=KTML_Bold=P’EYVÊN BÎYANÎ DI K’URDÎ DA DIVÊ ÇAWA BÊN NIVÎSÎN Û XWENDIN?=KTML_End=
HINEKÎ ÊTÎMOLOJÎ!
#Ezîzê Cewo#
Sedema ku ez pênûsê hildim û vê şirove-nirxandinê binivîsim, p’eyva Fakebook bû, a ku bi bagera întêrnêtê û medya civakî r’a hatye-k’etye nava jîyana me ya r’ojane.
Lewra jî ezê ji êtîmolojîya vê peyvê destpêbikim!
Ev peyveke înglîzî ya têk’el e. Ew ji du peyvên cuda pêk hatye: Face – dêm (ji vê jî – Fasade, ango, fasad, t’erfê dîwêr ê derva, dîwarê xênî yê pêşin), r’û, sufet + Book – pirtûk…
Ji vir jî êdî mirov dikare binihêr’e, k’a gelo wê peyvê çawa dikare wergerîne:
Rûpirtûk?Rûberg?An? ….
Ev ji bo bi giştî t’êrkirina baldarîyên xwe yên êtîmolojî!
Lê ev p’eyv êdî bi şêwazê xwe yê înglîzî va k’etye nava jîyana r’ojane ya medya civakî ya t’evahîya cîhanê, wek – Facebook û bi înglîzî jî ew wek Fêysbûk [ˈfeɪs.bʊk ] tê xwendin.
Wekî dinê xwendina vê p’eyvê bi vê sazîya xwe ya deng/tîpan va bi zimanekî dinê, em bibêjin, bi k’urdî, ne r’ast e û ne pêkan e, wek ku bi şaşî navê bîyanîyan bi sazîya tîpên bîyanî-orîjînal bi k’urdî dixwînin (û peyva înglîzî ya Facebook bi k’urdî wek: Fakê an Facêbok dinivîsin û dixwînin!).
Mînakên wisa di çapemenî û wêjeya k’urdî da li ser her gavekê p’êrgî mirov dibin. Mînak, hinek navê nivîsk’arê înglîz ê nîveka sedsala XVI – destpêka ya XVII Wîlîam Şêkspîr di nivîsên xwe da bi şêwazê nivîsa înglîzî dinivîsin û bi k’urdî jî dixwîni. Fermo, hewl bidin (eger ji we tê!) vê peyva înglîzî bi k’urdî bixwîni: Shakespeare, û hûnê bibînin, ka tiştekî çawa dertê…“” ‘’ ’
Nivîsîn û xwendina navê nivîsk’ar û dîroknûsê yewnanî yê antîk K’sênofon jî (sedsalên V – IV ên berî s.m.) di heman r’ewşê da ye, yê ku hema-hema di p’ir’anîya zimanên ewropî da (înglîzî, almanî, fransî, îspanî) bi kevneşopî wek Xenophon tê nivîsîn, û tîpa ‘X’ jî di wan zimanan da ne ku wek ‘X’ê k‘’urdî, lê wek ‘Ks’ tê xwendin. Lê, dîsa jî, yek e, evê p’eyvê jî di k’urdî da r’engê xwe guhartye û bi heman sazîya tîpên zimanên navborî, lê bi k’urdî tê xwendin…
Û mînakên weha ne yek in û ne jî dudu.
Em naha jî mînaka bi k’urdî nivêsîn û xwendina navê peymana veşartî (a 16ê gulana 1916an) ya di navbera Brîtanîya Mezin, Fransayê, Împêratorîya Rûsîyayê û peyra jî Îtalîyayê da ya dabeşkirina Rojhilata navîn – a “Sayks-Pîko” binihêr’in.
Ev nava bi înglîzî wek: Sykes pico tê nivîsîn, lê wek: Sayks Pîko tê xwendin. Û gelek gelên dinê jî, ev nava wergirtine û, anegorî heşmendîya rastnivîsîna peyvên bîyanî di zimanên xwe da, wek ku ew tê xwendin û bihîstin, dinivîsin:
Bi r’ûsî: Сайкс-Пико (Sayks-Pîko)Bi ermenî: Սայքս-Պիկո (Sayks-Pîko)Bi erebî: سايكس بيكو (Sayks Pîko)Bi farsî: سیکس پیکو (Sayks Pîko).
Lêbelê, mirov nizane ji bo çi û anegorî k’îjan qanûnên zimên(?!), evî navî di k’urdî da bi şêwazê Sykes pikot dinivîsin û wî bi wan tîpan jî, lê bi k’urdî dixwînin…
Di vê pirsê da, wek ku tê xuyan, zaniest û zimanzanî bêzar bûne!
Mijara r’astnivîsîna p’eyv û navên bîyanî di zimanê k’urdî da vekirî ye û pêdivîya xw bi p’evguhartina nêr’înan û govtûgoyê heye…
Her çiqas her tişt li ber çavan e û hîç hewce jî nake, duçerxê (psîkêlêtê) ji nûva peyda bikin!
Li gel silav û r’êzên xwe,
Ezîz ê Cewo
28-11-2018 Pyaatîgorsk/R’ûsîya
[1]