$Di Romana Gundikê Dono De Wek “Êdin” Temsîliyeta Tirkan$
Aziz Tekin
Berhema wêjeyî de ji nû ve hilberîn, di mijarên nasname, îmaj, îmgeyê de rê li ber meriv vedikin. Wek tê zanîn ji nû ve hilberîn û zexmkirina rastiyê rêya herî baş û hêsan a afirandina “êdin” e. Em jî bi vê xebatê, di romana Gundikê Dono ya Mahmut Baksî de li ser temsîliyeta tirkan sekinîn. Berhema ku taybetiyên dema xwe û dorhêla xwe di nava xwe de dihûndirîne, herçiqas bi rehetî neyên dîtin jî “bîra kolektîf’ a civaka xwe dide der û wateyên cihê jî dihewîne. Di romanê de, di derbarê “êdin” de şikl û şemalên fîzîkî, li xwekirin, hewîn, helwest, tevger, baweriyan de bi rêya şayesandinê piçûk dîtin, piçûk xistin, wêdakirin an bi dîtina wek xwe çêkirina îmajan bê analîzkirin. Ev hemû li ser mînakên ji romanê hatine girtin dê bê kirin
Peyvên sereke: îmaj, bîra kolektîf, nasname, êdin, derbîr[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=526958&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Di Romana Gundikê Dono De Wek “Êdin” Temsîliyeta Tirkan=KTML_Link_External_End=