$Rastîyên Dîrokî Yên Kurdên Alawî (Alewî)$
Dewleta Tirkên Kemalîst ji êdî sed salan pêlive dixwaze hebûna hemû gel, dîn û çandên li nav sînora dewleta xwe, ku ne “Tirk-Misilmanê Henefî” ne tune bike, yan jî bihelîne.
1. Di destpêka komara Tirkan bi ashayên (1) ku Mistî Kor derxistî Alewîtî hat ashak (qedexe) kirin. Ji wê şunve tunedîtinek sedsalî zerarek mezin li comata Alewiyan da-anî. Hemû dergeh û cemxaneyên Elewiyan hatin ashak kirin.
Bi komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Meraş, Meletî, Çorim û Sêwasê êdî cîhwarên Kurdên Alewî hatin talan kirin, qirqirina cînsê Elewî birêve birin. Çendî genosîtan ji Serdema Navîn pêleve coxrafiya Elewiyan bi xwînê dane avdan…
Dawiya salên 80’yan ya sedsala par dewletê dî, ku êdî nikane tenê bi riya înkarkirinê Alewîtiyê tune bike. Lewmanê wan siyaseta dûrkirina Alewîtiyê ji hewşê Kurdan meşand. Destûr dan hinek komelên Alewiyan, ji wan re gotin “Hûn xwe ji “Kurdîtiyê” dûr bixin, emê “Alewîtiya” we qebûl bikin. Lê qebûlkirina Alewîtiyê bi awayek resmî tu car nehate rojevê. Ew komelên damizrandî jî tenê wek “avahiyên kulturî/çandî” hatin qebûl kirin. Di nava “Diyanetê” de tu post û kursî heta îro jî nedane comata Elewiyan. Sed sale hemû bac û xeracên, ku ji hemwelatiyê Elewî standin ji bo pirtir mizgeft xerc kirin. Êdî ku mîlyonek mizgeft hebin, li welêt çend sed cemxane tuninin.
Di wan cemxaneyên û komelên heyî de jî jehr û manîpûlasyonên Kemalîzmê li ser Alewiyan kêm nebû.
2. Ji dema Osmanî û Safewiyan pêleve, Alewiyan ji bona xwe ji ber êrîşkeriya îslamê biparêzin kûltê Îmam Alî û 12 îmaman wek mertal bi kar anîne, her çi heta îro jî tu postê “îmamtî”yê di nava Alewiyan de tuneye. Tê zanîn cem Alewiyan “pîr, dade, murşîd, rêber” hene lê li tu cemxaneyekî de tu îmam heta îro jî kar nekiriye.
Hem misilmanan bi vî kirasî Elewî bêçiyek qebûl kiriye, hem Elewiyan jî bi vê “takiye”yê (2) xwe ji ber zilma îslamê, ku cîhwarên Elewiyan dorpêç kiriye heta îro parastiye.
3. Li ser kertika, ku temasê Elewiyan bi Îslamê ve çêbûyî êdî dewlata Tirkan jî bişaftina dînî bi rê ve bir. Car xwestin “cemxane-mizgeft” wek projeyekê li yek hewşê çê bikin, ku pê Elewiyan li nêzî mizgeftan perspan bikin. Car gotin: “Heger hûn ji Îmam Elî hez dikin, hûn misilmanê herî xas in”. Gava ku dîtin helandina civatek hezar salanî ne ew qas hêsan e, vêce qaşo nivîskar û dîroknasên wan xwestin bi derewên xwe pêkenok Alewiyan bi şamanên Asya ya Navîn ve, bi Luwiyên esil Hîtîtî ve, bi Paganên esil Rûmî ve biêxin têkîliyê. Armanca wan manîpûlasyonên “tezên dîroka Tirkan” (Türk Tarih Tezi) – ji bo dûrxistina Alewiyan ji axa Kurd û Kurdîstanê – hemû milletên cîhanê wek eslê Alewitiyê ray dan bû. Ji bo vê jî hemû lîstikên cûr bi cûr mûbah bûn. “Rêça began bi rêça segan” kor kirin armanca fesadiya wan bû, di nava qirêjiya ramanan xwestin Alewitiyê bifetisînin.
