li wir bim.
- Lêkerên veqetok - Nimûne:
Vemirandin, veqetandin, veşartin, ragîhandin, rakişandin, dagirkirin,…
Ji bo lêkerên weha “di” û “ne-na” li dû her du tîpên destpêkê cîhên xwe digirin; mînak:
Vedimirîne- venamirîne-- vediqetîne- venaqetîne-- vedişêre- venaşêre-- radigihîne- ranagihîne-- xwe radikişîne- xwe ranakişîne-- dadigere- danagere,…
Bikarhanîna van peyvan wek “divemirîne” û “navemirîne” şaşîyeke rêzimanî ye, bi dîtina min.
- Bikarhanîna “t” bo armanca ku peyveke şanî bikî peyveke navdêr:
Gellek caran hinek kes tiştine dixin nav zimên, zimên diherimînin û xelkê li hev şaş dikin. Di çend salên derbas bûnî de zeliqandina “t” bi peyvan ve bû modeyekê, wek şaştî, mirovtî, ciwantî, zaroktî û her weha… Gellek ji me carine bêyî tê de biponijin bi ber bayê van şêwe modeyan dikevin, modeyên ku kesên ziman-nezan bi rê dixin. Di Kurdî de “t” ji bo vê mebestê dihêt bikarhanîn, lê bi pirranî ji bo peyvên ku tîpa dawîn di wan de yeke dengî ye. Nimûne: bra- bratî - birçî- birçîtî - ezo- ezotî,… Lê di peyveke wek “şaş” de, bo nimûne, tîpa dawîn bêdeng e û ji lewre “t” ne pêwîst e. Nimûne: şaşî- qencî- mirovî- hevalî- bêkesî- dûrî.
- Bikarhanîn û bikarnehanîna du tîpên li ser hev:
Guman tê de tune ku nerxbilind Celadet Bedirxan yek ji mezintirîn rêberên standarda kurmancî ye, lê va yeka wê wateyê nade ku her tiştê wî nivîsandiye navêt bihêt guhertin. Wek min berê jî nivîsandiye, Celadet di dema jiyana xwe de bi xwe çend caran tiştên ku berê wek durist dîtibûn guherandine û guman tê de niye ger zindî mabûya dê hinekên din bi rê ve guherandibûna. Wekî her nivîskarê ku ji salan û vir ve ye dinivîsîne dê bizanibe, em hemî şêweya nivîsandina xwe bi rê ve diguherin. Wek nimûne ez bi xwe nema “di” pêş peyvên derheqê û derbarê dinivîsînim, ji ber ku têgihîştim bikarhanîna “di” pêş van her du peyvan ne pêwîst e, çimkî “der” bi karê “di” radibe.
Hêja Celadet di Hawarê de nivîsandiye ku di Kurdî de du tîp li ser hev nahên nivîsandin û ev li nik hinek nivîskaran bûye wek ayetekê. Ez vê yekê di cîh de nabînim. Bala xwe bide van nimûneyên li pêş:
Pir (koprî) yeke pirr kevn bû.
Gur ji ber agirê gurr reviya.
Hem ker û hem xwedî kerr bûn.
Gelê kurd gellekî êşiyaye.
Ew li ser gir pê hesiya û girr (hêrs) bû.
Wî xanî kirî (kirê) negirt, kirrî.
Kiras di şûna li ser birînê de hat birrîn.
Pêşiyên me ne bêyî sedem di hinek peyvan de du tîp li ser hev bi kar hanîne. Bi şiddandina tîpekê, dubarekirina peyvê, du peyvên wek hev, lê xwedîyên du wateyên ji hev cuda ji hev dihên cudakirin. Wek nimûneyên li jor raber dikin hema-hema hemî peyvên ku tê de du tîpên li ser hev hene, xwe bi wê dubarekirinê ji peyveke din cuda dikin.
-didomîne-
[1]