=KTML_Bold=Nûnerê gelê xwe =KTML_End=
#Rênas Jiyan#
Nûnertî li ser wekheviyê ava dibe, ne li ser cudahiyê. Nûnertî rûyê mirov e, serê mirov e, ango hest û ramanên mirov e. Gava mirov dibe nûnerê girseyekê, dibe rû û serê wê girseyê. Heke rûyê nûner (ê temsîl dike) û rûyê nûnerdar (ê tê temsîlkirin) ne wekhev be ev nabe nûnertî, dibe “du-rûtî”.
Di siyaseta kurdan de nûner û nûnerdar ne wekhev in. Ê nûner, hest û raman û armancên nûnerdar nabersivîne, rûyê wan ji hev cuda ye, her yek bi aliyekî de ye. Ev, pirsgirêkeke pir mezin e, dişibe laşê bêserî ya jî seriyê bêlaş. Di civaka kurdan de armanca gelek nûneran payebilindî, dewlemendî û populîzm e. Gava nûner paye-bilind û nûnerdar paye-nizm be, gava nûner dewle(t)-mend û nûnerdar gel-mend be, gava nûner nefs-mezin û nûnerdar nefs-biçûk be wê çaxê di navbera wan de ti wekhevî namîne. Gava wiha be saziya siyasetê top davêje, bê rol û wate dimîne. Gerek nûner û nûnerdar yek bin, ji hev bin, li cem hev bin. Di civakekê de bijîşk an jî nanpêjek dikare di navbera wî û miletê wî de ti girêdan tune be, lê a nûner ne wiha ye, nûner wekîlê gelê xwe ye, gel bi xwe ye, di navbera wî û gelê wî de pêwîst e têkilî, dilînî û wekhevî di asta herî bilind de be.
*
Nûnertî ne bi tenê nûnertiya siyasî ye, her wiha nûnertiya hunerî jî heye. Rast e, wek nûnertiya siyasî, çavkaniya nûnertiya hunerî hêza wê ji gel nayê; hunermend hêza wî ango qabiliyeta wî daneke xwezayê ye, daneke Xwedê ye: Her kes raya xwe dide nûnerê siyasî û wî hêzdar dike, lê kes raya xwe nade hunermend û qabiliyetekê jê re çênake; hunermend, ya qabiliyeteke wî/ê heye ya jî tune ye, tiştekî ku nûnerdar lê zêde û kêm bikin tune ye. Lê dîsa jî hunermend jî nûnerek e taliya talî; nûnerê gelê xwe ye. Ew nikare ji gelê xwe bêrî be, di qada hunerî de ew jî gelê xwe dinimîne. Hunermendek nûnerê hîs û ramanên miletê xwe ye. Civaka wî bi nûnertiya wî ya hunerî dipeyive, dengê wê olan dide. Nûnertiya kurdan a siyasî hîn ev fam nekiriye: Hunermend, raya xwe didin nûnerên siyasî û hêzekê ji wan re çêdikin, nûnerên siyasî raya xwe nadin hunermendan û wan nakin hunermend. Tevî vê jî, nûnerên kurdan ên siyasî pir bêxem, qure û sersar tevdigerin, wek ku her kes mehkûmî wan be; lê ji bîr dikin ew mehkûmî gel in, ew bi xêra gel in. Heta niha nûnerekî siyasî yê kurdan li meclîsê helbesteke kurdî nexwendiye, lê pir helbestên tirkî xwendine, wek kurd tirk bin ji wan re helbestên tirkî dixwînin. An li xwe danînin an jî nezan in. Zimanê xwe bi helbestên kurdî naherimînin. Nûnertî û nûnerdar di vir de qet eleqa wan bi hev namîne. Wekhevî û hemangeriya navbera nûner û nûnerdar di vir de diqurife.
*
Nûnerê gelê xwe, wek gelê xwe ye, ne wek dijminê gelê xwe ye. Kesên ji kurdan re nûnertiyê dikin ziman û giyanê wan wek ê dijminê wan e. Nûner an jî wekîl ew kes e ku bibe wêne an jî neynika kesên ku dengên xwe dane wî. Kurd “deng”ê xwe didin nûnerên xwe lê di encamê de “deng”ê kurdan diguhere û dibe “deng”ekî din. Kurd “dengê kurdî” didin nûnerên xwe, lê nûnerên wan dengê wan davêjin û bi dengê tirkî pev diguherin.