4. Tirk jî dizanin ji sedî nod agirgehên (ocax) Alewiyan li ser axa Kurdistanê ne. Ji Sinemillî yê Albistanî bigir heta Axûçanê Dêrsimî pîrên Kurd cem û comata Alewiyan digerandin.
Pirraniya Alewiyan bêguman Kurd in.
Her çi têkiliya Alewiyên Bakur bi perçeyên din yê Kurdistanê birrayî bin jî, navçeya Mobetan li Afrînê jî Kurdê Alewî ne, Şebak û Kekeyî li Başûr jî Kurdên Alewî ne, Yarsan û Ehlê Heq yên li Rojhilat jî Kurdên Alewî ne.
5. Li Îskenderûn, Edene û Lazkiye Alewitiya Nûsayrî jî têye nas kirin. Ew jî Alewitiya Ereban e, ku ji nêzîkî Şîayê Îslamê bûye. Wan di sala 1975 bi fetwayekê îlan kiriye, ku êdî xwe wek beşek Şîayê dibînin.
Bêguman eslê wan Alewî bû, niha pirraniya wan xwe wek Misilman dibînin. Êdî mizgeft ji xwe re ava kirin e.
6. Cîngane / Mitribên Alewî ji parêzgeha Edeneyê têne nas kirin. Mehleyek wan êdî li mehleya 1 Mayis ya Stenbolê bi cîh bûne. Wan li cem Kurdên Alewî li Stenbol gundek nava bajêr ava kirî bû.
7. Hinek eşîrên Tirk, ku di dîrokê de têkîliya wan bi Kurdan ve çê bûyî, Alewîtî ji Kurdan wergirtin. Şêniyên wan bi Kurdên bişaftî ve pirtir bûn.
Paşê Bektaşîtî wek projeyek Osmanî bila bû, ku pê bişaftina li Balkanan birêve birin. Gelek Tirk, Arnawût, Bulxar (3), Yewnan bûne Bektaşî, ku Alewitiyek di ava Îslamê têdayî îlan kirin. Ew jî ji şiayê Îslamê ne cûda bû.
Helbet Tirkên Elewî jî hene, lê ew li hemû Anatolê reşandî dijîne. Wan mîna Kurdan coxrafiyek mîna Dêrsim, Koçgirî, Albistan, Kurecîk-Arxa ûhd. dernexistiye. Parêzgeha Çorimê derek berbiçav e, ku Tirkên Alewî lê pirin. Lê gava hûn li wir jî dinêrin herî kêm 50 gundên Kurdên Alewî hene, belkî bi dehan Kurdên Misilman/ Henefî jî hene.
Dîsa li Qeyserî, Yozgat, Amasya, Samsûn bi dehan gundên Kurdên Alewî hene.
8. Wekê Tirk bixwazin Asyaya Navîn wek mak-welatê Alewiyan bibînin, rastinî hewesên wan di qîrika wan de dihêle; tu Alawî li wan welatên Tirk tuninin. Tenê li çiyayên Pamîr yê Badaxşana Tacîkistanê comata Îsmaîliyan (4) heye, ku ji alî kevneşopiyên çandî ve gelekî li Kurdên Alewî hatin e, lê şîa ne. Hem Tacîk jî ne Tirk in, ew welatê Farisan e.
