=KTML_Bold=PAKREWANÊ GELÊ XWE; PROFESOR SEHÎD Ê ÎBO Û HELWESTA XULAMÊN DIJMINÊN GELÊ KURD=KTML_End=
Xerzî Xerzan
“Sehîdê Îbo welatparêz û ronakbîrekî mezin bû, serbilindîya gelê me bû di nava gelên Yekîtîya Sovyîyêta berê da. Wek xudanê monografîyayên giranbaha ew bû doktorê zanîstîyê, pirofêsorê zanîngeha Yêrêvanê ya doxtiriyê. Sehîdê Îbo usan jî nivîskarekî bi kemal bû, xudanê gelek helbest û destanan bû, ji wana yek jî romana ‘Kurdê Rêwî ‘ ye..”
(#Wezîrê Eşo# )
Di destpêka salên nodî de, Sovêta kevn serobino bû û mixabin bi xwe re xerabîyeke mezin ji bo gelên kêmnetew û bindest anî. Di wan komarên Sovêtê de, bi dehan, bi sedan netew û civak hebûn û dema Sovêt hilweşîya, bi rastî li ser wan gel û civakên kêmnetew û bindest hilweşîya. Nijadperestî bû serdest û nijadperestên ku di xew de bûn, li benda roja xwe bûn, rabûn û çi ji destê wan dihat, li dijî gel û netewên din kirin…
Yek ji wan gelên kêm û bindest, kurdên Ermenîstanê bû. Em dikarin bibêjin ku, hema hemû destkeftîyên kurdên Ermenîstanê –çi êzdî, çi misilman-, bi hilweşîna Sovêtê ji dest çû. Ji destpêka sala 1929-an heta 1990-an, kurdên Ermenîstanê ji boyî çand û zimanê xwe, ji bona parastina hebûna xwe li ber xwe dan, ked kirin û berhemên bê hempa afirandin. Yekem romana bi kurdî, yekem radyoya bi kurdî, yekem rojnameya bi kurdî-latînî, bi hewl û helwesteka pîroz a rewşenbîrên kurd û helbet bi piştgirîya POLÎTÎKAYÊN Sovêtê hate avakirin…
Ji Erebê Şemo, heta Hecîyê Cindî, ji #Casimê Celîl# heta Emerîkê Serdar, ji #Emînê Evdal# heta Cewoyê Emer û piştî wan bi dehan, bi sedan kedkar û xebatkarên zimanê kurdî, mamostayên ciwan û welatparêz, ji bo ku bikaribin çanda xwe ya bêxwedî û zimanê xwe yê sêwî ji windabûn û talanê biparêzin, li ber xwe dan û îro em kurd bi tevahî saya wan xwedî bi sedan çavkanîyên hêja û bê hempa ne… Ji ber vê yekê em tev deyndarên kurdên Sovêta berê ne û bi taybetî deyndarên kurdên Ermenîstanê ne…
Yek ji wan kedkarên dilsoz, welatparêz û kurd Profesor Sehîd ê Îbo bû. Profesor Sehîd ê Îbo kurdekî êzdî yê şîrhelal, zanyarekî binavûdeng û her wiha nivîskar-helbestvanekî kurdî yê biserketî bû. Hem di nav kurdan, hem jî di nav ermenan de wekî “Xwedayê zarokan” dihat naskirin, ji ber ku asta pisporîya wî ya bijîşkîyê pir bilind bû û destê wî pir sivik bû, zarokên ku dibirin balê, tekez baş dibûn û ewî ne wekî profesorekî navdar lê wekî bavekî dilovan nêzî zarokan dibû. Her wiha bi netewhezîya xwe a kurdewar jî di nav civaka kurdan de nav dabû. Ewî tim bi zimanê xwe yê şîrîn diaxivîya û gelek berhemên hêja jî bi zimanê kurdî afirandin. Lê cihê başan li vê dinyayê mîxabin nîn e (û bi taybetî heger kurdê dilsoz be) û feleka bêbext dîsa fen û fûtên xwe gerandin….
Çawa me got, di destpêka salên nodî de Sovêt hilweşîya û li Ermenîstanê bi taybetî li ser kurdan hilweşîya. Nijadperestî li vî welatî xwe da der û nijadperestên ermen dest bi reşkirina kurdan kir.
