=KTML_Bold=Danasîna gundê Mabeta=KTML_End=
Naçeya Mabeta girêdayî herêma #Efrîn# ê (Çiyayê kurmênc) e, di heman demê de navenda navçeyê ye jî. 47 gund jî pê ve girêdayî ne. Dûrbûna wê ji Efrinê 14'k.m ye . Ava bûna vî gundî berî 600 sal hatiye avakirin , ji salê 1423'ê de ji Bakurê Kurdistanê koçberî vê gundî bûne û nav lê hatiye kirin (Mabeta) yanê Mahebet an jî Ziyaretgeha hezretî Alî ye, ji ber xelkê vî gundî giştî ji baweriya Elawiyan û ji heft mafîleyan pêk tê navê wan (Ala, Qerpûz, Eçûlî, Kapizî, Gozelekî, Qerûkî, Hesenî) û hejmara xelkê wê jî 5' hezar kes tê de jiyan dikir.
Bi xwe gundekî çiyayî ye li Başûrê Efrinê dikeve û 82 k.m ji Helebê ve dûre. Li derdora wê hemû navçe cih digirin, ji milê Bakûr ve navçeya Reço ji milê Başûr navçeya Cindirêsê, ji milê Rojhilat Şiyê û ji milê Rojava Efrîn e.
Hemû cureyên daran lê hene li derdora wê jî deşte ew deşt jî bi darên zeutûnê xemilîne her wiha darên (Beyîf, gûz, hinar, kerez, hilûk, sêv, porteqal, menge, û rez, çandina nîsk, nok, genim, kemûn…..û h.w.d) yanê xelkê gund bi çandiniyê debara xwe dikin û xwedî sewal in, ji şîr û mast derbara xwe dikin.
Di 1925'an de dibistana yekem lê hat avakirin û dibistên cihê xwe tê de digirin seretayî- navîn û amadehî bû. Navê ya amedahî Ş.Seydo, ya seretayî dibistana Ş.Kemal û bû. Her wiha 25 şehîdên xwe hene şehîdê yekem yê gerîla li ser asta Efrînê ji gundê mabeta bû ew jî Şehîd Seydo bû, hemû saziyên rêxistinî cihê xwe tê girtibûn wek (asayîş, YPG, mala jin, saziyên sîvîl û hwd
Kevneşopiyên vî gundî dema ku kesek dimire şiqinekî zeytûn pê re dixin gora wî /wê. nabe keçikên xwe bidin derveyî gundê xwe yanê xerîb nadin. Kirîfitî jî heye, yanê du malbet dibin kirîfê hevdu, Şoşpan jî heye, xwarinên vî gundî (Kutayî – Aşûr) 12 rojan rojî digirin, xewrê Xidir weke rojî sê rojan digirin û piştre luqme derdixin û belav dikin û çîlkûfte jî çêdikirin oçaqê (Zîyaret) yaxmûr dede û oçaqê berbehûşê ji bo baranê govendên xwe jî bi gerandina semahê digirin, dema ku baran nebare milet yan xelkên gund du kes digerîn li ser gund li malan digerîn zarok diketin li pê wan du kesan û bandikirin çale çale çale cine em merinî sihir cîne em hatine sehnik zeyt yan birxul yan jî pere dibirin û komdikirin pê yan berx yan jî mirîşk dikirîn jerjî dikirin diçûn ber şehîd ji buy baran bibarê. Lê belê ew çanda li ba me hebû heya roja me ya îro.
Bazar hebû ji bo milet pêdiviyên xwe bikirê yên rojane û bazar jî diket rojê yekşemê miletê gundê me pêdivoyên xwe ji wê bazarê dikirîn. Mehseretê zeytonan cem me hebû zeyt derdiket jê. Werşên xiyata yanê werşê dironê derdorî 600 kes tê de kar dikirin xort û keç tê de kar dikirin ji buy aboriya gund xurt bibê. Av jî heye avê ziravikê pira kehniya ereba û pira kokanê, avê kokanê vê re dibêjin cihê roniştinê , avê ziravikê û kopriyê hesenî mêşikê û kopriyê ziravikê û avê kitixê cem mera derbas dibê.
Çavkanî: Hevdîtina bi xelkên gund re.[1]