=KTML_Bold=Reva ji welatê xwe =KTML_End=
#Rênas Jiyan#
Dojeha mirov ji bihuşta xelkê xweştir e. Ji dêvla mirov bi bihuşta xelkê serî li xwe mezin bike, bi agirê xwe serbilind be baştir û esîltir e. Ger ne wiha bûya gerek Odîseûs venedigeriya welatê xwe û li cem “Kîrke” bimira. Ger ne wiha bûya gerek Aeneas Roma ji bîr bikira.
Siwarê hespê xelkê her tim peya ye. Dilbijandin û çavberdana welatê xelkê parsektî ye. Heke welatê mirov ne xweş be jî gerek mirov jê nereve, gerek bixebite û wî xweş bike. Heke kurd di civaka xwe de zanînê bilind bikin wê civaka kurdan xweş û azad bibe. Heke welatê mirov di destê kevneperestan de bûbe hêsîr, mirov wî welatî li dû xwe nahêle û nareve welatê xelkê. Di vir de bi qasî kevneperestan nûjenperestên revok jî sûcdar in. Mirov civaka xwe di tariyê de nahêle û berê xwe nade ronahiya xapînok. Jixwe dû re, li wir, ew revok, li wê ronîgeha xapînok, ro bi ro dihelin û diqedin.
Rast e, civaka bindest ne xweş e, bi êş e, tehl e lê mirovê ku dev ji welatê xwe berde û bireve ezperest û newêrekekî dera han e û ew civaka feodal û bindest a ku ew naecibîne bi sed qatî jê çêtir e. Divê kesên xwende li welatê xwe bimînin û bi cehaletê re şer bikin. Gerek tarîtî ji ronahiyê bitirse, ne ronahî ji ber tarîtiyê bireve. Kesên xwende û nûjen azadiya xwe û welatê xwe didin bi modernîzmê û welatê xwe terk dikin; ji feodalîteyê direvin modernîzmê, bawer nakin modernîte li welatê wan jî ava bibe, modernîte ji bo wan her tim tiştekî biyanî û dûr e.
Kurd pir ji tûrîstan hez dikin. Ji dêvla bibin “welatî”, tên, dibin “tûrîst”ên welatê xwe. kurdên ku li metropolên Tirkiyeyê û li welatên Ewropayê dimînin, tên li ser serê kurdistaniyan tûrîstiyê dikin; bi welat û bajarên ku lê dijîn xwe mezin dikin, girîng dihesibînin. Kurdên tûrîst bi welat û bajarên xelkê welat û bajarên xwe biçûk dikin û navê vêya dibe nûjenî-modernîte; ev ne modernîte ye, cehalet e, dinyanedîtin e.
Êdî di kurdên tûrîst de ev psîkolojî peyda bûye: Bajarê ku tu lê dijî çiqasî mezin be tu jî ew qasî mezin î, çiqasî biçûk be tu jî ew qasî biçûk î. Mirov dikare vê psîkolojiyê wek “polofîlî”yê bi nav bike: “Pol” dibe bajar, “fîl” dibe hezkirin (a sexte) û navê vê derûniya xerabe jî dibe “polofîlî”.
“Polofîlî” hem ji bo kurdên “welat-terk” û hem jî ji bo kurdên li welat mane tiştekî dilkêş e. Her kes dixwaze bibe “polofîl” û welatê xwe terk bike. Kurdên welat-terk di çavên kurdên mayî de mezin in, bi qedr û qîmet in; ew çûne welatên mezin û êdî ew jî mezin bûne. Kurdên mayî ji dêvla wan şermezar bikin bê çima wan welatê xwe terk kiriye, wan datînin ser serê xwe.
Kurdên ku ji ber zext û zora dewleta zordest û serdest ji welatê xwe reviyabin, helbet vana ti sûcê wan tune ye, ji mecbûriyetekê çûne, vana nakevin kategoriya polofîliyê. Heke ew li welat bimana û bihatana girtin vêya wê bi kêrî ti kesî nehata. Ji ber vê, çûna wan rasttir e. Lê belê ew jî, divê li wir, ji bo welatê xwe bixebitin û gava derfet û xetereya vegerê ji holê rabe divê derhal vegerin.
