=KTML_Bold=Nîjada Gelê Gunehkar -1-=KTML_End=
Can Şeker
Di mîtolojiya Zal û Rostem de Teyrê Sîmir roleke sereke dileyize. Dema ku Zal ji dayik dibe bavê wî Sam ji ber girbûna wî û ?ibandina wî ya dêwan, wî dibe çiyayê Elburzê datîne, ji bo ku Zal li wir ji bê kesî bimire. Teyrê Sîmir li Elburzê dijî. Sîmir, Zal naxwe, lê wî diparêze û perwerde dike. Pi?tî demeke dirêj Sam po?man dibe û diçe kurê xwe pa?ve tîne. Sîmir çend per ji baskên xwe dide Zal û dibêjê: Dema ku tu ketî tengasiyê, yek ji wan peran bavêje nava agir, wê demê ez ê xwe bigihînim te û çi alîkarî pêwîst be, ez ê ji bo te bikim. Dema ku dayika Rostem Rûduba bi Rostem bi heml e û dayika wî divê biwelide, lê ji ber girbûna la?ê Rostem, nikare Rostem biwelidîne. Zal alîkarî ji Sîmir dixwaze. Sîmir bi metodên ku iroj em jê re dibêjin sezeryen Rostem ji zikê dayika wî derdixe û di dema operasyonê de, li ?ûna narkosê, giyayê haoma bi kar tîne.Di cengekê de, Rostem û hespê wî Rahs birîndar dibin. Her du jî li ber mirinê ne. Disa Zal alîkarî ji Sîmir dixwaze. Sîmir he?t tîr ji la?ê Rostem diksîne. Li xwîna Rostem a bi jar bûye dimije û ji la?ê wî dik?îne. Perên xwe di ser birînên Rostem dide û wî ba? dike. Hespê Rostem jî derman dike. Sîmir di vê navberê de nesîhetên balkê? li Rostem dike.Em di vê mîtojiyê de dibînin ku Sîmir ajelek normal nîne. Di vir de Sîmir him mamoste ye, him hekim e û him jî rêber e. Ew Ferî?teh e û alîkariya nijada xwe, nijada gelê gûnehkar dike! Di ola Ezdatiyê de teyr û mar sembolên giring in. Melekê Tawus di van her du sembolan de înkarnasyon kiriye. Di ola Ezdatiyê de teyr ne teyrê Sîmir e, li vir teyr Tawus e. Sembola Teyrê Tawus bi sancakan hatiye bêmirinkirin û her weha li ser diwarê Lale?a Nûranî jî rolyefa marê re? heye. Di vê baweriyê de heft ferî?tehên sereke hene û Melekê Tawus serekê hemî ferî?tehan e. Dîsa di detspêka afirandinê de weha tê gotin: Xweda ji xasîyeta xwe durek (Inci) afirand û danî ser pi?ta teyrek ku berê afirandibû. Dur çil sal li ser pi?ta teyr ma û pi?tî çil salî, Xweda bi ser durê ve qêriya û dur ji ber hêza deng bû çar parçe… û mîtolojiya afirandinê berdewam dike. Di vê baweriya kurd de jî girîngiya nebatê heye. Dara Giyanê ku bi navê Dara Hilhilê tê bi nav kirin, di ezdatiyê de ciyekî grîng digire. Elementên pîroz wek yên Zerde?ti yê av, agir, ba û ax in. Di vê ola kurd de Pêxember ?êx Adî yê Hekkarî ye. Du pirtûkên piroz di vê olê de hene; Mishevare? û Kitab-el Celve. Di vê olê de sê xêz: Xweda, Melekê Tawus û Sêx Adî ne, her sê heman û yek in.Bi vê ola kurd ve, kurd ji aliyê olên semawî ve bi arperestî û kufrê tên tewanbar û gûnehbar kirin. Di olên semawî de, Melekê Tawus neyarê Xweda yê herî sereke tê dîtin. Ji ber vê baweriyê, bi sed hezaran kurd hatine qetil kirin û îroj jî, ev ola kurd di bin zor û zexten bê hempa de ye. Di ola kurd Yaresan de jî teyr û mar sembolên girîng in. Baweriya bi ferî?tehan di vê olê de gelek gelek xurt e. Li gor vê baweriyê, Xweda heft car di ?eklê mirovan de, hatiye cîhanê û wek mirovan jiya ye. Di vê baweriyê de, Teyr ne Sîmir ne jî Tawus e. Teyr, Teyrê Baz ê spî ye û wek yê Zerde?tiyê ye. Mar wek sembola evîn û ?ehwetê tê ditin. Mar gelek piroz e. Di bihi?tê de Azazîl xizmetkarê Tawus û Mar e. Adem û hewa wek yê Zerde?tiyê masya û masyana tên bi navkirin. Yê ku genim bi Adem dide xwarin mar e û ne Azazîl e. Di mîtolojiya afirandinê de weha tê gotin: Keçikek bakîre dawa xwe bilind kir û Teyrê Baz ket nava wê û dema ku dawa xwe danî, zarokek (Sultan Sahaq) ji dayîk bû… û hw. berdewam dike. Wek ku tê ditin, dîsa nijad ji ferî?teh û mirovan pêk tê. Pêxemberê vê olê Sultan Sahaqê kurd e. Ev bawerî di nav kurdên goran de bê hêz e. Baweri ya Baba Mansur ango Xalaci Mansur ji vê baweriyê ye ku ew ji alî misilmanan ve hatibû qetil kirin. Ew bi baweriya kurd a ku dibêje Enel-Heq (Ez xweda me) jî tê nas kirin. Sultan Sahaq ji ber ?ibandina navê wî ku di?ibe navê Zohaq ango Dehaq û ji ber dîtina wî li ser maran û nijada wî, ew ji aliyên ol û gelên din ve bi Dehaq tê naskirin û tewanbar kirin. Kurd bi vê ola xwe wek nijada Dehaq, ferî?teh û xurafe tên tewanbar û gûnehbar kirin. Baweriya hinekYahudiyên kurd li ser afirandina kurdan de bi kurtayî weha ye: Silêman Pêxember du sed ferî?teh di?