Nakokî û dijminahîyên berê derêxistine meydanê û bi vê yekê hemû welatparêz û netewhezên kurd ji bo xwe kirin hedef. Bi vê yekê jî têr nebûn û ji bo ku bikaribin berê kurdan bidin hev, ewan pêşî nakokîya êzdî-misilman afirand, ji vê jî têr nebûn vêca derewa bê bingeh a “êzdî ne kurd in” da pêş… Mixabin ji xwe re hevkarên bê kok û bê esil jî dîtin û bi alîkarîya wan, nijadperestên ermen ev têza sosret di nav kurdên êzdî de belav kir. Lê çi jî kirin, encam bi dest neket. Kurdên Ermenîstanê ji hev û ji çand û zimanê kurdî neqetîyan û li ber xwe dan. Pêşengîya vê têkoşîna pîroz jî, weke her tim, dîsa ronakbîrên kurd diajotin. Yek ji wan ronakbîrên hêja, bê guman dîsa Profesor Sehîd ê Îbo bû….
Sehîd ê Îbo ji sekna xwe gav paş ve nediavêt û kurdbûna xwe tim diparast. Ji ber ku di nav gel de kesekî naskirî, rêzdar û binavûdeng bû, ji ber ku gel xebera wî dikir, ewî bibû talokeyekî mezin ji bo nijadperestan û hevkarên wan ên bê kok… Ew kesên neyarê hebûna kurdan, hêdî hêdî dest bi propagandayên reşkirinê kirin û tiştên netişt derheqê Sehîd ê Îbo li Ermenîstanê belav kirin.
Digotin ku, xwedêgiravî Sehîd ê Îbo li odeya xwe ya bijîşkîyê derzîyên nebaş li zarokên ermen dixe ku ew derzî dermanên xerab di nav xwe de dihewîne û bi wan dermanan Sehîd ê Îbo wisa dike ku nifş ji ermenan zêde nebe…!! Kampanyayeke ji dûrî hiş û aqilan!!. Ma ne, Sehîd ê Îbo profesor bû û derzî ne Sehîd lê xuşka ermen a li ber destê wî li zarokan dida..
Lê mixabin di nav ermenan de, kesên kêmaqil ji vê derewê bawer kir û neyartîyeke eceb li dijî Sehîd ê Îbo dest pê kir. Di encamê de, sala 1991-an, rojeke reş û tarî, bijîşkê zarokan, profesorê kurd î binavûdeng, kurdê dilsoz û welatparêz, gorbihişt Sehîd ê Îbo di odeya xwe de ji hêla kes an kesên “nenas”, bi guleyekê hate şehîdkirin… Kûjer profesîyonel bû û bi yek guleyekê li cênîka Sehîd ê Îbo dabû û ew şehîd kiribû. Ji wê rojê heta vêga kûjer ne diyar e… Ti kes nizane ka kî Sehîd ê Îbo kuşt, çima kuşt…. Mesele bû kiryareke nediyar û heta îro jî wisa ma… Lê tiştê ku hatin serê Sehîd ê Îbo li ber çavan e û kûjer her kî be, nav çi be, ji kîjan netew be bila bibe, diyar e… Kûjer nijadperestî ye…. Kûjer ew kes in ku, Sehîd bo xwe taloke dîtin û ew ji holê rakirin… Rastîya mesela Sehîd ê Îbo ev e û Sehîd ê Îbo yek ji pakrewanên pîroz ê gelê kurd e. Xwedê bi dilovanîya xwe ew şa bike û keda wî a pîroz jî bike nesîbê hemû kurdan…
Piştî qetilkirina Sehîd ê îbo, tadeyî û zordestî li ser ronakbîrên kurd û mezinahîyên xuyayî zêde bûn û bi sedan, bi hezaran kurd, ji ber zilma nijadperestan dest ji axa xwe kişandin û li seranserê dinayayê belav bûn... Dîsa koç, dîsa penaberî, dîsa bêxwedayî bû para gelê kurd... Kurdên Ermenîstanê bi piranî berê xwe da komarên Sovêtê yên berê û Ewropayê... Hê jî bi sedhezara kurdên Ermenîstanê li wan welatan, bi awayekî penaber dijîn.. Û bi taybetî kurdên ronakbîr û pispor li Ermenîstanê gelekî kêm mane.