9. Eslê pirraniya Kurdên Xoresanê Alewiyên ji Dêrsim, Meletî, Meraş û Semsûrê ne, ku paş şerê Çaldiranê ji Kurdistanê hatin bizdandin. Konfederasyona herî mezin li Xoresanê bi navê Zaferanlû û Çemîşgezeklû esil-Dêrsimî ne. Îro Xoresanî wergerîne Misilmanên Şiayê. Lê dîsa jî şiatiya wan ji yê Farisan nermtir e. Mîsal Remezan û rojîyên îslamê hên negihîştine gundên Kurd yên Xoresanê. Wan bi bandora dewletê Îranê êdî kirasek nû li xwe kiriye, lê di eslê xwe de ji comata Alewiyên Bakûr ne pir dûr in.
10. Yek din jî Durziyên Ereb li Lûbnan, Sûriye û Îsraêl hene, tabana wan bi Erebî qise dikin. Tê zanîn, ku rahîbên wan Kurdên Alewî ji eşîra Poladcanî bûn, ku ji derdora Dîlokê hatin ajotin e. Paşnavê Poladcanî / Polajanî îro jî di nava Durziyan berbilav e, lê Kurdî ji bîr kirine.
Dûrzî îro rêyek/dînek serbixwe ye, lê têkîliya wan bi Alewiyan ve divê bêye lêkolîn.
Durzî tu carê xwe wek misilman nabînin. Di vê fikrî xwe de bi Kurdên Alewî ve yeksan in.
11. Êzdîtî jî mîna Alewîtî serbixwe organîze bûye, lê bingeha herdu dînan yek e. Herdû dîn pîr û talîb/ mirîdên xwe hene. Cejna Xidirêllez/Xidirnebî di herdû dînan de yek e, sê-rojiyê wan jî yek e. Merî dikane bêje herdû dîn ji Mîtraîzm û Zerdeştiyê derketîne. Lihevhatiyên nava herdûkan bi dehan xal dikanin bêne rêz kirin, lê merî dikane vê mijarê di nivîsek cûda de bi berfirehî veke…
12. Mebasta vê nivîsê ya esasî ewe, ku ez bi rêka peyvnasiyê termînolojiya Elewîtiyê bidim nas kirin.
Peyvnasiyek zelal dikane li çel derewên çel heramiyan derbeyek bingehin lêxîne.
Ku Alewîtî çiye, çi nîne di peyvên xwe yên dînî, ramanî û çandî de veşartiye, her peyvek dikane dîroka çend hezar salanî di hindurê xwe de konzerve bike. Ez nikanim bi sedan peyvên Alewîtiyê bidim bin mercekê, lê eşkere kirina hinek peyvên sereke armanca vê nivîsê ye.
a)Wekê tê ha kirin, peyva Alewî tu pêwendiya xwe bi Îmam Elî ve tuneye. Car car Alewiyan Îmam Elî ji bona xwe veşartinê bi kar anîye. Li dawiyê gelek Alewiyan jî “takiye”yê ku bi îradeya xwe ava kirî jî di encamê de pê xwe xapandiye…
Ez naxwazim polemîkên bêdawî derxînim. Ji bo eşkere kirina naverokê peyvên Alewitiyê ez tenê dixwazim ferhanga Pehlewî-Ênglîşî ya MacKenzie (5) li hev êxim, ku ji bo nas kirina termînolojiya Alewîtiyê çavkaniyek zêrîn e. Ji bo derxistina kok/ bingeha vê felsefeyê ew agahiyên têde wek çirayek ku taritiyê ronî dikeye, wek delîlek buhadar e.
Belê hewldana “Dîroka Fermî ya Tirkan” ya sereke ew bû, ku bingaha Zerdeştî, Mazdekî, Mîtrayî ya di felsefeya Alewîtiyê de bide tune kirin. Wan ji bo vê operasyona civakî rêzefîlm bile kişandin. Bi “Yedi kocalı Hürmüz” ( = Hurmuzê /Ahûra Mazdayê jina heft mêran) wan xwest di binbîra civakê Xwedayê Zerdeştiyan ji hurmetê bixînin.
