Yekîtî hêz e!
#Samî Tan#
Îro roja hilbijartinê ye. Berê me di rojnameyê de zêde guh nedida qedexeyên dewletê yên der barê hilbijartinê de, me roja hilbijartinê jî propagandaya xwe dikir. Me digot,”Çawa be dewlet pê nahese, heke pê bihese jî ji xwe re neke bar ku were qedexeyê li ser me bisepîne.” Jixwe ne me xwe ji hemwelatiyên vê komarê dihesiband, ne jî wan em ji hemwelatiyên vê komarê dihesibandin. Baş tê bîra min di salên nodî de em ji hêla polîsan ve hatibû desteserkirin anku em di bin çavdêriya wan de bûn, polîsan digot, “Ev hemwelatiyên komareke din in.”
Wisa diyar dibe ku ji wê rojê heta roja îro em çend gavan ber bi hev hatine; belkî jî em bi çend gavan ber bi wan çûbin, ew hê li şûna xwe ya berê bin. Lê hilbijartina çûyî tiştek hate serê min, lewma jî vê hefteyê ez ê qala hilbijartinan nekim. Her wekî min got, di hilbijartinên herêmî de min nivîsek der barê hilbijartinên herêmî de nivîsand û hinek pêşbîniyên xwe jî der barê encaman de nivîsandin, lê belê rojnameya me ew nivîs ji ber qedexeyên hilbijartinê neweşand. Helbet, ev qedexe ji bo me hene, ji Erdogan û hevalbendên wî re tu astengî û qedexe nîn in. Ew bêyî ku guh bide biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên anketan radigihîne, filmê reklama xwe yê ku ji hêla YSK’ê ve hatibû qedexekirin dide weşandin. Lê dîsa jî ez serê xwe û serê hevalan nexim belayê û ez ê xwe ji vê mijarê bidim alî.
***
Hemin em der barê mijarên di rojevê de nivîsin, bivê nevê dê sermijara me êrîşên çeteyên Daîşê yên li ser Şengalê û berxwedana şervanên azadiya gelê kurd be. Ev hefteyek e, di hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên kurdan de ev mijar heye. Agahî wekî pêlên lehiyê bi ser me de tên, mirov nizane ka çi rast e, çi derew e. Her sazî û dezgeh li gorî xeta xwe ya weşanê nûçeyan belav dike, her kes û sazî li gorî bîr û baweriya xwe nirxandinan dike. Pirî caran agahiyên ku hev û din nagirin; agahiyên dijber û nakok têne weşandin. Bi taybetî çapemeniya civakî bûye qada her cure agahiyan. Her kes her çi bixwaze dikare li ser tora ragihandina civakî belav bike, kes nikare rê li ber bigire.
Di nav vê geremolê de dîtin û neqandina rastiyan ne karekî hêsan e. Dîtina rastiyê jî têrê nake, divê mirov tiştên li pişt wê rastiyê jî bibîne. Ligel vê geremolê jî êrîşên Daîşê hin tişt bi awayekî zelal li ber çavan raxistin:
1- Dema ku berî çend salan Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan berî çend salan qala hêzên hevgirtî yên parastina gelê kurd, qala yekîtiya gerîla û pêşmergeyan dikir, wekî gelek kesan min bi xwe jî digot, ev yek ne tiştekî pêkan e, tu hêz nikare gerîla û pêşmergeyan bike yek. Lê belê Daîşê ev yek pêk anî. Vê yekê jî nîşan da ku birêz Ocalan xwediyê hêz û şiyana pêşbîniyeke siyasî ya xurt e.
2- Bi van êrîşan derket holê ku dê xetên nexşeya Kurdistanê dê bi xwîna şehîdan werin kişandin. Li vê derê du aliyên girîng e; bêyî şer û berxwedaneke xurt serxwebûna kurdan xewn û xeyal e. Li aliyê din her çiqas gelek ji me bibêjin “dewlet û dewletbûn ne tiştên baş in” jî dê neyarên me yên nîjadperest me bikin xwedan dewlet. Mêjiyê li herêmê serdest dûrî modeleke pişt-neteweyî (post-national) ye. Di van mercan de kurd bi tenê dikarin xwe bi riya dewletbûnê biparêzin.
3-Kurd divê rojekê berî roja din yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Divê em berjewendiyên şexsî û hozî û rêxistinî bidin aliyekî, bi hişmendiyeke demokratîk kongreya neteweyî pêk bînin û di her warî de hêza xwe bikin yek.
4- Divê kurd bi gelên din ên Kurdistanî re bi hişmendiya neteweya demokratîk danûstandinê bikin, pêwîst e ew gelên li Kurdistanê bi hişmendiyeke demokratîk hembêz bikin.
Di encamê de em dikarin bibêjin stêrka kurdan geş e, lê divê kurd hevgirtina xwe pêk bînin, baqilane tevbigerin, bi plan û bername, bi hişmendiyeke demokratîk û pêşverû berê xwe bidin qewimîn û rûdan, li gorî stratejiyeke neteweyî pêk bînin, li gorî xebateke hevpar bikin.
Nîşe: Dema ku min ev nivîsa xwe dinivîsand, ez bi xemgînî pê hesiyam ku yek ji kedkarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Kerem Soylu koça dawîn kiriye. Serê gelê kurd sax be, xwedê wî bi bihuşta xwe ye berîn şa bike.Kaynak: Yekîtî hêz e - Amîda Kurd
[1]