Navê pirtûkê: Nûra Elegezê - Çend dîdem ji edebyata Kurdên Ermenîstanê
Navê nivîskar: #Eskerê Boyîk#
Cihê çapkirina pirtûkê: Oldenburg
Navê çapxaneyê: Dengê Êzîdiyan
Sala çapê: 2004
$PÊŞGOTIN$
Xwendevanên hêja, ji pey Şorişa Oktyabirê ra welatê Sovyêtê da, heremên Kurd lê dijîtin mecalê pêşdaçûyîna çand û kûltûra miletyê çê bûn. Sala 1920 - an girtî heta salên 1990 - î li hinek komarên welatê Sovyêtê yê berê, xazna li Ermenistanê di warê çand û kûltûra Kurdî da karên mezin hatine kirin. Nivîskar û zanyarên berbiçev pêşda hatin. Cihana kurdan da Ermenistan bi heqî hate naskirin çawa merkezeke kurdeweryê û kurdzanyê. Efrandinên giranbiha yê edebî, zimanzanî, dîrokî, perwerdeyî û wek din hatine weşandin. Ji pey salên heyştêyî ra êdî nivîsara kurdî / kurmancî / nêzîkî zimanekî standart, yê edebî dibû. Di warê nivîsara
vekirî û helbestvanyê da gavne girîng hatine avîtin. Ji pey hilweşîna Welatê Sovyêtê ra derbeke mezin li vê merkezê jî ket. Rewşembîr ji hev bela bûn, mecalên ku ji alyê dewletê da dihatin dayîn hatine birîn, ocaxên kûltûrî, çandî, zanyarî pir zeyîf bûn. Di vê pirtûka biçûk da bi kurtayî ez li ser hinek kar û barên çandî - edebî û jîyana çend nivîskaran rawestyame. Evan gotarên cuda ne ku min salên derbazbûyî nivîsîne û weşandine. Min hewce dît wan bigihînim hev û biweşînim.
Helbet karê kurdewarî ku welatê Sovyêtê da hatye kirin deryake, bereke. Emekê ku hatye dayîn hêjayî lêkolînên berfireye, kûrû bingehîn in. Ev pirtuk niqitkeke ji wê derya mezin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku weşengeha Dengê Êzîdiyan weşena vê pirtûkê hildan ser xwe. Dema min ev xebata hazir dikir fikira min ra rucar derbaz nedibû, ku koka kîjan nivîskarê me çiye. Ev pirs di nav rewşembîrên Kurdên Ermenistanê da tucar nehatye meydanê. Armancê teva bû nirxên xweye netewî xweyî derkevin, nehêlin ziman, edeb, folkilor, eyd - erefat û dêmê wanî kurdewarî bê bîrkirin, girêdana xwe tev koka xwe û welatê xwe neqetnin.
Gotara „Nehêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê,, da
emekê teva jî bi kurtî hatye dayîn. Tiştek heye û ru kes nikare înkarke, ku welatê Sovyêtê da Kurdên Ezîdî bêtir netewa xwe, nav û koka xwe xweyî derketin.
Nivîskarên, ku derheqa jîyan û efrandinên wan da lêkolîn hatye kirin, hevkarên min yên bi deha salane, em tev çûne hatine, gelek fireyî û dijwerî me bi hev ra dîtye, ez bingehê da haj wan û efirandinê wan heme. Ewan, rastî jî sitûnên rewşembirya Kurdên Ermenistanê bûn, û şexsiyetên wisanin, ku di nava pêşdabirina çanda Kurd û Kurdistanê da xweyê emekê mezinin.
Bira min biborînin nivîskarên meye din. Mecalên min tune bûn, kumin derheqawan dajî lêkolîn bikira. Ezê kêfxweş bimku pirtûk kêrî xwendevanan bê.
Dr. Eskerê Boyîk
[1]