b)Zimanê Pehlewî zimanê fermî ya dewleta Sassaniyan bû, ji wexta ku artêşên Îslamo-Ereb hên Navrobar û platoya Îranê talan nekirî bû. Ji ber wê jî hên tu bandorek Ereb û Îslamî li ser zimanê Pehlewî çê nebûyî bû. Her çi ev zimana hinek caran wek Farsiya Navîn bêye bi nav kirin jî, tesîra zimanê Partî gelekî li ser Pehlewî çê bûyî bû. Navê “Pehlewî” ji Partan hatiye mîras girtine, lewmane ew bi xwe jî xwe ji Partan cûda nedîtin e.
c)Di nava Alewiyan de îro jî Kurdên Alewî li Torosên Hindurîn ( li Sariz, Albistan, Arxa, Bajarik-cix, Semsûr) xwe bi navê Heq û Heqîqetî didin nas kirin. (6) Li sondxwarinan “Tu bi Xizir, tu bi Heq dikî!” diqelive.
Navê Alewîtiyê li Dêrsîmê “Riya Heq” e.
Navê Alewîtiyê di eynî wextê de “Ehlê Heq” e.
Di sala 922 Mansûrê Xallajî wek felefevanê Alewîtiyê li Bexdadê hat bi darê êxistin, ji ber ku “Enel Heq!” = “Xweda ezim!” gotî bû. Bavê Mansûr bi xwe Zerdeştî bû… (7)
ç) Ahlaw ~îh
Di ferhenga Pehlewî de peyva “Ahlawîh” bi wergerîna ji Ênglîşî “rightheousness” wateyê xwe “heqîqatî”, “rastperestî” ye.
Ji ferhengê belî ye,ku peyva “Ahlawîh” ji koka “ahla”yê çê bûye.
Ahla = righteous (of Srôš)
“righteous”:
-bêguneh, bêtawan
-dilpak
-dadmend, adîl, heq
Ji right + -eous. (8)
Belê Sroş jî Xwedayê îtaatê ye, ku tê guhdar kirin e.
Peyva “ahlayîh” jî bi eynî wateyê hatiye lîste kirin e.
Belkî peyva “ahlaq” ku di zimanê Erebî de rûdayî jî di encamê de merî dikane bibe koka “ahla”yê.
Di vê pêwendiyê de peyva “Alewîtî” tu eleqeya xwe bi Îmam Elî yê Îslamê ve tune.
Wate ya “Alewîtî”
– Îtaatkariya Xweda,
– Heq û heqîqetperestî
– Rastperestî ye…
Tenê ziman û ferhengê Pehlewî îspat dike, ku Alewîtî ji Îslamê kevintir e û nikane wek varyantek Îslamê bêye dîtin.
Ji wê bêtir tu ferz û şertên Îslamê li cem Alewiyan tu hukumê xwe tunene. Ne mizgeft, ne nimêj, ne xeca Mekke û Medîneyê, ne remezan û rojiyên xwe, ne şehadet anîn, ne zekat û duayên Îslamê tu Alewiyekî eleqedar nake. Felsefeya Alewiyan ji ya Îslamê 180 pile dûr û jê badayî ye.
d) Ahlomoy~îh
Peyva “Ahlomoyî” jî li hember peyva “Ahlawîh”ê
ji bona kesên ji ahla û ahlaqê derketî re dihat bi kar anîn. Ew jî wateya xwe “rafizî, ji rê ketî” ye.
Bi Tirkî: sapkın, düşkün
e) Ahlîşwang
Navê banûxwedayekê ye, bi navê Ard jî dihate nasîn.
ê) Ahlaw-dad
Ji bo xizanan geşt/zekatê ku dihate berhev kirin ji bo xêrkariyê.
f) Dem / Dahm
Peyva “dem” cem û beytên Alewiyan dixemlîne.
Ka binêrin ferhenga Pehlewî vê peyvê dîrek bi Mazdekî/Zerdeştiyan ve girê dide.