Vêca, em werin li ser mijara sedema vê nivîsê…
Doh êvarê dereng min danasîneke biçûk li ser Malpera RIA TAZA dît û ji ber ku mijar Sehîd ê îbo bû, bala min kişand û min xwend… Amadekar Hamlet Muradov bû an ku Têmûr ê Xelîl…. Danasîneke kurt a Sehîd ê Îbo tê de hebû û helbesteka wî cî digirt. Bi rastî, min hêvî dikir ku, li ser şehîdkirina Sehîd ê Îbo jî du sê hevok hebin û weke deyndarîyê, du sê peyv bo qetilkirina wî û her wiha sedemên kuştina wî jî hatibin nivîsandin…
Lê tine bû.. Qene peyvek jî...
Te digot qê Sehîd nehatîye kuştin, bi qedera Xwedê mirîye. Ev ji min re balkêş hat. Te digot, amadekar dixwaze kuştina wî biveşêre û qet behs neke… Ev helwest ez aciz kirim û min xwest ku ji Hamlet bipirsim, ka çima tu behsa kuştina Sehîd ê Îbo nakî, ma ne qewameke pir girîng e û min jê pirsî… Min helwesta Hamlet Muradov dizanibû lê weke deyndarîya Sehîd min xwe negirt û min pirsî… Min got; Tu dibêjî ermen pê serbilind bûn lê çima nabêjî ermen bixwe ew dan kuştin....
Bersiv tenê heqeret bû… Tenê quretî, kodikveşartin, dijminahîya kurdên welatparêz û daxwaza veşartina rastîyan bû… Her tişt li meydanê bû lê Hamlet Muradov aciz bibû ku min jê pirsa kuştina Sehîd ê Îbo kiribû û min xwestibû ku sedema kuştina wî jî binivîse… Lê ewî xwe da dest û ev helwesta wî bû sedem ku ez bikaribim rûyê wî yê rastîn û qirêj der bixime meydanê….
Bila li bendê be, çend gotinên min ji bo wî û ji bo Malpera RIA TAZA (ne R’YA T’EZE) heye… . Ez di vê nivîsê de kurt dibirim da ku bîranîna Sehîd ê Îbo tal nekim. Bila baş bê zanîn ku, bersivên min ên pêş de ne ji bo tiştekî din e, tenê ji bo bîranîna pakrewanê gelê kurd Profesor Sehîd ê Îbo ye… Deynê min e. Deynê gelê min e...
Notejêr: Danasîna Sehîd ê Îbo, ji pirtûk-romana wî a Kurdê Rêwî - weşanên Avesta;
SEHÎDÊ ÎBO (SEHÎDÊ RIZGO ÎBOYAN)
Di 8ê Gulana sala 1924an li Ermenistanê, gundê Qarxûna jorîn, ji dayik bûye. Kolêj û înstîtuta bijîşkiyê ya Yêrêvanê xilas kir. Doktora xwe jî li Moskovayê temam kir. Sehîdê Îbo wek bijîşkê zarokan kar dikir. Di sala 1971ê de bû serokê kafêdra bijîşkiya zarokan (pêdîatriya) li Înstîtûta Yêrêvanê ya Bijîşkiyê. Di sala 1974an de li Washingtonê dibe endamê rêxistina Ortemiletiyê ya bijîşkên nexweşiyên gurçikên zarokan. Li Glazgoyê tê hilbijartin wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Ewrûpayê. 17 Kanûna yekê ya sala 1991ê li bajarê Yêrêvanê ji aliyê kesê “nenas” ve hate kuştin. Hejmara kitêb û berhemên Prof. Dr. Sehîdê Îbo yên ilmî derheqa bijîşkiya zarokan da nêzîkî 100î ne. Berhemên wî:- Terşinek bûyîna pişikê zarokên ‘emrê hetanî yek salî da (monografya, bi zimanê ermenî, 1976)- Danasîn bi bijîşkiya zarokan (monografya, bi zimanê ermenî, 1983).- Xwerekdayîna zarokên saxlem (kitêba bijîşkiyê, bi zimanê ermenî)- Şîretê doxtir (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî, 1974)- Siba we xêr (kitêba bijîşkiyê, bi kurdî).- Bîst salên din (şi‘r, bi kurdî)- Quma min (şi‘r, bi kurdî)- Azadî (şi‘r, bi kurdî)- Sînem (şi‘r, bi kurdî)- Duryan (berevokeke serhatiyan, bi kurdî)- Kurdê rêwî (roman, 1979)
[1]