îne Ewrupayê, (Cin jî tê gotin, lewra artê?a Silêman pêxember a ji cinan hebûye) ji bo jê re du sed keçikên por zer û çav ?în bînin. Dema ku ferî?teh van keçên çav ?în û por zer dibînin, dilê wan dikeve van keçên bedew û di ciyê ku wan bidin Silêman Pêxember, van keçikan direvînin û dibin serê çiyayekî bilind û asê (Zagrosê) û bi wan re dizewicin. Nijada ku ji wan çê dibe, nijada kurd e. Ispata ku didin pê? jî ew e ku gelek ji kurdan por zer û çav ?în in.Bi bê emrî û îxaneta ferîstahan re him ew du sed ferî?teh û him jî kurd ku ji wan bûne, bi gûnehkarî tên tewanbar kirin.Di pêxember û Mesîh kirina pêxemberê ola xiristiyanî de kurd çi rol leyistine? Wek ku em dizanin peyva pêxember peyvek kurdî ye û mesîhî ango mehdîtî jî disa têgihek ola kurd mecusî ango zerde?tî ye. Ji bo ku li gor baweriya zerde?tiyê ji hezar salan carek dê mesihek were, kurd herdem li mesîhek geriyane. Di pirtûka piroz Încîlê de, dema ku Îsa Pêxember ji dayik dibe, yê ku vê têgiha kurd mesîhtî û mizgînê didin dayika Îsa Meyrema ,dîsa her sê kurdên mecusî ne. Ev her sê kes di xirîstiyaniyê de kesen mîstîk û pîroz tên dîtin.Ola Manî pêxember Manîzm ango mazdakî bingeha xwe ji zerde?tiye distîne û têgihê olen wek budizm û xirîstiyaniye tev lê dike. Ev ol wek reformkirina zerde?tiyê tê nasîn. Ev ol ji Çîn, Tîbet heta Efrîka û Ewrupayê belav dibe. ?e? pirtûken vê olê hene; 1. ?ahberdan, 2. Sendokojine, 3. Rêya Rast, 4. Olperestî, 5. Ve?artî, 6. Nivi?ta Gernasa Mani ku di sala pz. 216 de li Mêrdînê ji dayîk dibe. Di sala 242 an de ola xwe bi xanedanê Sasaniyan dide qebulkirin. Di dema ?apûrê yekemin û kurê wî Hurmuz de ola Manî dibe ola Sasaniyan. Dema ku kurê ?apûr Bahram tê ser textê Sasaniyan, Manî davêje zîndanê û wî bi ê?kenceyên bê hempa di sala 276an de dide ku?tin. Wek ku ji navê pirtukên wî yên pîroz jî tê fam kirin ku Manî bi eslê xwe kurd e û secera wî digihije kurdên Ekbatan ango Hemedanê ku paytexta Medan bu. Di pirtûka Meleklerin Kullerinden de nivîskar ciyekî giring daye Manî Pêxember.Ola Zurva olek kevnare û olek kurd e. Di vê olê de Xweda Zurvan e. Zurvan tê wateya demê. Du zarokên cêwîk ên Zurvan Ango demê hene; yek Ahura Mazda ye yê din jî Ehrîman e. Ji bo ku Ehrîman pê?î afiriye, 900 hezar sal wî cihanê îdare kiriyê. Di dûre dor hatiye ser Ahura Mazda û neha jî ew cîhanê îdare dike. Di vê olê de Ehriman wek Xwedayekî tê dîtin û xerab nayê ditin. Di vê olê de dualizm gelek li pê? e. Zerde?t vê ole reform kiriye. Li gor zerde?tiye Ahura Mazda demê afirand û Ehrîman tê de zindankir. Naveroka olê bi tevayî hatiye berevacî kirin. Bi vê ola kurd jî, kurd bi pirxwedatî hatîne tewanbar û gûnehbarkirin.Li gor ditîna niviskar, akademîsyena lêkolinên xwe ba? nekirine û dokumentên giring ba? ne nirxandine û ji aciziya xwe gotine ev mitolojî û çirok in, pêwendiyên xwe bi zanyariye nînin û ji ser xwe avêtine. Teolagan jî, ji bo berjewendiyên xwe pirtûk û nivîsên dirokî hinekan qedexe kirine, hinekan ?ewitandine û gelek ji wan jî berevaci kirine û li gor xwe çêkirine. Hukumdaran ji bo text û tacên xwe wan jî dirok berevacî dane nivîsandin û nasandin. Pirtûka Hanok ango Îdrîs Pêxember, ji ber hatibû qedexekirin, hatibû ve?artin û nusheyekî li Hebe?istanê yek jî li Rusyayê hatibû ditin. Heke ku ev pirtûk nehata dîtin dê gelek agahiyên demên berê, iroj dîyar nebûna. Bi ya nivîskar; divê dirok bi rastiya wê ji nû ve were nivîsandin.Bi ya min jî divê ev pirtûka giranbiha, li ber dest û malên hemû kurdan de hebe. Wek ferdek nijada gûnehkar, ez jî ji birêz Andrew Collins re rêz û spasiyên xwe pê?kê? dikim.Çavkanî: Meleklerin Kullerinden, Andew Collins, Avesta yayinlari. Werger: Zafer Avsar
[1]