Civaka kurd a kevneperest nûjeniyê naxwaze, modernîteyê naxwaze lê jê bêtir jî dewleta serdest naxwaze modernîte bê nav kurdan. Modernîte hişyarî ye, aqilmendî ye, ev nayê hesabê dewleta serdest; modernîte teknîk e, endustrî ye, hilberîn e, halxweşî ye, ev nayê hesabê dewleta serdest. Li gorî fikra dewletê, gerek li nav kurdan û li welatê kurdan refah û xweşî tune be, gerek vana tune bin ku kurd ji welatê xwe birevin û ew welat ji wan re bimîne. (Çîroka ku dewlet dibêje, ji ber şer û terorê xweşî çênabe derewek e mezin e; berî şer jî ti xweşî û dewlemendî tune bû û kurd ji welatê xwe direviyan; jixwe şer ji ber vê îltimaz û cudakariya dewletê derket.)
Gava kesên zane û xwende ji Kurdistanê direvin welat tarî dibe. Ên mayî jixwe qels û nezan in, tim bi hev dibilin, pevre şer dikin, hev du dixwin… Gava wiha be Kurdistan wê tim mêtingeh be. Ji me re çûn û “bêrîkirin”a sexte ne lazim e, ji me re mayîn û “hezkirin”a heqîqî lazim e.
Kurdên nûjen ji ber feodalîteyê (têkiliyên eşîrî) ji welatê xwe direvin. Di vir de kesê revok helbet divê mirov ji wî jî fam bike, piştî ciyekî hew dikare di nav kevneperestiyê de debar bike, civak xerab e û pir bi ser de diçe. Di vir de pêşniyar û çareserî ev e: Divê mirov li welatê xwe ciyê xwe biguherîne. Ji dêvla here bajarê xelkê dikare ji bajarekî welatê xwe biçe bajarekî din. Ger mêrdîniyek ji Mêrdîn û têkiliyên wê yên eşîrî ne xweş be dikare were Amedê, amediyek jî dikare biçe Mêrdînê û hwd. Ev, riyeke hêsan û rast e. Jixwe Amed û Mêrdîn her du jî bajarên xweş in, bi dîroka xwe ji bajarên xelkê yên wek Enqere û Stenbolê, yên wek New York, London û Parîsê kevntir in.
Ji bo kesê xwende û li modernîteyê digere hin bajarên Kurdistanê yên baş hene, yek ji vana Amed e. Hatina Amedê baştir e ji çûna welat û metropolên xelkê.
Amed bajarekî mezin e, nifûsa wê biqasî a Brukselê ye û ji a Stockholm û Marsîlyayê pirtir e. Alav û derfetên modernîteyê jî lê hene. Her wiha Amed ne çol e ku kes lê ji birçînan bimire, deşteke mezin e û rûbarê Dîjle têra xwarin û vexwarina hemû kurdan dike. Helbet hin aliyên çewt û xirab ên Amedê hene lê ji dêvla revê, heke mirov lê bimîne dikare van tiştana sererast bike. Amed taliya talî bajarekî mêtingeh e û normal e ku hin kêmanî tê de hebin lê gava bibe navenda dilkêşî û nifûsê wê pêştir bikeve û xweştir bibe.
Di vir de armanc ew e ku welatê me vala nebe û ji xelkê re nemîne. Mesala serdest û bindestan şer e, têkoşîn e. Gerek bindest “kozik”a xwe ji dijminê xwe re nehêlin. Erd û axa mirov gerek ne erzan û belaş be. Pir hêsan e mirov biçe ciyekî xweş û li wir quretiyan bike, ya girîng mirov li ciyê nexweş bimîne û wir xweş bike.[1]