Li gor dîtina min jî ev peyvek navendî ye, ku girêdaniya Alewîtiyê bi Zerdeştiyê ve bi zelalî îspat dike.
“dahm” [d’hm] = virtuous, pious; a full member of the Mazdean community,
initiate.
“Dahm” = vîrtoz, dîndar, endamek tam ya comata Mazdekiyan/Zerdeştiyan, endamtiya pîroz.
Mînakên beytên Alewiyan, ku peyva “dem” tê de derbas dibe…
Ji Dêrsim:
“Demê demê demê
Çi xweş e demê
Werin hevra bigrin
Hemeşk û semê” (9)
Ji Albistan:
“Damê damê dam Alî ya
Sarî çelân çel kâniya
Goçâ êrân la sar dâniya
Sarfirâze wân Alî ya
Damê damê dam Alî ya
Şorba la terkê kaliya
Kavçî îçe dâ dâniya
Ki birçiya pârâ wî ya” (10)
g) Êr
Dîsa di termînolojiya Alewitiyê de qala pîr û êr/ êran têye kirin. Ferhengê weyna eşkere kiriye…
“êr” = noble; hero. = asîl, mêrxas
êrîh: nobility, good conduct.
= asîltî, hereketê baş
Êran = (land of) the Aryans.
= Ax / Welatê Êran/ Ariyan
h) Hû / Hûyî
Kurdên Sersur/ Surser/ Qizilbaş dibêjin “Hû!”
Eynî mîna çendek peyvên din banga “Hû!” ayinek cem, gulbang û comatan e.
Hû = baş, rind
Hûîh/ Hûyî = başitî, rinditî
Têye zanîn, ku felsefeya Zerdeşt ya sê prensîbên xwe di Alewitiyê de jî wûsa têye rêç girtin.
Zerdeşt:
“Ramanê baş, Gotina baş, Tevgera baş”
Alewîtî:
“Eline, Diline, Beline hakim ol!
=”Li dest, pişt û zimên bibe xwedî!”
Dîsa peyva “humet”, ku ji dema Sûmeran pêlive hatiye qeyd kirin ji peyvên sereke ye, ku pirûska Alewitiyê peyda dike.
“Humet = Ramanê baş” ji prensîbên mamosteyê Zerdeşt bûn.
i) Huma
Di kilam û stranên Kurdan de pir caran qala teyrê “Huma” têye kirin.
humay = a bird of good omen; eagle.
huma(y) = teyrê fîniq, ya kehanetê baş, hulî
“Her dilê bazîsifet dê seydê teyxûnek we bê
Firr û perwazê humayî penceyê şûnqar-i bit
Yar-i dê hakim bitin qewlê reqîban guh nekit”(11)
Di vê pêwendiyê de divê bêye gotin, ku di zaravayê Kirmanckî de ji bo Xweda “Homa” jî têye gotin.
î) Dad / Dade
Êzdî û Alewî pîrên xwe hene, wateya wê tenê “mezin/ îxtiyar” e.
Divê wateya peyva Dade/Dede jî di hiqûqê bêye lê gerîn.
Dad = Heq
Dadwar = Hiqûq
Dadgeh = Mehkeme
Di vê pêwendiyê de “dadeyê” jî hakîmê comata Alewiyan e, ku di ceman de pirsgirekan çareser dike, kesên li suh hatî li hev tîne ye. Cem di eynî wextî de dadgeheh ber pîr û Xweda ye.
Encam
Helbet pirtir peyvên Alewîtiyê dikanin bi rêya van ferhengên zimanên îranî yê kevn bêne zelal kirin. Ev mijara mijarek ew qas fireh û kûr e, ku merî dikanê tenê li ser peyvekê pirtûkekê binivîse, li ser mijarê bi dehan berheman derxîne.
