=KTML_Bold=Bandor û Kartêkirine #Melayê Cizîrî# li ser Mîrze Wefayî=KTML_End=
Fener Rojbiyanî
Bandor û karêgerî helbestvanên kurd û serbore wan ya Şi’rî ve li ser wefayî meriv bi hêsanî pê hest dibe,ji wan Şa’îran Nalî, Mehwî,kurdî, Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî.
Ev kartêkirin dixuye di xezelên Wefayî de.
Wefayî di temenek 40 Salî xwe de û di sala 1866an diçe bakûrê kurdistanê, bi dirêjayî 14eh salan dibe katib û sernivîskarê Şêx Ûbeydullah Nehrê, di herême Hekkarî ya mezin de ,têre xwe di navbere Şemzînanê û Cizîre Botan diçe û tê.
Wefayî di rêye Mela û Feqîyên ku diçûn û dihatin, yan yên ku li Xaneqaye Nehrê diman, guhê wî helbestên Melayê Cizîrî ketibû û gelek li xweşîye wî çûbû û ketibû bin bandore Ş’îre Mela.
Di zimanê Erebî ya edebî de têgehek heye bi navê ( التناص الشعري), hemwateye vê têgehê di kurdî de NEZÎRE ye.
Wefayî li ser bingehe hestê xwe berember Ş‘îrên Melayê radibe nezîrek dinivîse bi heman şêwe, heman rîtim û mûzîk e,heman behre ‘Erûzê û sirweyan:
Ev jî beşek ji destpêke helbeste Melayê Cizîrî ye wek nimûne û mînak:
– Recez musemen salim/ رجز مثمن سالم
(مستفعلن-مستفعلن-مستفعلن-مستفعلن )
Min dî seher, şahê Mecer, libsê di ber mexmûrî bû
Ew dêmzerî sur muşterî, ya reb perî ya horî bû
Horî weşe şîrîn meşe, kagul reşe xal hebeşe
Xalên di qer miska teter, nazik beşer kafûrî bû
Ev jî beşek ji destpêke helbeste Mîrze Wefayî ye wek nimûne û mînak:
-Recez musemen salim/ رجز مثمن سالم
(مستفعلن-مستفعلن-مستفعلن-مستفعلن )
Be kesk û sûr, bax der û jûr, pir bû li nûr, wek kêwî tûr
li ber zihûr, kewte hizûr, dûr û nezîk deşt û demen
gêsû blaw, bi nazî çaw, hat li nakaw, bi boneyî raw
roj bû bi şew, jîn bû bi xew, biryo biryo, kewte zemen
burqe’ li ser, etles li ber, wek bûkî terr, gul hate der
kagul bi doş, ‘enber firoş, pêm got etoş, dîm xafilen.
Ev perçeyek ji helbeste Wefayî ye, yê bi navê BEHARE, we em dibînin wefayî bi heman Kêş û heman Awaz wek nezîre ye helbeste Melayê Cizîrî honandîye, nimûneyên wisa ji Nezîreyên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran di dîwana Mîrze Wefayî de mişt û teje ne.
[1]