Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,530
Wêne
  123,854
Pirtûk PDF
  22,075
Faylên peywendîdar
  125,491
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Roja zimanê dayîkê û zimanê bavûkalan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Roja zimanê dayîkê û zimanê bavûkalan
Kurtelêkolîn

Roja zimanê dayîkê û zimanê bavûkalan
Kurtelêkolîn

Roja zimanê dayîkê û zimanê bavûkalan
#Dilawer Zeraq#

Belê, di vî warî de du xebatên sereke ligel hev tên meşandin. 1- Di warê çalakiyên girseyî de, ji aliyê TZP Kurdî ve xwepêşandan hatin (û tên) lidarxistin. 2- Di warê hînkirina zimên a bi awayekî sîstematîk de jî di şaxên Kurd-Der’ê de xebatên atolyeyê tên çêkirin û ev xebat didomin.Ji vir û şûnde ez bêhtir meyla xwe bidim ser xebata xala duyem û pê de herim. Helbet hînbûna gramera zimanekî gelek girîng e. Û mirovê ku baş bi gramerê dizane, çi di axaftina xwe de, çi di xwendina xwe de, çi jî di nivîsandina xwe de hindik çewtiyan dike û bi awayekî hişyar û hayjêheyî têkilî bi zimên re datîne. Ligel vê yekê jî em dikarin bêjin ku her kesê ku bixwaze bi Kurdî bipeyive, ne şert e ku bi hemû aliyan ve bi gramerê bizanibe. Ger kesek bixwaze bi Kurdî biaxive, bes bi hin qaydeyan bizanibe, haya wî/ê ji hin rêzikan hebe, kêm zêde xwediyê/a ferhengekê be (ferhenga ku di hiş û bîra mirov de ye û peyv û gotin tê de dihewin) û bala xwe bide rojname û pirtûkên Kurdî û bi awayekî domdarî xwendinê bidomîne, dê bi hêsanî karibe  di gelek waran de xwe bi Kurdî îfade bike.Îcar, wexta ez bala xwe didim ser xebatên atolyeyên Kurdî-Der’ê, dibînim ku xebata zimên bi giranî li ser hînkirina gramera rût û hişk û hola didome. Û hê jî li ser slogana, ‘xwedîderketina li zimên’ û li ser gotina armancî ya, ‘pêşvebirina zimên’ ev xebat tê domandin. Helbet sedemên vê yekê hene (wekî mînak: têrnekirina mamosteyan û kêmbûna dokumentên hîndekarî û perwerdekirinê, hwd.) û ev sedem kêm zêde tên famkirin. Min di nivîsên xwe yên berê de di warê slogana ‘xwedîderketina li zimên’ de, dîtinên xwe aşkera kiribû. Û ez gotina armancî ya, ‘pêşvebirina zimên’ bi awayekî dî jî fam dikim. Û dikarim wiha rave û îzah bikim.Bi ya min ziman bi du awayan tê pêşvebirin. A) Bi awayekî çikane. B) Bi awayekî berehî (berwarî).A) Ger mirov bi tenê bala xwe bide ser qaydeyên gramerî û bi tenê pê re bilebike, çend pirtûkên li ser gramerê nivîsîbe jî, di vî warî de çi qas serkeftî be jî, ancax dikare wî zimanî heta radeyekê pêş ve bibe û ev pêşvebirin jî dibe ‘pêşvebirina çikane’. Helbet pêşvebirina bi vî rengî pêşvebirineke bi sînor û kêmmayî ye. B) Ger mirov, ligel hînbûna gramerê, bala xwe bide awayên axaftin û awayên gotin û bilêvkirinên cuda cuda yên herêm bi herêm, devok bi devok, bala xwe bide hevwateyî û pirwateyiya peyv û gotinan, bala xwe bide qalib û biwêj û gotinên pêşiyan, ligel van hemûyan, a herî girîng bala xwe bide wêjeya wî zimanî, bi xwendineke baş û têr tekûz pê de çûbe û ji gelek hêlan ve ziman û wêjeya wî nas kiribe, wê hingê pêşvebirina zimên a wî mirovî ‘pêşvebirineke berehî’ ye û ji bo hînbûn, xurtkirin, geşepêdan û jîndarhiştina zimên, tu sînor li pêş wî mirovî tune ye, ev pêşvebirin û geşepêdan domdar e û her didome.Piştî vê ravekirina kurt, dixwazim bêjim; hemin ku em dixwazin geşe bi zimanê xwe bidin, wî bi awayê ‘pêşvebirina berehî’ xurt bikin û bikin zimanê rojane, hewce ye em peyderpey hin xebatên spesifîk û taybet: ên wekî, ‘Têkilî û ligelheviya ziman û wêjeyê, zimanê bazarê û ya kirîn û firotinê, zimanê matematîkê, zimanê tip û zanistê û hwd.’ jî tev li xebatên atolyeyê ya di Kurdî-Der’ê bikin. Ji bo ku karibim dîtina xwe ya di vî warî de baş rave bikim û bidim famkirin, dikarim wiha bêjim: Dîtina sereke ev e; li cîhanê, ji aliyê hemû kesên ku bi zimên re têkildar in ve tê qebûlkirin û tê parastin: ‘zimanê pêşketî ew ziman e, ku ji sedî şêst mirovên ku bi wî zimanî diaxivin, wekî xwînerên domdar, rojname û pirtûkên ku bi wî zimanî tê weşandin dişopînin û dixwînin û ev ziman di ragihandin û zanistê de tê bikaranîn. Lê mixabin, gava em bala xwe didinê, ev yek di zimanê me de hê pêk nehatiye û ne kêmî pênc salan e ku xebateke wiha sîstematîk tê meşandin; lê ji sedî yek jî li xwînerên wêjeya Kurdî û li xwînerên rojnameya Kurdî zêde nebûne.Ji ber vê yekê, em ancax bi meşandina xebatên wiha komplîke û bi tevahî dikarin geşepêdaneke hêjayî şabaşê bidin zimanê xwe û di paşerojê de hê zêde pê kêfxweş û dilxweş bibin. 
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,906 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.ne - 16-11-2023
Gotarên Girêdayî: 53
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-02-2009 (16 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 93%
93%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-11-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-11-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,906 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.312 çirke!