Min gathayên Zerdeşt xwendiye – di Alewîtiyê de dîsa prensîbek heye wek “Çavê Dil/ Çavê Bîrê” ( Tirkî: Gönül gözü) – işte ew jî bîzat bi xwe ji destê mamoste Zerdeşt hatiye nivîsîne.
Wergera Almanî ya Gathayan dest min de heye.
Ezî ji wir weyna werdigerînim Kurdî…
“Gathayê 10’an Benda 8’an”:
Ji êdî ku min Ahûra Mazda (Hurmuz) bi çavê bîr û aqil dîtiye, ez hewl didim, ku bi balkêşiyekê xwe nêzî wî bikim.
Min bi ramanên baş, dengkirina baş û tevgera baş di ronîya Ashayê (yasayê) Hurmuz hîs kir.
Ez îtaetên xwe ji wî re pêşkeş dikim.” (12)
Hemû kevneşopiyên Alewîtiyê, wek “çirax”, agirê li ser goran dadayin, bervî rojê dua kirin û bi dehan rîtûelên din ji Mazdaîzm û Mîtraîzmê hatin mîras girtin e. Ew ritûel jî gelek delîlan di hindurê xwe de vedişêrin, lê divê di nivîsek cûda de bêne analîz kirin. Wekî din, ev nivîsa dûr û dirêj dibe.
Her çi çend motîvên Îslamê ji ber cîrantiya coxrafî ketî bin nava Alewîtiyê jî, felsefeya bingehîn ya Alewîtiyê û Îslamê hevdu nagirin.
Îslam cûda ye, Alewîtî cûda ye, lewmane cûda îbadetgehên wan hene. Yekê melle û xoceyên xwe hene, yê din pîr û dadeyên xwe hene…
Bira Alewî Alewî bimînin, bira Misilman Misilman bimînin. Bê ku bi bişaftina dînî yek yekî tune bike, dive herdu alî ji hevdu hezkirinê fêr bibin. Emê mîna Kemalîstên ser hişk mekin, talankarî û qirkirinên kêmnetew û çandan ji civata ku em bi destê xwe ava bikin dûr bişînin.
Kurdistan yeke, di gulistana xwe de divê Alewî jî, Êzdî jî, Cûhî jî, Xiristiyan û Misilman jî hebin.
Sala nû li hemû welatê me pîroz be.
Yalçin Polat – dirokurd.blogspot.com
Hannover, 01.01.2020
_________________________________
(1) Peyva asha ji dema Zerdeşt pêlive têye nas kirin, di zimanên Îranî de. Wek “yasa” derbasî Tirkî jî bûye. Peyva “yasak” jî ji “asha”yên Gathayan çêkirî ye. “Qedexe” ji Erebî têye.
(2) Bi navê “takiye” kiras-li-xwe-kirina Elewiyan bi tê nav kirin.
(3) Alewiyên li Bulxaristanê yan bi navê Qizilbaş, yan jî bi navê Aliyan têne nas kirin.
Binêre Wikipedia Almanî:
“https://de.m.wikipedia.org/wiki/Alianen“.
(4) Ji bo comata Îsmaliyên Pamîrê
Wikipedia Ênglîşî:
“https://en.m.wikipedia.org/wiki/Pamiris“.
(5) Ferhenga Pehlewî- Ênglîşî, Mac-Kenzie.
(6) Binêrin li nivîsên Mehmet Bayrak.
(7) Ji bo Mansûrê Xallajî binêrin Vikipedya Tirkî:
(https://tr.m.wikipedia.org/w…/Hall%C3%A2c-%C4%B1_Mans%C3%BBr).
(8) Binêrin wîkîferhanga Kurdî
ji bo peyva “‘righteous”.
(9) Guhdar bikin strana Alî Baran “Demê Demê”.
(10) Ji devê Dadayên Sînemîllî, ji albûma Kardeş Türküler “Dem Alî ye”.
(11) Dîwana Melayê Cizirî.
(12) Gathayê Zerdeşt yê 10’an, Benda 8’an.
[1]