Îşev cejn û şeveke pir giring e di jiyana mirov, xweza û çanda Kurdî de.
Îeşev cejn û şeva Tavanê ye. Di çanda Kurdî ya kevnare de û di zimanê KurdîPehlewanî û Avestayê de jê re gotine: Pur Mah anku Pir Meh, Tejî Meh yan jî
meha tejbûyî.
Niha bi zanistî û zimanê Înglîzî jê re dibêjin: Fullmoon yan jî “Supermoon”ku
her heman peyv, wate û mebesta Kurdî ya kevnare ye anku pur-pul-full û mahmeh-mang-moon in.
Di Yoga'yê de jê re Gurupurnîma yan jî Purugurnîma dibêjinê.
Zêdetîrî 2700 sal û di çand û dema Medyan û heta berê wê û piştî wê jî, ev şev
şeveke pir taybet û giring e û tejî ji çalakî, kiryar û boneyên cur bi cur bûye.
Di vê şevê de meh %30 ji zemînê nêzîktir dibe û du ta sê hênde ji demên asayî
tejtir dibe û tê xuya, hilkişan û dakişanên zêdetir çê dibin. Îşev pêwîste kêm
bixwin û pak bixwin, zêdetir hereket bikin û zêdetir derûn aram bin. Meditation
bikin û hestên xwe xweş û sazgar bikin.
Cejn û şeva Tavanê nas bikin û pê re bijîn.
Lêkolîn û nivîs: #Qendîl Şeyxbizînî#
[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=529250&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin TABN=KTML_Link_External_End=