Nûnerê gelê xwe, gelê wî ji kîjan nasnamê be ew jî ji wê nasnamê ye. Heke nûnerdar kurd bin divê nûner jî kurd be ji bo nimandin (temsîlkirin) pêk were. A ku nûner û nûnerdar dike yek, fam e, hîs e, êş e, birîn e. Lê nûnerên kurdan, wek hîskirin, wek mezaxtin, wek refleks û awayê jiyanê dibin tirk. Nasnameya nûner û nûnerdaran biqasî yek bibe tirk û yek bibe kurd ji hev cuda dibe. Ev ne nûnertî ye, ev parçebûn e, bêterbiyetî ye, hetîketî ye.
Her nûnertî semyolojiyeke wê heye, nûner di xwe de hemû raman û hîsên nûnerdaran dicivîne û tîne li yek remz û işaretê disekinîne. Nûnertî ne ew e ku ew tiştekî bêje û tembûra wî tiştekî bêje, ne ew e ku ew ji kurdan re helbestên tirkî bixwîne. Heger wiha be hewcedarî jê tune ye, jixwe hemû nûnerên tirk ji kurdan re helbestên tirkî dixwînin.
*
Nûnerdar raya wan ne “xelat” e ji bo nûneran. Raya wan rol û erk û peywir e ji bo nûneran. Lê nûnerên kurd vê rayê wek xelatekê dihesibînin. Xelata ku bibin tirk. Nûner û nûnerdar ji ber ku yekparçe ne kategorî û sinifa wan ji hev ne cuda ye, ew wekhev in, ger cuda be, ev dibe hiyerarşî nabe nûnertî, lê nûnerên kurd wek ku ji tebeqeyeke din a civakî bin tevdigerin.
Nûnerên kurd (parlamenterên siyasî yên kurd) ji bo zora dijminê xwe bibin divê “zane” bin. (Zanetî ne “parêzerî” û lewçetî û çenebazî ye.) Heke nizan bin wê bên xapandin û vîna nûnerdarên xwe li erdê bihêlin.
Nûner pêşeng e, ger nûnerekî nezan pêşengiyê ji miletê xwe re bike wê wan di çehl û zinaran werke. Nezanî bingeha kesayeta qels e, kesayeta qels pir dilbijok e, tim serdestê xwe teqlîd dike, jê re şelafiyê dike. Miletê kurd nûnerên “kurd” heq dike; heke nûnerdar “kurmanc” bin û nûner “tirkmanc” bin ev nabe temsîliyet, ev dibe vîn-dizî û sextekarî.
Nûnerekî nekurd dikare nûnertiya kurdan bike lê divê ew nûner xwe li kurdan bîne (bi çand û zimanê kurdan zanibe), ne ku kurdan li xwe bîne û wan ro bi ro asîmîle bike. Heke ji bo kurdî û azadiya Kurdistanê bixebite hatina wî nûnerî li ser xêrê ye, na ger dijberî vê be ew nabe nûner, ew dibe berjewend, dibe derewîn, dibe kujerê çanda bindest. Vîna kurdan vîneke êşdar e, kedkar e, ne heqê Xwedê ye ku mirov wê vînê bike pariyek û têxe devê serdesthez û Kemalîstan. Yekî/a ku dilê wî/ê ji kurdan re bixwaze ne mecbûr e bibe nûner an jî serok, rê û rêbazên xizmetê pir in. Ji bo azadiyê biçûk-mezin, sivik-giran hemû kar hêja ne.
Nûnerê gelê xwe gerek berxwedêr be. Dewleteke ku li ser bingeha nijadperestî û faşîzmê ava bûbe bê berxwedan nayê rayê, rast nabe. Heke nûner di kêliya yekem de bimelise wê nûnerdarên xwe gişan bi xwe re têk bibe.
Nûnerê gelê xwe divê bi xêra malbata xwe nebe nûner, gerek xwe nespêre ked û fedakariya yekî din; heke hêz û qabiliyeta nûnertiyê pê re hebe divê bibe nûner, heke tune be divê nebe. Her şexs ji xwe berpirsiyar e. Yekî malbata wî baş be dibe ku ew ne baş be, yekî nebaş be dibe ku malbata wî baş be. Di nûnertiyê de a diyarker keda takekes bi xwe ye, liyaqat e, ne eşîrtî û nepotîzm û xal û xwarzîtî…[1]