=KTML_Bold=Peyvên Somerî yên di kurdî de dijîn=KTML_End=
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Gelek kes li ser têkiliya zimanê somerî /sumerî û kurdî dinivîsînin. Ji bo rastî neyê tevlihevkirin min jî leksikona di bin navê „Innsbrücker Sumerisches Leksîkon“ ku bi şirove û mînakên gelek balkêş hatiye amadekirin, berê xwend û dû re jî ev gotinên îro jî di zimanê me de bi formên cûda dijîn, jê derxistin.
SumeriKurdî
dirîg /tirig=tarî /tarig, tarîtî
şû / şa=şev, şan
şû.tag=şelt (ruyê nivînan, şeltê nivînan)
na / nu=na
cin /şîn=çûn / şî (kirmanckî/zaza)
şudû=şidandin, bişidîne.
Gan=giyan, can, nû zayî
gu gau=ga (dewar)
i.bî= dîtin (dibîne)
u. dî=dîtin
me / men=min, ez
engur=kûr /en kûr (ji bo avê) mînak ev çem pir hûr e.
Kal=kahl / negîhîştî
ge ke=keç „Keça min pir delal e.“
eger=eger / sebep mînak: Tu egera vê dizanî?
Rib=rev, reb, direbe (di kurdî de cih guhertina dengên „b û v“)
ki=ku (li kî derê ye /li kuderê ye)
da=dan, dayîn
tur=ter, ciwan (Ew hîn ter e, pir ciwan e. Ew hîn ter bû, teze bû)
ma.al=mal hebûn (malê min heye.)
gun=gun, reng (gunê wî / wê pir xweş e)
ca=mal, cih
kal /gal=kalê mezin, bi hêz
kal ga=bi hêz (Ew êdî kalê qert e, bi hêz e)
şa=şahî, stran
uz, iz=biz, bizin
eş gal=parastgeha mezin, eşgal (eşgalê wî /wê çawa bû./ şekl, teşe)
car=car, li ser hev, carandin
şû.mar=şamar, (şamarek lê da)
cî. par=cih, war, mal (cihê we heye, hûn li ku dimînin)
sar= kirina nava şermezariyê (li hember wê êrişê ez sar bûm û mam)
e.ze=pez
î.ne şe=anaha şûn de, îna şûn de, ji vir û şûn de
mara / mera=mira, me ra, (ji mi(n) ra avê bîne)
ur=kezeb, ciger (hûrê pez, hûrê min)
ma=man, mayîn, xwe li paş girtin.
Urgî /urg=gur, gwirg, verg
kar=karmend
xul=xilxil, xibar, xurde (xîç, kuç, xîbar û kevirên li ser hev kombûye)
dumu=doman, dunde (dumu gudu / xudu = zarokên xwedê /kurd)
şîta=şeta avê, (ev çema li vir şet şetiye) delta
zu=zan, zanîn, nasîn
zal=resen, mezinRustemê Zal (?)
zalag=zelal
şî /zî=jîn, jiyan
bûr=bûrîn kirmanci/zaza (nan bûrî)
tar=ruxandin, tar û mar kirin (Mal û melalên me tar û mar kirine.)
ku= kun, qul, deriyê şikeftê
î.sî / îş=êş
gel gil=gilik, quz
namûr=gernas, nemir
egî=axa/aga
ba=reşandin, li ba kirin
kur=ko, kuwe, diharê kurê (lutke ya çiyê)
dub=dep, texte depistan (dep-istan) dibistan
kes=biyanî, kes /kesek xerib
geştû=hest, hişmend, geşt
şîr=helbest, şîîr
dumu mu /mi=domanê mi, dundeyê mi(n)
dama mu / ama mu=diya min, ma mi, maka min
eşe / eja=kij / kîjan
arezu/ arazu=arzû (pehlewî jî) daxwaz
a. la=alandin (girêdan pêçan)
a. meş= mêşîn, peza mêşîn
an.na=Anna (nav) / Anahîta (xwedawenda dayîk)
arxuş=arxweş, bi wîjdan
ar.rî=Arî /pesin, paqij (gelê Arî)
a.şe.er=êş, êş kişandin
bal=paşgîna ji 1ekeran rengdêr çêdike. Dîtbar (l r)
libbu.bal=hişbar, dîtbar
bulux, balux= balix bûn, gîhîştin, mezinbûn.
ê. ma=ê min
dumu. Kur. Er=kurê çiya
hevoke
i. bi. Nam. mu. un. Dug. Ru:
i.bi.....du=dîtin
na=na
mu=min
un=hûn, un, wum
wateya hevokê: Xwezila wan ez nedîtibama
îşîn=gihîştî
u e. vişîn, vikşîn= vekişîn ev darana gelek vekişyane, genim vekişyan e (Almanî wachsen)
ki. se. Ga=kesegan, teşe, teşeyê pir mezin
ki sur. Ra=sînor
kuş / kuj=kuştin / bikuje
lu=lo (ji bo mêr) mêr
lugal=mêrê mezin (lo yê gal / gil/ gir) key, qiral
[1]